Personaya Hîçitîyê Anku Hîçitîya Personayan


|| Aynûr Çîle


PERSONA YEK, DU, SÊ, ÇAR, PÊNC...

Bila analîzên dirêj ên akademîyê û rexnegirên fîlman li ser wan hunermendên ku di berhemên xwe de peyaman nîşanî temaşevanan didin bên nivîsîn. Hin senarîst hene ti peyaman nîşanî me nadin di fîlmên xwe de. Armanceke wan a wisa tune ye. Di hunera wan de tenê şerê wan ê bi xwe û Xwedê re heye çimkî. 

Ji xwe Ingmar Bergman jî wiha dibêje mealan: "Di hemû berheman de bêguman mijara şerê însên û Xwedê heye. Şerê ku însan bi Xwedê re dike...’’

Ji ber ku Bergman di nav malbateke dîndar de mezin bûye ew jî tim vî şerî dike. Kî dizane belkî jî pûtê wî yê herî mezin ev e. Di fîlmên xwe de jî tim vê mijare dike mesele ji xwe re. Di bingeha hemû fikirên wî de Xwedê heye çimkî.  

Meriv bi fîlmên Holywoodê dema xwe derbas dike û di wê kêlîyê de bi hevîyên xweş tije dibe. Persona û fîlmên Bergmanî yên din ne bi vî awayî ne, loma jî di kategorîya sînemaya Ewrûpayê de ne.

Sînemaya Ewrûpayê jî ji du hêlan ve tê kategorîzekirin. Yek jê, fîlmên ku peyaman nîşanî bînêrên xwe didin. Armanceka wan heye û her hêmaya di nav fîlm de tiştekî dibêje. Fîlmên din jî yên ku qet ti peyam û armanc di nav wan da tune ne. Persona û fîlmên Bergmanî di nav vê kategorîyê de ne. Ne fîlmê dema xwe ye û ne ji bo bi dilê temaşevanan be hatiye amade kirin Persona. Şerê Bergamanî yê bi xwe re, bi xerabîya xwe re, bi bêma'nebûna jîyanê re, bi Xwedê re, şerê di navbera rastîya di nav derehişîya xwe û hişê xwe de…  Bi rastî şerê hemû însanîyetê heye di fîlm de. Ji ber vê yekê pir hatîye ecibandin û hezkirin. Bi salan e ji hiş û mêjîyên me dernakeve. Bergman em in, em jî Bergman in.

Ez di dema me de Charles Kaufmanî zahf dişibînim Bergmanî.  Ji ber ku ew jî li ser meseleya xwedîtinê, hebûnê û hwd... berhemên xwe pêk tîne. Armanceke wî ya ku peyamekê bide bînerên xwe tune ye. Bi rastî armanceke wî ya din jî tune ye :) Ji loma di fîlmên wî de em hestên lixwegerînê ji dil hîs dikin. Pêkanînê û bêma'netîya dinê.

Ingmar Bergmanî tim behsa kabûs û xewnereşkên xwe kiriye û wiha gotiye: ‘’Min nihêrt ku ez ji vî halê xwe yê nexweş xelas nabim, loma min jî nexweşîya xwe kir sin’et û xist nav hunera xwe. Belkî jî yek kabûsên wî ev zarokê ku di serî û dawîya fîlm de destê xwe li ser Alma û Elisabethê gerandibe. Elisabethê ji kurê xwe hez nedikir û sebeba depresyona wê jî ev bû. Almayê jî zarokek ji ber xwe kiribû, bê xebera mêrê xwe. Zaroktîya Bergmanî jî bûye kabûsa wî çima ku diya wî jî nexwestiye wî bîne dinê.


 

Tesîra psîkîyatrê navdar Carl Gustav Jungî jî li ser Ingmar Bergmanî û li ser fîlmê Personayê zêde zêde heye. Tesîra Bergmanî bi xwe jî li ser karekterê Elîsabethê û li ser hemû karekteran din ên fîlm heye. Tesîr tiştekî wiha ye ku tim vediguhere li ser însanan. Lê tesîra herî mezin çi ye? Tesîra bingehîn ku li ser Jungî, li ser Bergmanî, li ser Elisabethê, li ser me… Dema ku em li fîlmî temaşe dikin, tesîra êşê ji dil hîs dikin. Ev êş e ku tesîrê li me hemûyan dike. Êşên ku li me dibin kabûs û me nexweş dixin.

‘’Ji êşên xwe yên herî mezin xwe nas bikin û ji vê êşê pêk bînin hunera xwe.’’ dibêje Jung. Ji xwe ya Bergman dike jî ev e. Ji xewnên xwe pêk tîne fîlmên xwe. Ji xwe bi xewnekê dest pê dike fîlmê wî yê bi navê Wild Strawberriesî. Ji loma analîzên fîlmên wiha cur bi cur in û her kes li gorî zanîna xwe analîz dike. Lê em dikarin çend tesîrên Jung ên li ser vî fîlmî analîz bikin. Li gor pêşbînîya min çawa di fîlmê 'i am thinking of ending things' de hemû karekter û bûyer di zîhnê zilamekî pîr û tenê de pêk tên, belkî fîlmê Personayê de jî hemû karakter heta textor û mêrê Elisabethê jî karakterên zîhnî ne. Hemû karakter û bûyer tevde di hişê Elisabethê de ne û Elîsabeth bi wan personayan û bi hîçîtîya xwe re şer dike.

‘’Persona’’ bi serê xwe jî têgeheke Jungî ya pisîkolojîk e. Di dema Yewnana Antîk de şanoger ji ber ku ji hevdu bihatana cudakirin maske didan ber rûyên xwe. Navê wan maskeyan Persona bû. Maneyeke din a Personayê jî “kesayet” e. “Persona” arketîpek e, maskeya ku em di jîyana xwe de didin ber rûye xwe ye. "Sî" jî arketîpek e din a berovajî “persona”yê ye û ev jî alîyê me yê herî veşartî ye.

Bi kurtasî personayên me gelek in, yên Elisabethê jî. Elisabethê xwe zêde xistîye bin tesîra personayekê û havîyî hebûna xwe bûye. Dema ku ji vê personayê brînekê distîne, nexweş dikeve. Şerên van personayan û şerê bi xwe re ye ev fîlm. Ev şer jî bi serê xwe personayek e. Loma textor di sahneyeke fîlmî de ji Elisabethê re digot: ‘’Bêdeng bimîne, bêdengîya te jî rolek e. Dema ku tu ji vê rolê jî aciz bibî, tu yê dev jê berdî ji xwe.”

Bê personatî jî tiştekî talûke ye. Di sahneyekê de Elisabethê li televîzyonê temaşe dikir, di nûçeyan de çav bi rehbikekî budîst diket, ji ber ku yekî bê persona bû (alterego) xwe dişewitand.

Bêdengî ye çare ji bo Elisabethê. Di dinêya bi rol û maske de bêdengî çare ye. Lê piştî demekê ferq dike ku bêdengî jî tenê maskeyeke din e. Di nav van maskeyan de rihê Elisabethê temsîl dike, Alma. Ji ber vê yekê xerabîya xwe û xerabîya li ser rûyê dinê bi xeşmeke mezin îtiraf dike.

Alîyê me yê herî narsîst e Elisabeth jî, loma li hember hemû alîyên xwe yên din bê bertek e û bi kenekî rezîl dinihêrê li van alîyên din. Di nameyê de dinivîsî ku Almayê evîndarî wê ye. Nameya ku devê wê vekirîye û Alma pê dîn dibe ji qehra, nameya ku rastîyên em xwe ji wan vedidizin û bihîstina wan li xweşîya me naçe, ti caran. Elîsabet çawa ku alîyê narsîstbûne (şişme, inflation) temsîl dike, Alma jî alîyê “kompleksa xwebiçûkdîtinê” (aşağılık kompleksi) temsîl dike. Loma xwe ji alîyê zêhnî ve kêm dibîne û tedawîya Elisabethê jî di serî de red dike. 

Alma bi mêrê Elisabethê re diaxive û di ber neynikê de her du karekter tên ba hev du. Bîner vê deme fahm dikin ku di fîlmî de tenê karakterek û du kesayet hene. Lê ev her du kesayet çendî nêzî hev du bibin jî di dawîya fîlm de ji hev vediqetin. (Personaya bêego û egoya bêpersona.) 

Alma di dawîya fîlmî de ji “persona”ya ruhê xwe vediqete û ji personaya bêdengîyê jî aciz dibe. Bi kesîtî û rêya xwe ya berê ve diçe...

Ji bilî van jî gelek ma’neyên din di vî fîlmî de hene lê kesek ji Bergman pêştir bi wan nizane. Ji xwe bi nexweşîya xwe vê senaryoyê dinivîse. Kî dizane belkî Vertigoya Hitchcockî jî hebû...


PERSONA 1

Dêbûn anku bavbûn, xwe careke din dubarekirina li ser vê dinêya xerab... Careke din dubarekirin lê bo çi, ji çi re? Malbat, medenîyet e. Medenîyet jî sazîtî ye. Hîs û bawerî anku safîtîya me ya ku dibû sazîtî, me'na û bawerîyên xwe winda dikirin. Xwestinên me yên ji dil, hêz û kîn û cesareta me diket bin hezar cilikî û pênaseyan. Dibû sin'et, dibû şano, dibû muzîk, şiîr... Hestên me, ji me diafirîn û dibûn sin’et lê ew sin’et jî dîsa ji xwe diafirî û diket nav hestên me. Dewr û daîmeke ecêb e, bi rastî jî ecêb...


PERSONA 2

Elektra; karektereke Sophoklesî... Sûcê wê yê herî mezin ew bû ku bûbû keça diyeke ku nikaribû bi wan arezûyên xwe yên qirêj... Di bindestîya diya xwe de Elektra bi salan di hepsê de dima û di dawîyê de diya xwe dikuşt. Elektrayê, medenîyet, zêdebûn, pêşveçûn, sebeba xerabîyan dikuşt. Li hemberî medenîyetê çand bilind dikir. Elektrayê, kîna xwe, êşa xwe nedikarî veşêre, wekî heza xwe heyfa xwe jî distand. Elektra nikaribû bi maskeyan kîna xwe veşêre û wan qanûnên derewîn qebûl bike. Mikafatên mezin û bextewarîyeke derewîn... Nikare veşêre hebûna xwe, Elektra. 


PERSONA 3

Ne nexweş bû, Elisabeth ji Ingmar Bergmanî. Lê tenê ferqeke wî hebû. Wî ev nexweşî din av hunera xwe de jî dixwest. Bi şûn de jî çend çepik distandin. Aferîn ji wî re û çend çepik, sê çar çepik.


PERSONA 4

Royekê ji nişka ve êşek hat ji cihekî dûr î ku ti kes navê wî cihî nizane. Ew êşa ku meriv bi xwe jî navê wê nizane. Hat û xwe li dilê min xist. Rûnişt li ser rihê min. Hat, wê roya ku min tim hîs dikir ku dê bê. Wê royê bextewarî ji min bi dûr bû. Wê royê, piştî wê kêlîyê bextewarî hew careke din serî li dilê min da. Ji nişka ve wê demê min tunebûn dît. Min xwe û bedena xwe, bedena însanan jibîr kir. Min bi tenê wê êşa însanan û ew rihên ku di bedenên wan de asê bûbûn didîtin. Êdî min êşa hemû însanan li ser lêv û kenên wan ên derewîn de didît.


PERSONA 5

Tenê carekê însan ji nişka ve disekine, kêm zêde carekê di jîyana xwe de. Pirsên wekî ez kî me, çi dikim li dinê û hwd ji xwe dike. Ne bi rizaya xwe hatim û ne bi rizaya xwe jî diçim. Ne min xwest vê hebûna xwe û nedikarim bi tunebûnê re jî bireqisim. Bi carekê re tu dipirsî û tu hingê biryara xwe didî. Ez mecbûr im yan ne mecbûr?.. Mecbûr im û dê bijîm û xwe bavêjim nav vê dinyaya derewîn. Ez jî dê bileyizim. Di nav vê dinêya mîna şanoyekê de. Dîsa dileyizim wek nav şanoyekê de.


PERSONA 6

Naxwazim, di nav komkujîyan de, di nav xanîyên ku li ber zelzele û hêlîyan de diçin bimirim. Naxwazim bêm kuştin û bibim cesedek di televîzyonan de. Gotinek bo kesan, neteweyan yan “îzm”an, naxwazim. Naxwazim bibim nivîskareke ku bijartina peyvên xwe li gorî dilxweşîya xwendevanan dike. Naxwazim bibim şaîreke ku êşên xwe yên sexte difiroşe. Evdeke ku mirinê ji bîr bike, naxwazim bibim evdeke jîyanê. Parçeyek ji cemaetê ku pê xwebûna xwe ji bîr bikim. Moristaneke biçûk di sahneyên navberên fîlman de derbas dibe, di kolanên mezin de û di nav hazar însanan de. Naxwazim, qetîyen naxwazim bibim di deh tercihên kesekî/ê de jinek yan mêrek ku newime ecibandin. Naxwazim bibim fedaîyeke di malbatekê de ku tim li benda nîzamekê ye. Jineke xweşik, laşekî saxlem, karekî baş. Li ber xîyanetê, tenê bi merhameta Xwedê. Naxwazim wê jîyanê ku wekî hez û êşên min, kîn û xezeba min jî dinixûmîne.


PERSONA 7

Midefayên sexte, wê mirina ku were berî kamîlbûna nefsa min.

Naxwazim wê mirina bi bombeyekê yan jî bi êrîşekê.

Lêgerîna felatê li bajar û welatine din, naxwazim wê felatê.

Jîyaneke bextewar.

Naxwazim salê carekê hub û temenîyên min bên tefandin.

Naxwazim bibim evdek li ber qencîyeke ti kesî.

Naxwazim têkevim hezar dilqî ku xwe bidim ecibandin bo wan kesan.

Redîyeyên bi zordarîya însanan, naxwazim.


PERSONA 8

Naxwazim derbas bibe ew dema miqades ku bi şid îdrakî rihê xwe dikim li şevên tarî û dibim yek bi sitêrkan re.

Dibim yek bi ewr û sîyan re.

Naxwazim, bibim zaneyek ku bi hezar kitêban li paşî min û waezkar.

Naxwazim, veşartina wê heza ji dil hîs dikim ku dimirin însanên xerab.

Bibim însaneke normal, piştî van zanînan.

Naxwazim bo zewacê, vê hunerê. 

Naxwazim, pêşbînî yan jî vegerandina sîyeke din. 

Jîyaneke biyanî bi destpêkeke din û doza ku bêm qebûlkirin ji hêla cemaeteke din.

Hezên derewîn û dînbûna xwe ya veşartî, li benda dîtina azadîyeke din.

Bileyîzim jî di nav sîyên dinêya derewîn de, naxwazim û nikarim bijîm.

Naxwazim rûmeta min pûç bibe û tenê ji Xwedê bixwazim heyfa xwe, heyfa rûmeta xwe dixwazim.


PERSONA 9

Windabûna li okyanûsekê, di nav nîvê şeva reştarî de.

Naxwazim bigirim birînên xwe bi birînine din.

Naxwazim xwedîya hezar kesayetîyê bim û naxwazim wê bêxwedîtîya dijwar.

Naxwazim di çîroka kesekî/ê de bibim karektereke xwedî du rêzik û jibîrkirî.

Naxwazim bibim ezîzeyek anku modeleke ku ji min tê xwestin.

Naxwazim di rêyeke bênav de anku li sînor bibezim.

Dema ku di hemû mexlûqatan de parek ji xwe dibînim û her sozên ku dixwînim êşek ji xwe, naxwazim bibim maxlûqateke cuda yan jî maxlûqateke wekî her kesî.

Naxwazim bisekinim û bijîm êdî bi vê hêvîya ku royek bê û ez dê bang bikim zanîna xwe yan hunera xwe yan fikirên xwe yan kîna xwe yan eşqa xwe yan êşa xwe yan rastîya xwe. Naxwazim van hêvîyên ku ti car nayên cîh. 


PERSONA 10

Dixwazim bêm fahmkirin û bêm qebûlkirin ji hêla kesekî, kesekê yan kesinan ve. Dixwazim bêm hezkirin ji dil ve. Aîdbûn, li cihekî yan ji hin kesan. Xwestin, aîdîyet, aîdbûn... 

Dixwazim bizanibim sebeba êşên xwe û xerabîya di nav xwe de û bi van biafirim. Bi rastî jî hebin sê çar saline min î din.


PERSONA 11

Min nedît ji hîçîtîyê pêştir dema ku min xwe dixist temela heyatê.


PERSONA 12

Min jê nefret dikir û ez jê dihesidîm. Min jê nefret dikir, çimkî wekî halê we yê niha, ji biçûkayî ve bi van bawerîyan û bi van qerarên mezin ji rastîyan direvîyam. Min qebûl nedikir ti car kêmasîyên xwe. Bawerî rehettir bûn çimkî, bawerî ji dil dihat û ez radizandim. Mirin, însan, reqs, çûn û hatin, ew hezkirina ku min ti car nedistand ji dil. Lê dema ku ro bir ro kêmasîyên min xelas dibûn û diketim nav însanan û dihatime hezkirin ji hêlan wan. Hezkirin, peyveke ku jê bêtir min baş dikir û jê bêtir min nexweş dikir tunebû. Dema ku xwedî hezar maskeyan bûm û ji min hez dikirin û ez jî dibûm ji wan vê gavê bi min berbat dihat halê min berê. Yanî halê wê yê niha. Wekî dînan li pey kesan an îdealekê. Niha ew jî li ber min bû, mîna “bere”ya min, li ber min. Gunehê min pê dihat. Gunehê min bi min dihat bi rastî. 

Qey ne hatîye hezkirin yan jî hez nekirîye ti car ji dil. Ya min diya min hebû, heval û dostên min. Ji xwe sebeba êşa min bû ev hezkirin. Lê sebeba êşê dîsa dikarê bibe îlaca êşê. Ji min hez dikin, ez hez dikim. Ji xwe bo bi şid îman bikim, min şik kiribû ji eşqê û dev jê berda bû. Lê ew li ber min şikandibû hemû pûtên xwe û wekî bawerîya xwe dijîya bi azadîyeke mezin. Min nikaribû bişikênim, nikaribûm.. Ax! Azadî, çendî dûr î tu ji min. Dûr jî be, naxwazim wê azadîya dîsa di bindestîyan de. Belkî jî azadî tune ye. Kî dizane belkî ji hezar personayan yek persona ye. Azadî. 

Bi lez derketim ji cem wê û dûr bûm ji zaroktî û bawerîyên xwe. Ez ne ew im, ez ne ew a ku di xewnên xwe de cesûr û azad im. Dinê zêde rast e çimkî, dinê bi rastî jî ne xewn e. Hiskî neaxivim ti kelîmeyekê yan biaxivim şev û ro.. Bi heman şeklî dê personayekê li min bike dinê. Dinyaya ku bi qasî personayên xwe jî rast. 


PERSONA 13

Bergmanî ji Jung tesîr distand yan min ji Bergmanî? Na, na em tevda em hemû însan tenê ji êşa xwe ya herî mezin tesîrê distênin. Êş rastîya herî mezin e. Û ev êş gerdûnî ye.


PERSONA 14

Evîn, samîmîyet, hez tene pîrozkirin di radyoyan de, di televîzyonan, sin’et û berheman de. Di bin personayan de. Lê ka hezkirin ka hub, li kû dere ne evên ku edebîyata wan tê kirin. Ji xwe evîna min bû ya ku ez êşandim. Niha dilê min dixelîne, dema ku dibînim van derewîyan. 



PERSONA 15 

Ne fîlmên civakî ne fîlmên personayê. Jung dibêje ku, felat hew bi me re ye, di nav me de ye. Kî xwe bizanibe û bi ser êşa xwe de biçe dê hingî bibe mînakek bo merivantîye. 


PERSONA 16 

Xwe û jîyana xwe li ser hin kesan an kesekî/ê înşa dike, meriv. Wekî din kî dikare li ber hîçîtîyê îdare bike, li ber hîçîtîya xwe û jîyanê? Ka bînin ewên ku dibêjin ti kesî nexin bingeha hebûna xwe, ka bînin û jê bipirsin -bi rastî jî- tenê bi serê xwe ava kiriye, xwe û jîyana xwe?

Bextewarî ji yên ku bixwaze re, bidestxistina wê helbet hêsan e. Lê min ne dixwest ku bextewar bibim. Min ti sebeb jî nedidît bo bextewarîyê. Çima, bo çi bextewar bibim li vê dinê? 


PERSONA 17 

                

Bêdeng dimîne ew a/ê ku ji dil hîs dike êş û elemê. 


PERSONA 18

Xerabîya ku min diavêje ser rûyê dinê û digerim di nav însanan de. Xerabîya di dilê min de ye, tenê. 


PERSONA 19

Rastî û qebûlkirina ku min jê nefret dikir û ez dixistime nav vê êşê.. Ya ku min dîsa dideranî ji vê êşê. 


PERSONA 20

Jîyan ew e ku em di navbera hemû dîtinên xwe de wî tayê zirav û tenik bigirin. Ev jî tenê bi êşeke mezin ve mimkin e. Dîtina ma'neyan tenê bi hîçitîyê û bi êşê re mimkin e. 


PERSONA 21

Ew alîyên min ên din. Xwezîya min nedîtibûya vê rastîyê.
Li vir yek rastîyek heye, tenê yek rastîyek. Ji bilî vê ne ti tiştek û ji bilî vê êşe


PERSONA 22

Hebûn yan nebûn, şitexelandin yan bêdengî ti ferq tunebû di navbera van de, ti ferq. Ya dîn û nexweş ez im yan jî ew in ku dijîn, dibe qey ti pirsgirek û xerabî tune ye li ser rûyê dine? Dijîn û dikarin bijîn. Çepik bo şanoya wan bi rastî jî çend çepik.

 


Di nava min de tenê pûtek mabû, tenê pûtek. Min ew jî şikandibûya azadî dihat. Lê ne min ew şikand ne jî wê azadîya di xeyalan de hat. Dawîya dawî sekinîm li ber van însanên ku dengê min û êşa min a ji dil hîs nedikirin. Êşa min a ku bêdeng a ku di dilê min de elemek. Êş.. ev êşa ku şev û ro min diheland û min ji hal derdixist. Yan ez ê şirîkê çepelîyên hemû însanan û xerabîya wan bûma yan jî min ê bi dilxelandinekê ve temaşe kiribûya, ro bi ro behicî bûma. Lê min bêdengî bijart. Jîyana xwe ya sêyemîn de. Ez mirî ji dayik dibûm. Maskeyek, du maske, sê maske. Min haqîqat sê caran li ser hev de digirt, bi sê maskeyan. Niha tenê bêdengîyeke kûr ji min re ma. Min ti car cesaret nedît, bi cesaretekê bang kiribûya. Min nedît. Ne para min bû gazina  ji heqîqetê. 


PERSONA 23

Bextewarî tezahûra qencîya ebedî bû. Qencî jî li ber xerabîyê bêdeng namîne ti car. Bêdengî jî zanebûna ku hatîye nixumandin e. 


PERSONA 24

Westîyandina ji bo ku bigirim kesîtîyekê, ez bêhal hiştim xwestina girtina kesîtîyekê.


PERSONA 25

Ne tenê personaya evînê, ya jinbûna min, ya rûmeta min, xweşikbûna min, zanebûna min, hunera min, îtîbara min... Hemû personayên min kuştibû, personaya evînê. 


PERSONA 26

Nikaribûm wekî hez û samîmîyeta xwe kîn û xezeba xwe jî binixumênim û vê ez bêdeng hiştibûm li hemberî însanan û jîyanê. Bêdeng û bêtesîr.

Dema ku hemû arezûyên min tefîyan ev xwestina jîyana ku bijîm jî tefîya.


PERSONA 27 

Derbas dibin hemû êş û elem bi wext re. Derbas dibe û tê jibîrkirin. Bi wext re tê dîtin leyîstineke din û personayeke din. 


PERSONA 28

 


"Ez hişyar kirim, ya ku ez êşandim." 

Nietszche


PERSONA 29 

Xwestina xwedîtinê, pêkanîna hebûna xwe, lêgerîna ma'neyekê jî personeya ku herî nadişiba personayan bû. 


PERSONAYA KÊMASÎYÊ

Em tevda bi şekilekî dijîn û dimirin lê hin kes ji serî de personaya hîçîtîyê li rûyê xwe dikir, hin kes jî ji personayeke xwe diavêt personayeke din û bi hezar personayên din.


PERSONAYA DAWÎ ANKU DESTPÊKA PERSONAYÊN DIN

Bi me re ye xelasî. Piştî ku em çêdibûn me ji bîr dikir mirinê, lê piştî mirinê? Piştî wê gava ku tu xwe, rihê xwe bi her tiştî difikire, ji serî heya binî. Wê gava ku rih û bedenê te vediqetine du hêlan û wê gava ku tu bedenê xwe winda dike û di wê kêlîya ku rihê te dibe yek rih li ser asîman. Wê şeva ku tu ji hemî dinê bar dike. Piştî wê dema miqaddes tu yê dîsa bê li ser rûyê dinê û rihê te dîsa bikeve nav bedena te. Tu dikarî çend mehan êzîyetê bikişîne qey? Çavên te yên matmayî tên girtin li ber derewînê. Tu yê zêde zêde bikişînê vê êzîyetê. Dê hêja bê wê vêjînê û jîyana te ya nû. Ew jîyana nû ku dê heza hevalen ji destên te bigire. Tu yê derkevî derve û wî bayê hênik hîs bike li ser bedena xwe. Tu yê hingî bedena xwe hîs bikî. Bedena te bi bayî re. Dê ba bi rihê te re bireqisê. Reqsa jîyana nû. Dê dîsa hez û hubba dost û hevalen te baş bikî. Lê vê gavê heza te ya li ser wan jî hebe. Çimkî yên ku hez dikin, tên hezkirin. Dê eşq arezu te bikişînî nav jîyanê. Eşq û arezûya min.


"Arezû ye astenga herî mezin, li ber hebûnê "     

Sartre

 

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.