Çerxa Rastîyê Anku Vereşîna Eşqê


Li ser bêhntengîyê, nearamî, tenetîyê û valahîyê dinivîsim. Huner ev e jixwe, meriv bêyî alîkarîya hestan jî divê bikaribe wê peyda bike.


"... Veger encax li te ye."  (Beqera, 285) 


Di demên berê de zaneyeke mezin wiha gotibû ji min re. Ji hinga ve cih girtibû ev gotin di hişê min de: "Li gor sûfîyan dîtina heqîqetê (Xwedayê xwe) bi eşqeke bê hidûd û sinor ve mimkin e. Bixwazî bila kevirek be lê tenê ji yek tiştî hez bikin û tim li pey wî tiştî bin. Tenê yek tişt! Dema ku we ew tişt winda kir hûn ê hingî bigihên wê rastîyê." 


DIBE KU DAVÎD LYNCH LI PLATONÎ VEGERÎYABE!


Six Men Getting Sick anku şeş zilamên nexweş anku şeş zilamên ku li xwe/rihê xwe digerin. Jixwe lixwegerîn karê kesên nexweş e. Davîd Lynch vê rastîyê di kurtefîlmê xwe de pir xweş bi me dide verişandin. Ew rastîya ku Platonî tîne bîra min. Platonî dibêjim, ji ber ku ev kurtefîlm ji hêla islûb, bûyer û ji çend alîyên din jî Aletheîaya (heqîqet, bibîrxistin) wî nîşanî me dide. 


Min verişandin bi kar anî, çimkî bo Lynchî jî bo Platonî jî heqîqet bi serê xwe verişandinek e, verişîn e. Hem ji alîyê temaşekirina (mişahede) rastîyê verişîna doksayê (tiştê hestî) hem jî piştî dîtina heqîqetê verişîna noesîsê ye. 


Di kurtefîlmê Davîd Lynchî de bûyerek heye û ev bûyer dimire û xwe ji nû ve pêk tîne. Yanî çerxek heye, mîna çerxek feylezofekî. Nizanim, ev çerxa Platonî nayîne bîra we jî? Çerxa Rastîya Platonî, ku wî digot mirin ti carî ne bidawîbûnek e, demek tê xwe ji nû ve diwelidîne lê ti carî ne bi temamî xelas dibe ne jî winda dibe. Çerxeke ku dewr û daîm û xwe tim dubare dike. Ji çend alîyan ve felsefeya Platonî û hunera Davîd Lynchî hêjayî berawirdkirinê ne. 


Bêguman bawerî û bextewarî di felsefeyê de bi zanistên îsbatkirî (epîsteme) ve mimkin in. Yên ku vediguherin (aisteis) ti carî nayên zanîn. Ji ber ku meriv tim di dilê xwe de hesreta zanîna tevahîyê (tumel/tûmî, episteme) dihewîne. Dema ku meriv ji vê zanînê dûr be, wekî ku di kurtefîlmî de jî daxuyîye, nexweş e; di nav gerînekê de ji bextewarî û yekîtîyê dûr e. 


Mîna cîhana Platonî, di vî kurtefîlmê Davîd Lynchî de, kesên ku nexweş in û bi acizî li rastîyê digerin bi jîyîna eşqekê digihîjin armanca xwe. Jîyîna eşqekê dibêjim ji ber ku piştî demekê lixwegerîneke dûr û dirêj xwe li dilê lêhengan diqelibîne. Bo Platonî temaşekirina heqîqetê (aletheîa) kirineke tecrûbî ye ku bi vê eşq tê qestkirin. Bo wî feylozof jî kesên ku evindar in, û di berhemên wî de jî ev kes wekî lêheng Alkibiadîs tê temsîlkirin. Platon ji wî re dibêje feylezof. Ewên din tenê zane (sophos) ne bo wî. Ew zaneyên ku di kitêban de digerin, yên ku di bedenan de digerin (horaton).


Ew tevahîya ku Platon bi eşqê digihêje çi ye? Zanîna tevahîyê (aletheîa anku faalîyeta anamnesis)  bibîrxistinek (mineme, noesîs) e. Em tenê bi rihê (psukhé) xwe wê temaşe dikin. Ji ber ku em ketine nav jibîrkirinekê (amnezî, doksa) ancax bi veguherîna sahneyekê em dikarin ji vê jibîrkirinê bifilitin. 


Piştî ku lêhengê Platonî û Davîd Lynchî bi eşqa tecrûbî li heqîqetê temaşe dikin û bi şûn da vedirişin. Ji ber ku ev heqîqet bo temaşekirinê û îdraqkirinê rastîyeke pir dijwar e. Ya din jî  ji ber ku -me di serî de jî qal kiribû- ev mîna dewr-î daîmekê ye û ev jî wekî mirinê  tim xwe dizê. Vereşîneke ku zêde zêde têsîrê li me dike. Li ber çavên me xwe pêk tênî di kurtefîlmê Davîd Lynchî de. 

 

Her çiqasî bo Platonî di berhemekê de ya bingehîn hunermend be; bo Davîd Lynchî jî ya bingehîn hunermend e. Ew jî di ser lêhengên xwe re sêwiranda xwe bi kar tîne. Lehengê di serî de bi xwe jî Davîd Lynch e, berhema wî tezahûra rihê wî ye. Yan jî rihê me temaşevanan e.


Mîna Davîd Lynchî di Platonî de jî dik tê bikaranîn. Platon di nameyên xwe de dibêje “hemû diyalogên min lîstik in.” Lîstik, dik/sehne, temaşevan, senaryo, listîkvan (feylezof) û bi xwe jî jîyan e, fîlozofyaya wî anku fîlmê wî.


Kitêbên Platonî loma bi awayekî diyalogî, ku di dema me de ev teqabilî senaryoyê dike, hatine nivîsandin. Fîlozofyaya (anemnesîz, bibîrxistin) wî jî kirineke kathartîk (tragedya) e. Sin'et bo wî ew rastî ye ku sê caran hatiye nixumandin. Lê ev nixumandin dîsa dikare bibe vejînek.


Çawa ku Platon heqîqetê bi alegorîya şikeftê nîşanî me dide, Davîd Lynch jî bi sînemayê û vî kurtefîlmê xwe nîşanî me dide. Platon bo lêgerîna heqîqetê berê me dide rihê (psukhè) me, Davîd Lynch jî di vî kurtefîlmê xwe de xwe daxistîye nav fîlmî û bo hunera xwe berê xwe daye rihê xwe. Yê ku bêhnteng e, yê tim di gerînekê de ye, yê ku bi eşqê dibîne û yê ku vê eşqê vedirişe Davîd Lynch e. Yê ku dîsa bêhnteng dibe, dîsa dest bi gerînê dike, Davîd Lynch e. An jî em in. Nizanim ez bi xwe jî xwe tim di nav vî kurtefîlmî de hîs dikim. 


Ev çerx hinekî jî dişibe jîyana me. Em xwe bi arezûyekê ve anku eşqekê ve zeft dikin. Jê û bi şûn de jî dema ku em digihijin wê arezûya xwe, wext diqede û em wê arezûyê vedirişin. Dixwazî bila ev eşqeke ma’newî be yan jî xwestina amelekî yan jî îdaelek yan jî orgazmek be. Kî dizane belkî gotina Platonî rast be û em jî piştî vereşîna herî mezin yanî mirinê dîsa bên li ser rûyê dinê. Belkî Davîd Lynch jî rihê Platonî bi xwe ye. 


Di kurtefîlmê Sîx Men Getting Sîckê de tenê carekê pêk tê heqîqet. Piştî vê carê jî bi hezarbare dubare dibe. Dibe ku ev bi tenê kurtefîlmek be lê hemû rastîya jîyana me bi me dide fahmkirin. Rastîyeke kurteyî…


Bêhntengî, gerîn, dîtin û vereşîn... Çar pêl û xwestina destpêkeke din. Destpêkeke din ku bifilitê mexlûqet ji behntengîyê û bo verişe bo hunereke din. Bo ku dengê anonsê vebe û bila verişin hemû mexlûqet. Jixwe jîyan tevda vereşînek e!


Davîd Lynch vê peyamê nîşanî me dixe û li gor wî jiber ku jîyan vereşînek e berhemên me jî bi vî awayî ne. Loma ez jî dixwazim di çend fîlman de temasî vê peyama Davîd Lynchî bikim. Çend berheman û felsefeya her du hunermendan bi ber hev bixim. Felsefeya Davîd Lynchî û Platonî. 


MAYÎNA DI ŞIKEFTA PLATONÎ DE ANKÛ BÊHNTENGÎYA DAVÎD LYNCHΠ


Dema ku di “A Clockwork Orange”ê de Alex ji hêla polîsan ve tê êşandin bo tevlîbûna civakê - tevlîbûna yekîtiyê - filitîna ji hebûn û gunehên xwe; ev jî bi hêmaya Platonî tê nîşan dan. Dema ku însan ket nav jibîrkirinekê yanî di nav şikeftê de dest û pîyên wî bi zîncîran ve hate girêdan... Di vî fîlmî de ew sahneya Platonî hatîye bikaranîn.


XWESTINA DERKETINA JI ŞIKEFTÊ ANKU GERÎNA DAVÎD LYNCHÎ


Dema ku di fîlmê Anomalisa de nivîskar Micheal ji ber monotonî û eynîtîyî li dengekî û evîneke cûda digere. Ku vî dengî bihise dê bawerî û ma'neyeke jîyanê jî bibîne. Ew dê xwe bi vî dengî ve bigire û bi vê evînê re dê nemirîyê (tevahî) zeft bike. Bo Michealî dengê Lîsayê di serî de cuda ye û Micheal bi dilrehetî hemû derdên xwe ji Lîsayê re vedibêje. Lê dîsa jî bi demê re Lîsa jî deng û rengê xwe yê cuda li ber çavên Michealî winda dike. Mîna lêgerîna derketina ji şikeftê û xwestina felata ji zincîran...


DERKETINA JI ŞIKEFTÊ ANKU DÎTINA DAVÎD LYNCHÎ



Dema ku Truman Burbankî pê dideranî ku bajar û jîyana ku di nav de derew e. Piştî bêhntengîyê û gerînê ji şikeftê derdikeve. Bi eşq û arezûya dîtina rastîyê.

"Niha dixwazim wê mirinê, -Dema ku min didît wê xweşikayîyê Û ev çerxa ku dîsa şîn dibe piştî tefînê Min xwest filitandinê ji vê dinê Vê kêlîyê min xwest tunebûnê Ji hemû deman bêtir, min xwest tunebûnê
Tefînê û bi şûn da jî vejînê li welatê bêsinorîyê"


VEREŞÎNA ALKIBIADESÊ PLATONÎ ANKU VEREŞÎNA DAVÎD LYNCHÎ


'...Dema ku rihek ji bedenekî derdikeve

Dema ku demek di tarîxê de tê girtin

Dema ku evîndarek eşqa xwe wunda dike 

Dema ku hunermendek berhemekê dide

Dema ku gul û kulîlkên xwezaye hişk dibin

Dema ku hêvî û ma'neya însanekî dimire...''

VEREŞÎNA ALKÎBIADISÎ

Perde radibin, ma'ne dişikin. Hez dimire, hemî eşq tê verişandin. Ruh ji Yekê dikeve, ji xew hişyar dibe û xewn xelas dibin. Zanist dêst pê dike, çav dibînin. Dîsa dest bi gerînekê dike ku eşqeke bê vereşandin bibîne. Ev eşq dê me bibe rastîyê. Bila bi dû re mirin jî were. Çimkî mirin baştir e, ji wê dema dirêj a piştî vereşîna vê eşqê û ketina ji çerxa rastîyê.


Diranekî çerxê şikest. 

Ket nav valahîyê, direnekî çerxê. 

Muzîk sekinî, anons qedîya. 

Beyt mirin, şi'îr tefîyan.



DESTPÊKA ÇERXÊ

Dema ku ev çar perîyod diqedîyan di Eternal Sunshine of the Spotless Mindê de Joel û Clementeyê her çiqasî bîranînên wan  jibîr çûbin jî dîsa destpêkeke din.  Çimkî tenê evîna rast û bîranînên jidil ji nû ve pêk tên. Loma vê peyamê dubare dikir, Clementeyê: "Min ji bîr neke, bîranînên me." 

Çimkî rastî, bibîrxistinek e. Çimkî Xweda tê dîtin bi hezkirinê ji ber ku Xweda ye hezkirin.

Min niha pirsî ji wê zanayê, piştî windakirina wê eşqê. Min pirsî; “tunebûn e” dibêje mezinê azîzan Augustînus, xerabîya herî mezin a li vê dinê û dawîya însanên nebaş, dojeha gunehkaran jî bidawîbûna yekbûna rih û bedenê ye. Lê ez wiha difikirîm, dojeh jî cinnet jî ne piştî bidawîbûnekê ye. Bi demê re û di dilê me de ne, ev gotinên di kîtabên miqades de. Xewnên ku diherimin, bêhntengî û valahîya ku em ji nişka ve dikevinê, bi zanebûna tunebûnê ve ne. Ma qey ne ev e dojeha herî mezin, bo me? Cineta herî xweş jî dûrbûna ji van ramanan e. Ew ne êşa tunebûnê ye, bersivand wê zaneyê. Êşa hîskirina hebûna me ye. Hebûn, ji yekîtîyê ketin e, çimkî. Hebûn ji cinetê ketin e, ketina Ademî û Hewê ye. Ketina nav gunehan e. 


📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.