Sermîyanê Lokman Ayebeyî û Cîyawazîyên Afirînerî di "pilingekî li hewselê" de

|| Welat Ramînazad

Nivîskarek çima kêm an jî zahf dinivîse? Qalîte û biserkeftîbûna berheman çiqasî bi nivîsîna kêm an jî zêde ra têkildar e? Nivîsîna zêde tê wê wateyê ku tiştên hatine nivîsîn bêqalîte û navincî ne û nivîsîna kêm jî tê wê watêyê ku tiştên hatine nivîsîn biqalîte ne?

Di nav xwînerên kurdîyê de nîqaşa nivîsîna kêm an jî zêde ya nivîskaran heye. Xwînerên edebîyata kurdî serkeftin û biqalîtebûna berhemên kurdî bi nivîsîna zêde ra peywendîdar dikin; piranîya nivîskarên kurdîyê li pey hev bi hejmareke zêde berheman dinivîsîn û ji ber vê yeke jî dest bi xwedubarekirinê dikin, asta qalîteya berhemên wan berz nabe û nizm dimîne. Lewma xwîner ji nivîskaran daxwaz dikin ku kêm binivîsin.

Fikra min ew e ku, geşbûn û berzbûna berhemekê bi nivîsîna zêde yan jî kêm a nivîskarekî ra ne hewqasî têkildar e. Ji ber ku nivîskarek zêde dinivîse ev nayê wê wateyê ku berhem ji hêla qalîteyê ve nizm e, negeş û binkeftî ye. Ku ji nivîskaran tê, bila di salekê de çend berheman binivîsin, problem ne ev e. Problema bingehîn ew e ku ka çiqasî rezerv, sermîyan, potansîyel, şîyan û qudreta afirandin, nivîsandin û hilberîna nivîskarî heye yan jî tune ye!...

Dema ku nivîskarî ferq kir ku rezerv û sermîyanê xwe kor kirîye wê çaxê divê bikaribe bibêje ji bo niha bes e, û bisekine… Zanîna cihê sekinînê bi xwe jî zanînek e, kamilbûn û objektîvbûna bi xwe ra têkildar e.

Gelek balkêş e tevî ku hinek nivîskar jî xwedîyên rezerv û sermîyanên mezin ên afirandin û hilberînê ne, ew wî sermîyanî bi kar naynin. Hayê wan nivîskar û hunermedan jê tune ye ku xwîneran ji pênûsên xwe, ji berhemên xwe bêpar dihêlin. Xwînerên wan birçî û tîyên qelema wan in, dixwazin zêdetir berhemên “nivîskarên xwe” bixwînin. Çi dikare bibe sebebê vê yeke? Çend sebeb hene helbet: yan ji ber ku hayê wan ji şîyana bi wan ra tune ye, yan ji ber tiralîyê ye, xweneêşandin yan jî ji ber nebûna motîvasyonê; ew rezerv û sermîyanê xwe bi kar naynin. Çend nivîskar û hunermendên kurd hene ku bi raya min dikarin di vê kategorîyê de bên hesibandin: Şêxo Fîlîk, Brahîm Ronîzer, Aram Dildar…

Yek ji wan navan jî Lokman Ayebe ye!... Lokman Ayebe xwedîyê rezerv, sermîyanekî baş e. Potansîyeleke gelekî baş a nivîs û afirandinê pê re heye. Ew, ji her du salan carekê berhemekê biweşîne jî dikare berhema xwe di asteke bilind a qalîteyê de hilberîne.

Lêbelê çi heyf e ku Lokman Ayebe jî hindikî dinivîse. Di bîst salên nivîskarî xwe de, ligel berhema wî ya nû, heta niha du roman, du jî pirtûkên çîrokan derxistine. Hezar xwezî ku deh berhem binivîsîyaya!... Hemû berhemên wî min bi kêfeke mezin xwendine, li ser romanên wî de min du heb jî nivîs nivîsîne. Di malpera Sînemaya Serbixwe de hatibûn weşandin. Ez her dixwazim ji qelema wî zêdetir berheman bixwînim.

Axir piştî deh salan berhema wî ya nû ya çîrokan bi navê pilingekî li hewselê ji weşanxaneya Avestayê derçû, tê de neh çîrok hene. Xwendina her çîrokeke wê kêfeke cuda bexşand, her çîrokekê zewq û tehmeke edebî ya bêhempa û nejibîr da min: “heger ez niha bibêjim zilamekî ku heta çûna xwe ya eskeriyê tu bajar nedîtibûn û ji bilî çend herfên li alî okulu fêr bûbû pê ve xwendin û nivîsandina wî tune bû, rojekê rabûye û bi planeke rêkûpêk bankayek şêlandiye û ji ber vê şêlandinê jî di dewra xwe de bûye dizê herî navdar yê tirkî; û ev jî ne bes, ji bo teslîmkirina wî di nava sê dewletan de qeyraneke dîplomatîk rû daye, teqez hûn ê ji min bawer nekin û hûn ê bibêjin çîrokên bi vî rengî encax di fîlm û romanan de diqewimin û di jiyana rasteqîn de cih ji çîrokên weha deraqil re tune ye…” r.9

Du alîyen cîyawazîyên çîrokên pilingekî li hewselê

Di edebîyata kurdî ya li bakurê welêt de wekî kurdekî mirov çiqasî dikare xwe bibîne? Wekî xwînerekî ez dikarim bibêjim ku kêm caran min kariye xwe tê de bibînim. Di edebîyata xwe de xwenedîtîn tiştekî balkêş e. Di hemû çîrokên pilingekî li hewselê de wekî kurd mirov xwe dibîne. Şexsên xwe, civaka xwe, gund û bajarên xwe tê de dibîne...

Dostê min Evdî Hesqera carekê ji min ra gotibû, “di wextê zanîngehê de mamosteyekî ji me ra gotibû, edebîyata netew û gelên bindest tune ye tenê vegotinên wan ên alegorîk hene.” Bi rastî dema ku em li edebîyata kurdî ya li bakurê dinerin zêdetir em rastî vegotinên alegorîk, sembolîk, metaforîk;  otosansur, tirsonekî û  xweveşartinê dibînin. Dijmen kî ye? Dema ku em vê pirsê ji edebîyata xwe dikin kêm berhem bi şênberî bersiva vê pirsê didin. Em û “yên din”ên me rasterast wekî dagirker nayên binavkirin. Cîyawazîya pilingekî li hewselê jî tam li vir xwe dide nîşanê: Nivîskar hewl daye vî tiştî bişikîne; xwe veneşartîye, xwe sansur nekiriye, ji gotinên rasterast xwe nedaye alî. Mînak di çîrokên li xwe vegera qumarbazekî xişîm û pilingekî li hewselê de em vê şikandinê bi zelalî dibînîn.

“ … û dengê straneke wî jî ji teybê bilind dibû. ji dupelkiya min ve îmana min ji muzîka tirkî nemaze jî ji erebeska tirkî diçe û heger wexta min yan jî alternatîfeke min a din hebûya kêlîkekê li wir nedisekinîm û ez ê ji bo traşa xwe biçûma cem berberekî din.” r.89

Bindest, newêrin fikr û hestên xwe yên derbarê tişt-miştên serdestan bi eşkereyî der bikin. Li vir, nivîskar bi wêrekî hîsên xwe yên derbarê muzîka serdestan de anîne zimên.

Çar hêlên afirînerîya çîrokên pilingekî li hewselê

Di çîroka dokumanterek derbarê gewretirîn helbestvanê netewa xwe de nivîskar sêwirandina dahatûyê dike û rabirdûyê ji nû ve serarast dike. Freud dibêje “rabirdû nayê serarastkirin” lê em dibînîn ku hêza edebîyatê heye ku rabirdûye ji nû ve serarast/saz bike, di vê çîrokê de jî em dibînîn ku nivîskar çawa bi hostayî rabirdû serarast kirîye. Nivîskar tenê rabirdû serarast nekirîye dahatû jî sêwirandîye. Edebîyat xeyalan, fikiran, xewnan realîze dike. Nivîskar jî dahatûyek sêwirandîye, bi edebîyatê ew dahatû realîze dibe.

Teknîk û vegotinên rojavayî di gelek berhemên edebîyatê kurdî de wekî pîne, zêdayî, îthal xuya dikin. Di vê berhemê de nivîskarî vegotin û teknîkên edebî yên rojavayî bi kurdewarî xebitandine.

Di çîrokên vê berhemê de nivîskarî hem malzemeyên bîra me ya kolektîv ji nû ve afirandine hem jî edebî kirine. Çîrokên wekî kirasguhertin, şerê du dîkên qoqo û biyokên hafiz nimûneyên vê ne.

Afirînerîya din a vê berhemê jî ew e ku, hewleke înşakirina takekesîyê dide; afirandina takekesî em tê de dibînîn. Çîroka puxteya jiyannameya dizekî nimûneyeke baş a takesesbûnê ye.

Wekî xwîner ez dixwazim bi kêmanî ji du salan carekê herî kêm berhemekê ji qelema Lokman Ayebeyî bixwînim. Bi hêvî, xwastin û arezûya ku em di demeke kurt de dîsa berhemên nû ji qelema wî bixwînîn. 

____________________________________

||Wêneyê Lokman Ayebeyî: Mem Artemêt

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.