Helbestên Zivistanê: Demsala Sar a Furûx Ferûxzadê



Hunera herî henûn a kulturekê helbest e. Di rihê her kesekî de heye lê ne bi heman çalakbûnê, tîrêjên gotinê ji her kesî naçin. Helbest big banga (teqîna mezin) hestan e. Veqetîneke ker û lal e ji jirêzbûna jîyanê. Piştî vê big banga derûnî aqûbeta helbestê û helbestkaran jî dest pê dike. Ev, aqûbeteke giran û bi jan e. Ji lewma her helbestek dilekî li me zêde dike û berê me zêdetir dide warê gotûbêjan. 

Helbest xwe pir zêde nade ber gefên aqilî, bi piranî jîyanê ji xwe re dike ser û sermîyan, li ber bayê wê dikeve. Ew bi adana hilberînê qalikên gotinê dişikîne û gotinê ji tixûbên wê, ji reşî û hêsanîya mirovî diqetîne. Helbet gotin hemû ji bo helbestê delal in, lê gotinek heta rastî helbestkarê xwe neyê û helbestkar jî mohra xwe li gotinê nede, hunera helbestê nayê xuyanî. Ji ber vê jî di dîroka hunerê de mohra herî kevnar a li ser helbestan e. 

Sedsala me her ku diçe çiraya hestîyarî û gotînê bêtir qels dike, dilerizîne. Bîyanîbûnê dirêse û maneyê bêqîmet dike. Helbest û pirs, helbestkar û hest pê de pê de neçar dimînin. Helbet, pirs nemir e! Lê sewt û sawa wê, sewal û giranîya wê jî ne mîna berê ye. Êdî data (dane) û algorîtma yan jî fenomen derdikevin kultur û elîfbetika hunerê jî jinûve datînin. Ne tenê ekonomî û bazirganîya wê; fînansman, medya, polîtîka û lojîstîka hunerê jî êdî mijarên bazirganîyê ne. Dîtbarîyê pirs û mane kirine quncikekê, hefsar daye kultura fenomenîyê. Ji loma jî pirsên bihagiran û xweş, berhêmen herî navdar, weşanên herî zêde tên firotin jî ji çend rojan wêdetir nikarin germbûna xwe bidomînin. Berhemên salan di bin sîya teknolojîyê de dibin xerc û qezenca çend rojan. Kes nizane dik wê bibe nesîbê kê...

Dîsa jî bawerîya me bi gotinan heye. Şorava helbestan hîn qirika me dişewitîne. Em kurd hîn şagirtên gotinê ne, li welatê me dik hîn a gotinê ye. Kî dikare guh nede "Şêxê Sen'anî"yan, kî dikare salê carekê guh nede strana "Kekê Xiyasedîn"ê. Welatê me hîn welatê helbestê ye, di helbestan de heye. Ji ber vê hogirîya me ya bi helbestê re, ji kîjan warî tê bila bê û aidî kê dibe bila bibe, bayê helbestê ji kû derê bê em her li ber û li bendê ne.

Di van salên dawî de kurd ji rojev û rêberîya polîtîkayê, polîtîzebûnê xwe azad dikin û bazareke entelektuelîzma xwe ava dikin. Ji gelek zimanên bîyanî pirtûkên pir hêja werdigerînin û bazara rewşenbîrîya kurdan bi kurdîyê (kurmancî) geş dibe. Êdî kesên mîna Shakespeare û Joyce jî bi kurdîya kurmancîyê me qanî dikin. Haydn û Carlof bi destê hunermendên me bi kurdîyê tên stran û Furûx Ferûxzad bi kurdîya me li têla dilê me dixe. Edî em ne mehkûmî çav û çivên zimanê serdestên xwe ne da ku cîhanê bixwînin, binasin.

Bi vê hewldana lixwevegerê çend berhêmen navdar îsal pêşkêşî bazara kurdîyê bûn. Yek ji wan jî îsal ji hêla Hatice Kiliçê ve hat wergerandin. Kitêba helbestkara îranî Furûx Ferûxzadê ya bi navê "Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar." Her wergerek bi xwe re encam û pêşketinên herî dawîn jî tîne. Wergera vê kitêbê ji bo kurdîyê, helbestên Furûxê jî bo vî zemanî çêyîyên zahfî binirx in. 

Herçî Ferûxzad e li Tehranê di 1934an de dibe û heta 1967an li wir dijî. Emrekî dirêj nake. Lê jîyaneke têr û taybet dijî. Sedsala 20emîn li rojhilatê sedsaleke sergirtî bû. Hema hema welatên rojhilatê gişt di bin destê rejîmên otorîter de bûn. Vê otorîterîzmê hestîyên hemû civakan zer kiribû û kesî nedikarî mafê xwe yê rewa jî bi dest ve bianîya. Furûx di nav mija vê otorîterîzmê de bû û jîya. Lê wê jî wek hunermendên dema xwe ev "serdanîn" red dikir û ji xwe re li risteya dil û daxwaza xwe digerîya. Gava ku peyda dikir, risteyên dil û daxwazên xwe jî dikirin helbest. Helbest jê re sitargehek bû, sewtek û "serhildanek" bû li dijî hemû astengîyan.

Ferûxzad tinazên badilhewa li jîyanê nake ti carî. Fikarên xwe yên ku ji ber rejîma polîtîk û civakî pekîyane veguhastine hunerê. Hişekî hiznî û liberketî hestên wê dihûne, lê ew hemû pêlan dike helbest. Ferûxzad, serdanpê jineke eşqê ye. Eşq wekî cemaweriyeke bêwar e li ba wê. Ew jineke wêrek e, lê wêrekbûna wê ne yeka klasîk e. Ew wêreka rihê xwe û hestên xwe bi xwe ye. Şert û merc wê çiqasî tûj bikin jî rihê wê helbestkar e, helbestane ye. Şiîr jê diweşin. Eşq, huner, û wêrekî bi destê kîjan jinê bigire; ti otorîte nikare rê li ber çîk û çirûskên wê bigire.

Hevîrekî jinên rojhilatî heye. Ew dilî dixin şûna "hebûn"ê. Ev kanoneke jinên rojhilatê ye. Gengeşîya ku Furûx dixwaze bişikîne jî pirî caran ev e. Tişta ku Furûx bang dike jî ev e, lê ya ku Furûx derdixe pêş ne tenê tengezarîya hebûnê ye. Furûx li hebûnê nasekine. Pê re asoyeke din jî heye, ew jî şewata helbestê bi xwe ye. Ya ku wê difirîne, ji sîya zemanê wê derdixe ev e. Wekî gotina wê "Şi’r xweda ye." Helbest, "Xweda"yê wê ye. Ev gotin kilîta helbestkarîya wê bi xwe ye jî. Ez dikarim bibêjim ku hemû dîroka hunera wê di vê pirsa wê de ye. Ew dildareke evînê ye, di her helbesteke wê de ev dilsojî eyan e.


Bêguman gelek xwînêrên kurd Firûxê berê jî nas dikirin. Lê Furûxa bi kurdîya kurmancîyê hebekî cuda ye. Rihê helbestê ji mermeran e, lê biriqandin û heyecana wê bi şîrînbûna wê ya bi demê ve girêdayî ye. Zeman zemanê «ev der»bûna zimanê kurdî ye jî. "Bawerîyê Bînîn Em Bi Destpêka Demsala Sar" ji Avestayê derketiye, tê de hemû helbestên Ferûxzadê hene. Wergêra ciwan û jêhatî Hatîce Kiliçê bi sebr û sebatê ew wergerandine. Zivistan li ber derî ye, zivistaneke ji wan zivistanên dijwar û bi her awayî sar e... Belkî helbest malê germ nakin, lê dîsa jî ger em bawer bikin, gotin hîn jî dikare me germ bike.

"Şev dadikeve
Û piştî şevê tarî
Û piştî tarîyê
Çav
Dest
Û nefes nefes nefes…"


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.