Helbestên ku destê zarokan digihîje wan


|| Gabriel García Márquez 

Mamosteyekî edebiyatê par ji keça dostekî min ê nêzîk re gotiye îmtihana dawiya salê dê derheqê Sed Salên Tenêtiyê de be. Ê helbet ziravê keçikê qetiyaye, ji ber ku wê kitêb nexwendiye û herweha dersên wê yên giring hebûne ku hew maye ji ber wan derbasî sinifeke rasertir nebe. Axir, bavê keçikê yê xwedî zanyariyên berfireh derheq edebiyatê de û xwedî saîqên kêmpeyda yên helbestê kiriye ku keçik bi awayekî amadetir û zanatir ji mamosteyê xwe, bikeve îmtihanê. Lêbelê mamoste pirsyareke nepayî kiriye: Gelo çi maneya herfa berovajkî ya di navê Sed Salên Tenêtiyê de heye? Behsa çapa kitêbê ya li Buenos Airesê dike ku Vicente Rojoyê nîgarkêş bergê wê sêwirandibû û hema li dû îlhamekê herfeke navê kitêbê berovajî kiribû. Keçikê lewma nezaniye bersiveke çawa bide. Gava min behsa bûyerê ji Vicente Rojo re kirî, wî jî got ku dê nezaniya bersiveke çawa bidaya heger pirsyareke weha jê bihata kirin.


Berg: Vicente Rojo

 

Heman salê, Gonzaloyê kurê min ket îmtihaneke berfireh a edebiyatê da ku ji bo dibistaneke Londonê bê qebûlkirin. Pirsyareke wê derheq wê de bû bê ka dîkê di Kes Nîne ji Kolonel re Binivîse de xwedî maneyeke sembolî ya çawa ye. Gonzalo ji ber ku têra xwe bi awayê mala me zaniye, bi xwe negirtiye tirane pê kiriye û yekser gotiye, “dîkekî weha ye ku hêkên zêrîn dike.” Paşê em hîn bûn ku xwendekarê xwedî puanê herî zêde yê vê îmtihanê, li ser şopa dersa mamosteyê xwe, gotiye ku dîkê kolonel hêza serkutkirî ya xelkê temsîl dike. Gava min ev bihîstî cardin kêfa min hat ku siûda min ji aliyê siyasî ve rast digere, ji ber ku di beşa fînalê ya vê kitêbê de, ku min kêliya dawî guhertibû, kolonel bi mebesta protestoyê stûyê dîkê xwe dişikîne û şorbeya wê çêdike.

 

Bi salan e van têbîniyên xwe li koşeyekê dinivîsim bê ka ev mamosteyên edebiyatê yên xirab adetên xwe yên xirab çawa dixin serê zarokan. Mamosteyekî niyetpak nas dikim ku wî dapîra fesad, qelew û xwarok a li ser keda Erendiraya dilpak wekî sembola kapîtalîzma bêhed çavbirçî şirove dikir. Mamosteyekî katolîk di dersên xwe de hîn dikir ku bilindbûna Remediosa Bedew a ber bi esmanan ve veguhastineke helbestane ya bilindbûna laş û rihê Meryema Duşîze ber bi esmanan ve ye. Yekî din, derseke qerase terxan dikir ji bo Herbertê karakterê çîrokeke min ku ew diçû bi hewara her kesî de û yekî têra xwe destbelav bû: Ji xwendekarên xwe re digot, “mecazeke xweş a temsîla Xwedê ye.” Du rexnegirên Barselonî îdia kiribûn ku Payîza Serok bi “Konçertoya Piyanoyê ya Sêyem” a Béla Bartók re xwedî heman binyadê ye û bi vê îdiaya xwe ez metel hiştibûm. Tevî ku kêfa min ji vê fikrê re hatibû ji ber ku heyraniyeke min li hemberî Béla Bartók û nexasim vê konçertoya wî hebû, lêbelê min hê jî ji van herdu rexnegiran fam nekiriye bê çi eleqeya van herduyan bi hev re heye. Profesorekî edebiyatê yê li Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Havanayê piştî ku bi saetan Sed Salên Tenêtiyê analîz kiribû, -bi awayekî ku hem meriv rehet dike hem jî bêhna meriv teng dike- gihiştibû wê encamê ku kitêb tu çareseriyekê nîşan nade. Bi vî awayî cardin qanî bûm ku sewdaseriya şirovekirinê cureyekî din ê edebî diafirîne û ev cure carina di ber tiştên beredayî re derbas dibe.

 

Lazim e ez xwendevanekî safik bim, ji ber ku qet nakeve bîra min ku romannivîsan xwestiye tiştekî cudatir bibêjin ji tiştên ku gotine. Franz Kafka gava ku dibêje Gregor Samsa sibehekê dibîne ku veguheriye kêzikeke mezin, ez vê yekê wekî sembolekê nabînim, bala min bes diçe ser wê bê ka ev mexlûqekî çawa ye. Baweriya min pê tê ku ew demên borî rast in ku di wan de xalîçe difirin û cin di nav lembeyan de tên dîlgirtin. Baweriya min pê tê ku kerê Balam -her wekî di Incîlê de tê behskirin- diaxive lê bes pêk nehatiye dengê wî bê qeydkirin; baweriya min pê tê ku Yeşu bi borîzana xwe bircên Erihayê hilweşandine lê mixabin kesî nenivîsiye ka li kîjan kilamê daye ji bo ku hilweşîne. Baweriya min pê tê ku parêzerê cîncoqî yê çîroka Cervantes -her çawa ku ew jî bi awayekî şêtane baweriyê pê tîne- berra jî ji cîncoqê çêbûye; baweriya min pê tê ku bi rastî jî Gargantua bi ser qotê katedralên Parîsê de bi şireşir mîstiye. Wekî din, baweriya min pê tê ku ev ecêbiyên manend hê jî berdewam pêk tên, heger em wan nebînin ev ji ber wê yekê ye ku mamosteyên edebiyatê yên xirab rasyonalîzmeke bergirtî li me ferz kirine.

 

Hez û hurmeteke min a mezin li hemberî mamostetiyê heye, lewma dilê min bi wan dişewite ji ber ku mexdûrê sîstemeke weha ne ku li wan tê ferzkirin gotinên beredayî ji ber xwe berdin. Tiştê min di vê jiyanê de jibîrnekirî ew mamosteya min e ku di di pêncsaliyê de ez hînî xwendinê kiribûm. Ev cajina bedew û zîrek ger tiştek nezaniya, xwe li zanebûnê danedinî, serbarê ser ewçend ciwan bû ku piştî demekê êdî ji min jî ciwantir mabû. Cara ewil wê ji me re xwendibûn ew helbestên ku mêjiyê me pûç dikirin. Herweha mamosteyê xwe yê edebiyatê yê li lîseyê jî bi hurmet bi bîr tînim; mêrikekî henûn û rastbîn bû, wî bêyî ku berê xwe bidaya şiroveyên bêhed, em li nav labîrenta kitêbên baş digerandin. Bi vî awayî dikir ku xwendekar hê bêtir bi azadî û şexsî nêzîkî tiştên helbestî bibin. Asoxî ne hewce ye ku dersa edebiyatê armanceke din ji bilî rêberiyeke baş a xwendinê bide ber xwe. Armanceke din her bi çi awayî be, dê zarokan bibizdîne. Li vir, li pişt vê perdeyê, fikra min ev e. 

 

1981, El Pais

___


bi wergera Cemal H. Kemal

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.