Çend Ramanên Kurt Li Ser "Doz"a Burhan Tekî

 

|| Welat Ramînazad

Di çile yan jî sibata 2020an de min berhema Burhan Tekî ya çîrokan “Dûpîşk” xwendibû. Van rojan jî min berhema wî ya nû “Doz” xwend.

Zimanê çîrokên “Doz”ê sade û rihet e. “Doz,” wekî wêneyan, parçeyên civaka me nişan dide. Bi nîşandayînê re jî hewl dide ku xwînerên xwe bide fikirîn. Piranîya çîrokan di nav trajedî û komedîyê de ne. Bi çîrokên xwe di nav trajedî û komedîyê de hevsengîyekê ava dike. Di çîrokan de îronî, mîzah wekî hêmanên sereke ne.

Çîrokên Burhan Tekî wekî hindurê nexweşxaneyan sar in. Ez nizanim ji ber karê wî ye yan ji karektera nivîskarîya wî ye di çîrokên wî de hîs bi sarbûnekê dikim. Belê, bi mizaha xwe meriv didin kenandin lê çîrok; jîyanê, hebûnê nadin hezkirin. Kêfxweşîya di nav jînê de, hezwerî di çîrokan de pir kêm xwe didin der. Mekanê “Doz”ê piranî Mêrdîn û Qoser e. Wekî bajar çima Mêrdîn û Qoserê bi me zêdetir nade hezkirin, têkilîyeke kûrtir bi mekanên xwe re ava nake û bo nimûne, quncik û cihên li Qoserê bi prestîjtir nake? Bi raya min pirsên girîng in ev ku divê em ji nivîskarî bipirsin.

Hinek berhem hene baş in, xwedîqalîte ne lê belê problem ew e ku qalîte û başbûna berhemê xwîneran tetmîn û têr nake. Xwîner bi dilekî rihet nikare bibêje ku ya min dixwast ji qelema nivîskarî bixwînim ev bû, tam derba min bû. Raya xwînerî ew e ku, potansîyel û hêza nivîskarî li gor berhemên heyî berztir û baştir e. Qelema nivîskarî dikare ji berhema heyî baştir be. Di nav nivîskaran de kategorîyeke bi vî rengî heye. Li gor min berhemdarîya Burhan Tekî jî tam di nav vê kategorîyê de ye.

Qalîte û başbûna berhemên Burhan Tek heye. Lê belê başbûn, û qalîteya berhemdarîya wî wekî xwîner min têr nake. Çîrokên ez dixwazim ji qelema wî bixwînim ez nikarim bibêjim ku ev in.  Potansîyel, afirînerîya wî ji çîrokên wî yên heyî berztir û geştir e bi raya min.

Yek ji taybetmendîyên derhêner, nivîskar, şair, an jî hunemendên mezin firsendperestî/keysperestî û pragmatîstî ye; dikarin her şert û mercî, her tiştî ji xwe re bikin firsendek. Ji her tiştên ji rêzê dikarin berhemên ji derveyî rêzê biafirînin. Li hemberî êşên xwe, jîyana xwe, ew qasî pragmastîst in; dikarin ji wan berhemên qerase derînin. Akira Kurosawayî ji xewnên xwe fîlmê bi navê “Dreams”ê çêkiriye.  Kubrickî, ji çîrokeke Arthur C. Clarke yek ji fîlmên herî baş ê zanista-honakî, A Space Odyssey (Destaneke Fezayê) çêkiriye. Marcel Proustî ji bîranînên xwe berhema xwe ya bêhempa “Li Pey Demên Wendayî” nivîsîye.

Taybetmendîya sereke ya afirînerîya Burhan Tekî ew e ku ji tiştên rêzê, ji rûtîna jîyana rojane; ji nav bûyerên civakî dikare çîrokan biafirîne. Ev tişt jî nîşan me dide ku ew dikare ji her tiştî bike çîrokekê derxe. Di “Doz”ê de “Derî”yek, jûrek bûye çîrokek. Ji vê hêlê ve Burhan Tek firsendperest û pragmatîst e lê; “lê”yeke vê heye…

Nexweşxane, cîyê herî ontolojîk û metafîzîkî ye. Di nexweşxaneyê de hemû pergal serobinî hev û du dibin. Guneh, şerm, eyb an jî dilkerixîn tune ye. Di nav nexweşxaneyê de însan jî ji hemû sifetên xwe tên şûştin. Însan wekî ontolojîk kêm û ne temam e.  Herî zêde di nexweşxaneyan de bi kêmanî, netemamî, rebenî û neçarîya xwe re rû bi rû dibe, pê dihise.  Ji alîyê din ve jî di nava nexweşxaneyê de psîkolojîya nexweşan, têkilîya doktor û nexweş û nexweşîyan heye… Di vê kontekstê de Burhan Tek firsendperestî û pragmatîstîya xwe nîşanî me nedaye, nade. Çima em ji qelema wî di heqê van mijaran de çîrokên kûrtir, resentir nexwînin? Ez bi xwe, wekî xwînerekî, çaverêyî wan im.  

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.