Saeta Dîrokê


|| Behice Feride Demir

 

Modernîzm saeta dîrokê ye. Xwe bi her tiştî re nû dike. Car heye ji demekê dike dîrok, car heye jî dîrokê dike dem. Çimkî modernîzm dîrokê sewqî lêgerînan dike. Geh bi metot û hînbûnên nû hêza wê diguherîne, geh jî bi çavkanî û dokûmanên nû zîndîbûna wê xwedî dike.

Îro rêberî û rewşenbîrîya cîhanê ji her alîyî ve li gor lawazbûna modernîzmê pêk tê. Modernîzm bêjinga hemû sedsalan e. Ji kêmasî, piranî û pûçbînîyên sedsalan nimûneyên xwe digire û rojanebûna xwe xurt dike. 

Sedsala bîstemîn di ser du meylan re tê pênasekirin. Fikrîyata Fransîyan û Endustrîya Îngilîzan wek du meylên sereke cîhan dan ber zefta xwe. Sîstema împeratoriyê tevî hemû peymanên xwe têk çû, garantorîyên her du meylên nû modernîzmeke bênavber îcat kir. Bêguman bênavberbûna modernîzmê hîna dijî. Teknîk, teknolojî, bazirganî, pîyaseya azad, medya, ger û koçberî navenda modernîzmê roj bi roj fireh dikin, bûyer û dîyardeyên nû lê zêde dikin.

Dewlet, netew, parlementerîzm, hilbijartin, partîyên sîyasî û serokatiya partîyan wek rotasyoneke modern hate pejirandin. Erka serok û serokatiyê jî hat bisînorkirin, hêza wan bi karîzma û biaqilbûnîya wan ve hate girêdan. Dewra serokên lîberal, demokrasîya netewî, ekonomîya serbest, destên modernîzmê yên nerm bûn ji bona civakê. Ev destên nerm ji bona fikir, kiryar û hedefên serokan jî her wisa bû.

Serok û serokatiya bi vê çandê bawer nebe, nikare bigihîje kompartimana serkeftîyan. Serok ew e ku nêçîrvanekî bibawer û çavvekirê gavên xwe be. Serokatîyên pişta xwe sirf didan ol, esl an îdeolojiyekê êdî nikarin bi girseyên modern re serî derkevin û wan îqna bikin. Xwedînirx-bûn, naîfî, stûneke netewhez û demokrasîya pirdeng krîterên dewra serokatiya modern in.Wek gotina Kissinger, "ji bo serokekî yek ji wan wezîfeyên bingehîn ew e ku divê baş fehm bike ka esas kîjan mijar muhîm e û dê çawa bikare mijaran bi hevdu bide xurtkirin."

Çend meh berê wergera bo kurdî û tirkî ya pirtûka Mesûd Barzanî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat weşandin. Kitêb bi navê Bo Dîrokê hate çapkirin. Bo Dîrokê bi xwe jî dîrok e. Piştî şerê ‘91ê, kurdan derîyê dîroka modern vekirin. Heta şerê ‘91ê, rêxistin û realîteya kurdan di bin bandora  Şerê Sar [Cold Warû statûkoya dewletên herêmê de bû.  kurd, piştî şikestina statûkoya li dijî kurdan, bûn yek ji hêzên navenda Rojhilata Navîn û qedera xwe tevî hemû kêmasîyan girtin destê xwe. 

Mesûd Barzanî, çavdêrîyên xwe yên li ser vê dîroka dûr û dirêj wek ‘Bo Dîrokê’ bi nav kirîye. Heta niha pir kêm serokên kurdan ên ji îdam, sirgûn û hepsê xilas bûne, çavdêrî û bîranînên xwe nivîsîne. Bedirxanîyan û Îhsan Nûrî di vir de jî cihekî bêhempa vekirine. Jîyana rêberên civakê û serokan tu carî jîyana wan tenê nîne. Bedirxanîyan, bi gelek endamên xwe bûn riknê entelektualîzma kurdewarîya sed sala modern. Îhsan Nûrî jî bi organîze û teorîzekirina serxwebûnê, rasyonalîteyeke bêhempa li pey xwe hişt. Mesûd Barzanî ev pencere hebekî bi gir û globalî fireh kirîye. Dîplomasî û dengê dinyayê xistîye nav.  Lê Bo Dîrokê, piranî li ser biryarên girtina referandûmê û ketina Kerkûkê disekine. Ya rastî ev herdu bûyer hîna jî hêjayî gelek pirs û bersivan in. 

Mesûd Barzanî di nav serokên kurdan de serokê herî berbiçav e. Ew temsîla gelek tiştan dike. Kevneşopî, arîstokrasî, ol û rewşenbîrî, pêşmergetî, hîna di şexsê wî de ji bona kurdan him sedemên hezkirinê him jî yên rexnekirinê ne. Di pirtûkê de em şopa van rastîyan gelek dibînîn. Bo Dîrokê, ne pirtûka bîranînan tenê ye. Ew gelek dokûmanên fermî û nîqaşên partîyan, îmzayên berpirsîyaran jî eşkere dike. Civîna li Sihêlanê, biryargirtina referandûmê, reaksîyonên dewleta Îraqê wek bûyerên sereke ne. Nakokiyên li ser maddeya 140î û sedemên nedayîna para budceya ji kurdan re yek bi yek hatine şirovekirin. Nexşerêyên ji arşîvên osmanî û îngilîzan hatine wergirtin jî wek suprîzên pirtûkê ne. Cardin wan kozikên li dijî DAIŞê yên di nexşerêyên aktuel de hatine çêkirin, bala mirov dikişînin.

Mesûd Barzanî, bi zimanekî objektîf hemû perîyod nivîsandîye. Dîroka kurdan a sed salan ji çar aliyan raxistîye ber çavan. Di zagonên navdewletî û herêmî de mafê serxwebûna netewekê çer, çima û ji bona çi lazim e yek bi yek gîhandîye hev. Gelek mînak ji deklarasyona prensîbên di qanûna Netewên Yekbûyî de heta armanca tevlêbûna kurdan di amadekarîyên di makezagona Îraqê de jî bi berfirehî qal dike. Dîsa rewabûna referandûma kurdan û ceribandinên Kosova, Timora Rojhilat û Senegalê wek mînak dide.

Dîroka kurdên Başûr dîroka herî trajîk, dîplomatîk û navnetewî ye. Polîtîka, dîplomasî û partiyên sîvîl bi hev re derdikevin pêş. Ji ber xeta Mûsil û Kerkûkê her tim guhên hêzên navnetewî li ser Başûr e. Loma jî Barzanî, pêvajoya referandûmê ji vê rastiyê dûr nenivîsîye.

Her çiqasî di çapemenî û raya giştî de referandûm li ser milê partî û aliyekî bimîne jî, Bo Dîrokê wek dosyayeke fermî berpirsîyarîya hemû partîyan jî eşkere dike.

Bo Dîrokê, dîroka îro ye jî. Ji bîr nekin, saet nasekinin.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.