Hin Pirsên ku Nehatine Bersivandin


 

|| Pirs: Mehmed Salih Bedirxan, Înan Eroglu

 

 

Ev pirsên ku hûn dê li jêrê bixwînin, ger pêk bihata, dê tevî bersivên Eta Nehayî bi awayê hevpeyvînî, Gulana 2021ê di hejmara 14an a Kovara Zaremayê de belav bibûya. Eta Nehayî destpêkê daxwaza me ya hevpeyvînê qebûl kiribû lê piştî ku me jê re pirs şandibûn ji ber hin sedeman nexwestibû pirsan bibersivîne. Herçî pirsên me ne me nexwest di arşîvê de wisa ji bîr biçin, wenda bibin. Pirs piştî ked û mijûlahiyeke çend rojan di Kanûna Paşûn a 2021ê de hatine amadekirin, armanc ji wan ew bûye ku rê li ber bersivên têr û tije xweş bike. Têbîniyeke dawî: Min hin pirsên xwe kurt kiribûn berî ku em pirsan ji Eta Nehayî re bişînin da ku wergerandina wan a soranî zehmet nebûya li Mehmed Salih Bedirxan. Min çêtir girt wan pirsan bi awayê wan ê dirêj bihêlim di halê kurmancî de, her weha ev yek dê çêtir be ji bo xwendevanên ku kitêbên Eta Nehayî nexwendine. Berhemdariyeke berdewam ji bo Eta Nehayî, xwendineke xweş ji bo me.

 

Î.E., 22yê Tebaxa 2021ê

  

 

MSB: Nerîta nivîsîn û gotina şi’rê li nava edebiyata Îranê û edebiyata kurdî, xisûsî jî li Rojhilat kevn e. Weke gelek edîbên din ên kurd te jî bi şi’rê dest bi karê nivîsînê kiriye û berê xwe daye çîrok, roman û wergêrê û herwiha lêkolînên modern ên edebî. Em dibînin rabêja şi’rê hîn jî zal e, di pexşanên te de. Rêwîtiyeke te ya çawa heye di navbera te û cûreyên edebî?

 

ÎE: Di romanên te yên Gulên Şoran û Helaleyê de gelek têmayên hevbeş hene. Bo nimûne mirin (Lasê ku ji ber Xanzadê; Brahîmokê ji ber Helaleyê xwe li mirinê diqelibînin), tepisandina arezûyan (Xanzada ku di ciwaniyê de cîhana wê ji nav sînorên mala bavê wê derbas nabe, piştî bêmêr dimîne heta çend salan arezûyên xwe yên cinsî ditepisîne lê herî dawî bi xwe nikare û bi Ferxeyê tîyê xwe re şa dibe û dizewice; Helaleya ku ji aliyê bavê xwe wekî kurekî hatiye mezinkirin, heta ciwaniya xwe jî arezûyên xwe yên jinane ditepisîne lê herî dawî bi nasîna Brahîmok re nikare rê li ber xwe bigire û xwe pê dide maçkirin), hevyekkirina bi karakterên folklorî (Las bi Lasê kilama Las û Xezal tê hevyekkirin ku li gor vê stranê divê biçe kulîlkekê ji Xezalê re bîne her wekî Lasê romanê tev li hêza kurdan dibe ji bo serkeftina kurdan lê têk diçe; Heme Reşîd Axa bi bi çîroka Mîr Xunawk û Xatûn Kumzêrîn re tê hevyekkirin ku Mîr Xunawk heger biçe şerê dêwan û kaniyê ji wan rizgar bike, Paşa dê qîza xwe bide wî her wekî Heme Reşîd Axa jî diçe şerê dijminên xwe lê ji aliyê dijminên xwe tê girtin). Julia Kristeva tê bîra min ku li gor wê her metnek dubarenivîsîna metnên berî xwe ye. Lê gelo em dikarin bibêjin her metna nivîskaran dubarenivîsîna metna wan a ewil e û her carê heman metnê bi rengekî din, bi awayekî din dinivîsin? 

 

MSB: Kurteçîrokên te ‘Zirîke, Ew Balîndeyên Birîndar Ez im, Tengane’’ ji aliyê form û alegoriya vegêranên xwe ve destnîşaniyê bi 3 heyam û 3 qonaxên cuda dikin. Çîrok û karakterên te yên nava komelgehê ne lê form û alegorî û diyalogên çîrokan yên edebiyata Rojava ne. Kîjan paşxane bû hokar Eta Nehayî şêwaza metamorphosismê/mexsê di çîrokên xwe de bi cî bike? Werger û aşnabûna edebiyata xerbê çiqasî li afirandina te di warê ruxsar û formê de dike?

 

ÎE: Di romanên te de sirgûnî jî gelekî li pêş e her wekî gelek romanên din yên kurdî. Karakterên te tim di nav sirgûniyê de ne, yan sirgûn dibin yan jî ji sirgûniyê vedigerin. Heger bi gotina Ahmed Haşimzade bibêjim, karakter ne aîdî tu cihî ne, ne li welatê xwe ne jî li sirgûniyê. Her tim li malekê digerin lê tu der jî ne mala wan e. Tu vê yekê çawa şirove dikî? 

 

MSB: Ligel koçberî, sirgûn, şikestin û dorandinê, eşq jî tevgereke serekî ye, di pexşanên te de û tu pexşana xwe dispêrî atmosfer û zemîneke heqîqetê û ew eşq jî her tûşî şikestinê dibin. Di kitêba kurteçîrokan Tenganeyê, di çîroka ‘’Rabirdûyek ji Agir’’ de em rastî şikestina eşqa Behiyê û Mihê tên ku eşqa Mihê û Behiyê jî bêbeş nabe ji şikestinên komelgehê. Bahaneya te ya nivîsandina dorandinên komelgehê û eşqên bêmûradî yên takekesan çi ye?

 

ÎE: Di Helaleyê de tu navê gund, bajar, hêz û partiyên li Kurdistanê eşkere nakî lê di heman demê de heta bi navê tax û apartmana Helaleyê ya li Ewropayê jî eşkere dinivîsî. Li vir nakokiyek tune ye gelo? Sedema vê çi ye? 

 

MSB: Qelema te li Îranê gelekî tê ecibandin, şarezayiyeke te ya baş di edebiyata farsî jî de heye. Berhemên te bo farsî hatine tercûmekirin û bi giştî rexnegirên edebiyata farisî, televizyon, radyo, kovarên farsîziman metha qelema te dikin û herî dawî romana Girewî Bextî Helale di sala 2020an de hat xelatkirin. Ev şepola qelema te çawa li nava edebiyata farsî çêbû? Hokarên vê çi ne?

 

ÎE: Li Bakur em te bi romanên te nas dikin lêbelê berhemên James Joyce, Italo Calvino û Milan Kundera jî di nav de, te gelek şakarên edebiyata dinyayê wergerandine soranî. Serpêhatiya te ya wergerê meraq dikim. Çi çax dest pê kir, di qonaxeke çawa re derbas bû, van navan te li gor çi bijartin, prensîbên te yên wergerandinê çi ne? Û bi giştî dikarî çawa behsa wergera li kurdî bikî, nexasim li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê? 

 

MSB: Piştî Rehîm Qazî, Ehmed Qazî, weke romannivîs li Rojhilat navê Eta Nehayî tê hejmartin û dibe nifşê sêyem û karîgeriyeke mezin li nifşên li dû xwe dike. Eta Nehayî rewşa nivîsîna romanê li Rojhilat ji aliyê rûxsar/ form û vegêranê çawa şîrove dike? 

 

ÎE: Franco Morettiyê teorîsyenê edebiyatê di meqaleya xwe ya bi navê “Kêliya Heqîqetê” de qal dike: dema ku dewletek xurt û bi îstikrar be, kultura neteweyî mecbûr namîne ku bi vê meseleyê re mijûl bibe û ev yek jî dike ku li ser xeteke ne-siyasî berdewam bike (dibêje, di esasê dijberiya lehengî/karakterî ya helwesta dinyaya romanê de jî ev tişt heye); lêbelê gava dewlet qels û ne birêkûpêk be, ew kultur hewl dide bi şêweyekî kujende midaxeleyî wê bike ji bo ku wê “valahiyê dagire” û lewma ew jiyana rojane ya romanî wekî dinyayeke belasebeb ya dîmenan tê qebûlkirin û ew wê didin aliyekî (dibêje, ev nerîna han ne tenê di navenda polîtîkayê de lê her weha di wê helwestê de jî jî peyda dibe ya ku bi awayekî trajîk berê xwe dide têkoşîna polîtîk). Herçî kurd in dewleteke wan a serbixwe tune ye û gelek kêşeyên birêvebirinê li Başûr û Rojava hene. Edebiyata kurdî li ber çavan digirim û dixwazim yekser di ser vê nerîna Moretti re bipirsim, ku wî bi awayekî neyekser behs kiriye: Bi ya te xurtbûn û başbûna edebiyatekê (bi giştî) girêdayî dewleteke wê (ya xurt û baş) e yan berevajî vê jî, mimkin e edebiyateke xurt û baş çêbibe? 

 

MSB: Guman tê de nîne ji aliyê zarekî û folklorî û efsaneyi gelek bend û beytên kurdî hene. Lêbelê di serdema modern de ew keresteyên zarekî neman û di vê sedeya modern de kêşeya herî berbiçav a kurdan kêşeya neteweyî û nasnameyî ye. Heger em bên ser rexneya romanê, roman çawa dikare kêşeya neteweyî ya kurd berceste bike? Wê şiyana romanê heye ku neteweyeke parçe û dabeşbûyî biguherîne û zemînesaziyê ji bo neteweyeke yekdest saz bike?

 

ÎE: Ji bilî romanan, çendek kitêbên te yên çîrokan jî hatin weşandin. Ji bo te çi ye ciyawaziya van her du cureyan, li cem xwe wan çawa pênase dikî? Gava dixwazî metnekê binivîsî çawa fam dikî ew metn li çîrokê dike yan li romanê?

 

MSB: Giliyên te li dalxaya pexşana kurdî çi ne û dalxaya pexşana Rojhilat û Başûr ber bi kîjan arasteyê ve ye? Hêmayên romana modern bajar, weke kirde takekes, pirrdengî, serbixweyî karakteran di romana kurdî de bi cî bûye û ew ferhenga nivîsîna pêşmodernîteyê heta kîjan astê berdewam dike?

 

ÎE: Gava tu vî 60 salê xwe yê bihurî wekî şirîteke filîman di ber çavê xwe re derbas bikî, di nav vê maweyê de, poşmaniya te ya herî mezin çi ye ku tu dibêjî xwezî min wisa nekira û kêfxweşiya te ya herî mezin çi ye ku tu dibêjî baş e ku min wisa kir? 

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.