|| Haruki Murakami
Ez xaseten ne heweskarê berhevkirina tiştan im lê di jîyana min de bi haweyekî, nexş û nimûşekî berdewam heye: tevî guhnedêrîya min, tişt li dora min kom dibin. Sêlik, sêlikên plakan, gelek jê ez dê dîsa tu carî li wan guhdar nekim; kitêbên ku min xwendine û mihtemelen ez dê dîsa nexwînim; komek parçeyên beredayî yên min ji kovaran jêkirine; pênûsên biçûçik, hew qasî ji hev ketine ku êdî traş nabin. Ji her cureyî tişt kom dibe.
Tîşort ji wan tiştan in ku bi awayekî xwezayî bi ser hev de tên. Erzan in, ez kengî çav bi yekî balkêş kevim dikirim. Ji her derê dinyayê meriv tîşortên cur bi cur yên ecêb didin min, dema ku ji bo maratonekê dibezim wekî yadîgar tîşortan werdigirim, û wexta digerim gelek caran çendekî bi xwe re dibim di şûna ku gelek cilûbergên din ên zêde bibim. Ji loma hejmara tîşortên min bûye zirecêbek, cih di çavîyên berkêşkên min de nemaye, bi awayekî weha ku êdî lazim e zêdeyîyan di qûtîyên qartonî yên li ser hev de hilînim.
Çi çaxa ku biçim DYAyê, piştî derketina ji balafirxaneyê û bicihbûna li bajêr, hemîşe dixwazim derkevim derve û herim ji xwe re hambûrgerekê bînim. Ev daxwazeke siruştî ye lê hûn dikarin wê wekî cureyekî rîtueleke min a ez dibim serî jî bihesibînin. Ji her duyan yek, belê.
Adetî, di saet yek û nîvê nîvroj de diçim hambûrgerfiroşekî, piştî ku qerebalixîya navrojê belav dibe xwe bi ser dezgehê de berdidim, ji kanîyê Coors Lightekê û pê re jî cheeseburgerekê ji xwe re dixwazim. Ez ji bûrgerên nîvpahtî hez dikim û her gav jî pê re pîvazên xav, bacanan, marol û tirşîyan distînim. Di ber de jî daxwaza petatên qelandî dikim û wekî hevalekî xwe yê berê ku seredana wî dikim, seleteya keleman. Di nav vana gişî de xerdel (divê ya Dijonê be) û ketçaba Heinzê partnerên bivênevê ne. Ez ji xwe re li wir rûdinim, hêdîka Coors Lighta xwe fir dikim, li dengê merivên li dora xwe û çingeçinga firaxan his dikim, atmosfera vî dîyarê xerîb bi hûrgilî dadihûrînim û xwe didim bendê ku cheesebûrgera min çêbibe. Wî wextî, aha, belê, lê hay dibim ku bera jî li Amerîkayê me.
Ev tîşort peyameke xwe ya rasterast heye: "EZ KETÇABÊ DIXIM NAV KETÇABA XWE." A niha, ev, hevoka yekî/a wilo ye ku bera jî dil ketiye ketçabê. Hinekî henekê xwe bi wan Amerîkîyên ku ketçabê dixin nava her tiştî dike, lê bo min zahf balkêş e ku yek ji kompanyayên van tîşortan belav dike Heinz bi xwe ye. Li vir hinekî mîzaheke ku henekê xwe bi xwe dike heye, meriv hest bi ruhê Amerîkî dike. Wî ruhê geşbîn, bi heyteholî bêrî ji çavdêrîya hundirîn ê ku dibêje "Ma sofîstîkebûn li ser bala kê ye! Dilê min çi bixwaze ez dê wê bikim!"
Gava ez bi vî tîşortî li bajêr digerim carna Amerîkî bang li min dikin, "Min ji vî tîşortî hez kir ha!" Kesên ku weha dikin bi piranî dirbê "Ez ji ketçabê hez dikim" bi wan dikeve. Carna dixwazim li wan vegerînim "De ka bela xwe ji min vekin lo," lê axlebe bi kenekî kêfxweş "Erê, erê, xweşik e, ma ne? Ha - ha." Têkilîyeke bi vî rengî ya li ser tîşortan re pir bi kêrî zindîkirina tiştan tê. Li Ewrûpayê hûn tiştekî weha bi çavên serê xwe nikarin bibînin. Ji ber ku Ewrûpî bi giştî ketçabê naxwin ji xwe.
(Wergera ji japonî bo îngilîzîyê: Philip Gabriel. Wêne bi destûra Yasutomo Ebisu hatine belavkirin.)
Ev tîşort ji Ventura Surf Shopa li Ventura Countyê ye, mekanekî dewlemendan ê surfê li nêzîkî Santa Barbarayê. Xweş xuya dike lê bi çûna wir dê jîyana we bi pêşdetir here? Xweş bazar e lê min jê ne bawer e.
Çi çaxa ku biçim DYyê tibabekî ji Heinekenê vedixwim. Li barên qerebalix û bi heytehol divê hûn sîparîşa xwe biqîrin, û ez lê hay bûm ku marqaya ez bi aminî bi lêv dikim tim Heineken e.
Ji bo ku hûn tîşortekî têkildarî-erebeyan wergirin, divê hûn ji texmîna xwe wêrektir bin. Zehmet e ku bêjime we ka çi çaxî ez vî tîşortê Shelby Cobrayê werdigirim lê min dît ku bi çakêtên Comme des Gerçonsê re li hev dike.
Ev yê kovara Brîtanî The Economistê ye. Peyama xwe gelekî law e lê axirî dîsa tîşortek e û wî kir ku ez meraq bikim bê ka li hember pendeke weha zor û ji nişkê ve ez dê reaksîyoneke çawa nîşan bidim.
Gava ku ez beşdarî Festîwala Navneteweyî ya Edebîyatê ya li Reykjavikê bûm, li vê zanîngehê axifîm. Nifûsa giştî ya Îzlandayê 350,000 e, û 10,000 jê xwendekar e. Rêjeyeke bi têra xwe ecêb.
Min ev tîşortê Ramones ji bazareke destê diduyan a ku jê re dibêjin Bookoff, li Kyotoyê kirî. Lê min nekarî bi xwe re derxim derve ji bo lixwekirinê. Hin hed û hidûd hene ku hûn bi ser heftê salîyê ketibin.
|| Wergera ji îngilîzî: Birûsk Aryan
____________________________________
|| Ev nivîs ji kovara The New Yorkerê (Versîyona çapkirî ya Îlon 27, 2021) hatiye wergertin. Heta niha çardeh novelên Haruki Murakamiyî bo îngilîzîyê hatine wergerandin. Kitêba wî ya nû, "Murakami T: Tîşortên Ji Wan Hez Dikim" ji japonî bo îngilîzîyê ji hêla Philip Gabrielî ve hatiye wergerandin û ew dê di Cotmeha 2021ê de bê weşandin.
____________________________________
|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.
____________________________________