- I -
Di "All About Eve [Perde Vedibe]"ê de şanogera mezin Margo
Channingê (Bette Davis) di sahneyekê de ji hevala xwe dixwest ku wê tarîf bike.
Ka ji dervê çilo xuya dike yan jî bo xwe nas bike dipirsî. Ji ber ku dilqên jîyan
û şanoyê tev li hev dikirin, Margotê digazincî.
Bi rastî jî tesîreke wisa ya sînema û şanoyê heye. Dixwazî
bila em ne listîkvan bin, dema ku em li bûyerên di nav wan de temaşe dikin
bîranînên me tên bîra me. Yek jîyana xwe û fîlman ji hev du cuda nake. Hele ku
we evîneke mîna di fîlman de jîyabe.
Tiştekî wisa jî heye bêguman dema ku bîranînên me yên
derheqê bûyerên di fîlm de tune bin, meriv wê wextê jî rûdine ji hesreta
tunebûna wan bîranînan digirî. Mesela di derheqê eşqê de ti fikirên min tunebûn
dema hêj pazdeh salî filan bûm. Min di dawîya "Devdasê" de sahne di
nîvê de sekinand û tam nîv saet girîyam. Jê bi şûn da jî bi çavên sor min ew
fîlm qedand. Yên ku bixwazin bigirîn bila wî fîlmî temaşe bikin. Ji xwe yek ji armancên
fîlmên hindûyan jî ev e.
Ji ber van rastî û bîranînan meriv fîlman û jîyana xwe ya
rojane ji hev du cuda nake, her wekî Margoyê.
Ji vir û pê de berê xwe didim fîlmê "A Short Film
About Love [Kurtefîlmek Derheq Eşqê]"ê. Ji ber ku ez jî wekî Margoyê xwe û karakterê di fîlm de
nikarim ji hev du cuda bikim.
Yek ji fîlmên evînê yê navdar e ev fîlm. Fîlmê evîna
yekem û evîna dînbûnê ye. Ji ber ku di jîyana me hemûyan de evîneke wisa çêbûye,
me dibe bîranînan û hinan ji me jî digirîne. Meriv têdernaxe ya ku temaşe dike
fîlm e yan jî evîna wî/ê bi xwe ye. Loma min di serî de qala vê dubendîya
Margoyê kir. Dîsa di nav fîlmekî evînê de gerîyam û bîranînên min, ên ku min
çend qat xwelî li wan kiribûn ji nû ve derketin holê.
Em bên ser mijara fîlmê xwe: evîna saf û felsefî. Meriv
tim bi arezûyekê li ser pêyan diedile, li gor feylezofan. Ev dibe ku arezûya
eşqekê be, yan jî xeyalek be: xeyala jîyaneke birûmet, zêdekirina pereyan û
hwd… Ez arezûya eşqê di nav hemû arezûyan de wekî ya herî saf û zelal dibînim,
dihesibînim û datînim. Jixwe meriv nizane ev arezû ye jî dema ku di nav eşqê de
be. Kêm zêde carekê em dijîn vê eşqê. Eger ku neçe serî jî em li wê zewqê û
arezûyê digerin di evînên din de. Lê hîn diqewimin jî ber ku sernava nivîsa me
"Li me vedigere ya ku a me be." ye. Vê gavê ger em baş
bizanibin bê ka çi bi rastî jî ya me ye yan jî em dixwazin çi bibe ya me. Madga
bê evîna saf e her çiqasî jê dûr be jî. Tomek jî bê Magdaya xwe ye, her çiqasî
Magdayê di nav xanîyên betonî û bajarekî geremolî de bijî jî.
Dema ku derûnîya [psîkolojî] merivî xirab dibe, nêrîn û
fikirên din gelekî bi kêrî merivî tên. Fîlm jî car caran vê wezîfeyê dikin.
Kesên ku li vî fîlmî temaşe dikin, diçin heta evîna xwe ya zaroktîyê. Di dema
me de, demên modern de, û her weha di fîlm de jî kesên ku bi rastî aşiq û
evîndar bin, kirasê dînbûnê li bejna wan tê fesilandin. Belkî li me, li min û
we jî kiribin çendîn caran ev kiras... Dema me û însanên vê demê, bi tevayî
çendî dûrî evînê ne. Çendî! Evîn çendî wekî tiştekî besît tê hesibandin tew bi
çavên nexweşîyekê lê tê nihêrtin. Nexweşîyeke ku divê bê tedawîkirin… Rizgarbûyîn.
Xelasî! Ax, ev fîlm rontgena civakê ye. Fîlmê kezeba civakê û dema me digire,
ne tenê ya Tomekî. Tomek di serî de her çiqasî wekî ''rontgencî" û "tecawizkar"
xuya bibe jî di dawîya fîlm de dibe lehengê evînê û dilê Magdayê. Çimkî Magdayê
jî ji têkîlîyên “zemên” aciz bûye. Hezeke zelal û saf dixwaze her çiqasî ev daxwaz
xerîbî wê be jî. Min ji vê Magdayê hez
kir, him jî gelekî... Kî wê wêrekîyê bi xwe re dibîne ku li evîna xwe ya zelal
bibe xwedî? Hene gelo hîn Magda? Tu li ku yî, Magda? Hêj li te digerim!
- II -
Di fîlmî de bûyer û dîyalog gelekî kêm in. Dîsa jî bi
têra ku bala me bikişînin hene.
Dema ku Magdayê digirî û Tomek wê dibîne û diçe cem
bapîra xwe, ji ber şewata dilê xwe li pênase û sedema êşê dipirse. Li sebeba
hemû êşan dipirse. Tomekê me yê saf û evîndar vê bersîvê digire ji dapîra xwe:
"Dema ku însan hin kesûkarên xwe winda bike digirî yan jî dema ku nikaribe
barê jîyanê hilgire, diêşe û digirî."
Di sehneyekê de jî cara yekem bi hev re diçin kafeyekê.
Tomek jî wekî me hemûyan nizane dê çi bike, çawa rûnê yan jî çawa biaxive...
Çimkî evîn jî wekî jîyanê ye. Kesên ku em evîndarî wan dibin wekî objeyekê li
pêş me ne lê em ji xwe re maneyan li wan dikin û em bi wan maneyan dijîn. Lê ku
dema ev obje li hemberî te be, û tu jî li hemberî vê objeyê bî?
Di dawîya fîlmî de Magdayê bela ku di serî de bi eşqa
Tomekî yeqîn nake dixwaze eşqa wî pê bide derewandin. Lê hewesên laşî ne li
dijî evînê ne. Eşqa Tomekî diherime û eşqa wî wekî ku bi dawî dibe. Maneyeke
Tomekî ya jîyanî namîne û dixwaze ku xwe bikuje. Piştî hewla wî ya xwekuştinê
Magdayê fahm dike ku bi rastî jî Tomek jê hez dike. Bi rastî jî eşqa wisa zelal
û saf heye.
Kieslowskî dîsa muzîkên di fîlmî de bi hestên listîkvanan
re lihevhatî dide me. Hestên muzîkê dibin hestên me. Hestên lîstîkvanan û yên
eşqê ne, muzîkên di fîlmî de.
Magdayê li Tomekî vedigere çimkî ya ku a
me be û me ji dil xwestibe dîsa li me vedigere. Hiskî [dixwazî] bila çi be.
Evîn, xeyal, pere, eşq, rûmet, huner...
- III -
Di vê dawîya xweş û biserketî de pirsek dimîne di
hişê merivî de: Qey jîyan ewqasî besît e ku yek tim li pey xeyalekê be yan jî
li pey kesekî/ê yan evînekê be, tê de rijd be?
Meriv bi mane, arezû û xeyalan dijîya ne wilo? Car caran
jî piştî demeke dirêj em vedigerin xeyalên xwe, nizanim belkî jî ew vedigerin
me. Çimkî xeyalên me yên di serî de aîdî me ne, yên merivî bi xwe ne. Û em jî aîdî
wan in! Dem derbas bibe, wext bibuhire, bûyerên mezin biqewimin jî dîsa hesreta
wan bi me re dimîne. Hêvîyên wan… Belkî ne pêkhatina wan lê micadeleya me, têkoşîna
di wê rêyê de bo me biqîmet e. Hûn gelekî bibext in ku xeyaleke we hebe, yek bi
tenê û wekî din tu tiştekî we tunebe li vê rûkalê! Çendî bibext, mirad... Kêfê bikin
û qîmeta wê bizanibin.
- IV -
Xeyalên ewil, xeyalên zaroktîyê… Dema ku jîyana me serûbin
dibe, em bêrîya wan dikin. Belkî ew xeyal jî bêrîya me dikin. Li wir in, li
benda me. Li benda tevdana me, livandina me.
Dema ku di zaroktîya xwe de ji mektebê vedigerîyam malê
her roj li ber televîzyonê rûdiniştim - wê demê qenaleke me ya ku fîlmên berê
yên Holywoodê diweşandin hebû – û min li fîlmê Bette Devîsê yê bi navê All
About Eve [Perdeyê Bidin Alî] temaşe dikir. Sehne, şanoger, hêrs, qerîyer,
şano, lîstîk… Hemûyan ez dibirim sehneyên Holywoodê û ez dikirim listîkvaneke
mezin.
Niha, piştî salan, çendîn eşq, arezû xeyalan ez li wê
xeyala xwe vedigerim, vediguherim. Yan jî ew xeyal li min vegerîya? Nizanim... Ez
bi tiştekî dizanim lê: bo bimanekirina jîyanê ez hewcedarî wê arezû, eşq û
xeyalê me wekî din ne tiştekî din. Li me vedigere me ya ku a me be.