Xweşî, hevaltî û jîyan bila zora nexweşî, xeyd û mirinê bibin

|| Aynûr Çîle

Wekî serê salê tê bi nav kirin helbet, lê em dizanin ku dawîya saleke dirêj e jî her “sersal.” Di vê rojê de tê ber çavê me sala me ya derbasbûyî. Em di vê rojê de didine ber hev û du û diwezînin dem û buhêrên xwe yên çê û xerab. Mîna George Baileyê serlehengê fîlmê “It's a Wonderful Life”ê. It's Wonderful Life [ Jîyana Mikemel ] (1946) yek ji wan fîlmên kevnar e. Di hemû deman de di serê salan de herî zêde ev fîlm hatiye temaşekirin. Herî zêde ew hatiye temaşekirin ji ber ku çîrokeke wî ya pir xweş heye: 

George Bailey di erê-naya biryarekê de ye. Bi vê sehneyê dest pê dike fîlm. Biryara jîyînê yan jî xwekuştinê. Di nav bêçaretîyêke kûr de ye George Bailey. Di vê rewşa wî de dia û bawerîya heval û malbata wî digihîjin wî. Berî vê biryara George Baileyî ger em li serê fîlm û jîyana wî jî binêrin: George Bailey, bi hêvî û îdealên mezin dest bi jîyana xwe dike. Ji zaroktîya xwe de xeyala wî û meraqa wî ew e ku ji bajarê xwe yê biçûk derkeve û biçe bajarên mezin, li hemû dinê bigere û bibe avahîsazekî meşhûr. Bi saya van avahîyên mezin perenine zêde qezenc bike. Lê ji ber ku tim karê George Baileyî(James Stewart) derdikeve vê xeyala xwe taloq dike. Ev kar, karên li hemberî zordarên bajêr in carna, karên malbata wî ne carna jî... Nedikarî ji bajêr derkeve çimkî evîndara wî li bajêr bû. Evîndara wî ya ku bi salan xwe dabû benda wî... 

George Bailey ji ber ku hêvîyên xwe tim taloq kiribûn dilê wî tim di bajarên dûr de bû. Piştî hemî fedakarîya wî vê rojê jî serê wî di belayeke mezin de dimîne. Belayeke ku di dawîya wê de dikeve hebsê. Vê rojê, yanî serê salê,  George Bailey dixwaze ku xwe bikuje. Ji malbata xwe û hemû bajarî direve. George Bailey heya hingê qet weha bêçare nebûye. Tê ber çemekî û dike ku xwe bavêje. Wê demê Xwedê bi gazinc û diayên heval û malbata wî dihise. Bo ku jiyaneke nuh diyarî George Baileyî bike, melekekî (Clarence) xwe dişîne li ser rûyê dinê. Clarence alîkarîya George Baileyî dike û bi vê alîkarîyê George Bailey ji fikira xwekuştinê vedigere. Lê çawa, alîkarîya Clarence çilo bû? 

Clarence jîyana George Baileyî ya borî nîşanî wî dixe. Xweşîya jîyanê, hêvîyên wî, însanên ku ji wî hez dikin... Demekî dirêj van nîşanî wî dide. Bailey piştî van hemî nîşanan fehm dike ku jîyan ji mirinê xweştir e. Eger ku George Bailey tunebûya dê rewşa bajar û nasîna wî çilo bûya? George Bailey di hemû jîyana xwe de bi xweşî û alîkarîyê hatiye nasîn. Qeder û bextewarîya hemû bajarî di destê wî de ye. 

Bi saya George Baileyî, perên Clarence jî çêdibin. Bi saya Clarence jî George Bailey bi qîmeta malbat, heval û jîyana xwe dizane. Çimkî di dawîya fîlmî de fehm dike ku kesê xwedîdost qet bêçare namînin. Çimkî dost hub û xweşayîya me ne. Peyama vî fîlmî û çîroka wî bi kurtasî wisa bû. Elbet fîlm ji vê nivîsê mezintir û xweştir e. Bo sersaleke xweş û bo girtina qedrê jîyanê û dostan pêşnîyaz min a li  temaşekirina vî fîlmê delal e. 

Bi hêvîya ku dema em di vê sarsalê de xwe di ber çavan re derbas bikin xweşî, hevaltî, û jîyan di mêzîna me de zora nexweşî, xeyd û mirinê bibin. 

Sersala te pîroz be, xwedevanê/a min ê ezîz! 

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.