Romanek ji Marguerite Yourcenar: "Êş yek e!"

|| Behice Feride Demir

Toz û dûmana Covidê hîna belav nebûye. Tirs û sîya wê hîna li nav cîhanê û li ser mirovan didome. Bêguman vê afatê xan û mal, der û dîwar hilneweşandin lê dinya ker û lal kir.

Bi hezaran mirî, milyonan nexweş, polemîk û problemêeko-sosyal azirandin. Hişê me tevizand. Em man, mirin ma, telefon û hêvîyen sanal man.

Di nav bablîsoka covîdê de gelek pirtûk ketin destê me. Hemû hêja bûn, tirsa me girtin. Herkesî bi qasê xwe tesellî girt. Lê dîsa jî hinek pirtûkan şewqeke zêde da rojên me. Ev pirtûkên ji şewq û eşqa hunerê xeber didin, bi xwe re dîrokek jî didin jîyana me. Ev dayîn di navbera nivîskar û xwîneran de bextewarîyek e. Jixwe em dizanin ya ku wêje û hunerê biha dike ev bextewarî ye. Gelek pirtûk hene dem û dewran li pêşîya wan nikare bisekine. Sîstemên polîtîk, metodên ekonomîk, kalîteya mirov çi qas biguhere jî, ev pirtûk her tim li ser hemdê xwe dimînin. Ev mayîn jî, ji wêjeyê re dibe anor, estetîk û kozmolojîyek.

Gava demsala bîstemîn kete nava modernîzma teknîk, wêje û niviskaran jî lêgerînên xwe guherandin. Her yekî li gor xwe stîlek bi pêş xist. Demsala modern bi serê xwe bû demsala nivîskarên serbixwe jî.

Di vê serxwebûnê de nivîskarên Jin jî, gelek têknîkên nivîsê peyda kirin û bi ser ketin. Yek jwan nivîskarên serkeftî jî Marguerite Yourcenar e. Navê wê yê rastî Marguerite Cleenewerck de CrayencoureLi Brukselê ji dayîk bûye, lê li Fransayê mezin dibe. Ciwantîya wê li Îtalya, Swîsre û Yunanistanê derbas dibe. Lê ew heta dawîya emrê xwe li Amerîkayê dijî. Yourcenar, pir zû zimanê latînî, yunanî hîn dibe. Ji xwe ba û bandora latînî qet ji nivîsên wê kêm nabe. Mirov gava Yourcenar dixwîne, latînî wek derûnîyeke nû dilê mirov şe dike. Paşê ev realîteya hostane wê dibe heta akademîya Fransî. Ew akademîya ku wek erka hemû zana û elîtan tê nasîn. Yourcenar, yekemîn jin û nivîskara jin e tê qebûlkirin di vê derê deDû re ji endamtîya Akademîya Kralîyeta Belçîkayê û Akademîya Huner û Wêjeya Amerîkayê tê.

Nivîskarên Jin, tim caran di peydakirina teknîkên teze de radîkal in. Nivîskarîya wan ji rant û populîzmê dûr e. Yourcenar jî, yek ji vana ye. Nivîskarîya wê bi rekorekê dest pê dike. Di romana xwe ya yekemîn de nav dide, baleke gur dikişîne ser xwe. Aqil û armanca wê dibe merîfeteke nû di nav rewşenbirî û entelektualîzma fransî de. Di nav demê de, di wêjeya welatê xwe de dibe xwedîyê terzeke xweser û xas.

Yourcenar, bi gelek pirtûkên xwe tê nasîn. Her yek jî klasîk e. Mirov dikare bêje Yourcenar, gelek tişt zêde kirine li nivîskarîya welatê xwe û cîhanê. Werger, kelbest, krîtîkvanî jî meziyetên wê yên duyemîn in. Romangerî û roman bi stîla Yourcenarê xulqekî bêhempa girtiye. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, Yourcenar, berê xwe dide Roma û AtînayberêDu karakterên ji bejna dirokê girantir dinivîse. DL’ouvre au Noir (BerhemêReş) de Fîlozof Zenon, di Memoires d’Hadrien (Bîranînên Hadrien) de biyografîya împeratorê Romayê Hadriebi awayekî modern teswîr dike.


Mijar û metoda pirtûka Bîranînên Hadrien ecêb e. Împerator Hadrien, du hezar sal piştî pêxember Îscardin dîrokê germ dike. Lê îja meqamê  wêje ye. Ew dîsa împerator e. Lê Yourcenarê hêza wî parve kirîye. Parek daye nivîskarîya xwe parek daye Hadrianê qumandan, qral, nêçîrvan û siyasetmedar.

Bîranînên Hadrien, romaneke biyografîk, felsefî û dîrokî ye. Yourcenarê, Hadrienê mezin anîye navenda demsala modern û ew kirîye dengekî romanesk. Ew Hadrianê bi xof û heybet, li mala Yourcenarê, ji Marcius Aurelius re nameyên bi gazin û xemgîn dinivîsîne. Şîret û hişyarîyan dike. Temîyan dide û balê dikişîne ser pêşeroja Romayê.

Yourcenar, di vê pirtûka xwe de çend tiştên hunerî jî îspat dike û dîyarîyî nivîskarîyê dike. Bîst û heft salan ji bona Bîranînên Hadrien dixebite. Her carê Hadrien li cihekî, li seferekê, di ruhekî cuda de dibîne, dinivîsîne û diceribîne. Em dikarin bêjin, Hadrien dibe ku li Romayê xwedîyê textekî nemir bû, lê di romanê de nemirbûn bi xwe bûye huner.

Gava Hadrin welat bi welat digere, an jî qala jîyanê dike, mirov metel dimîne. Lewma mirov dibîne dewlemendîya karakter jî bi qasê meqam û konforê lazim e. Ev fenomenolojîya nazenîn, awira Yourcenarê ye jî.

Yourcenar, ewil pirtûka xwe ya bi navê Alexis dinivîse. Piştî Alexis, Çîrokên Rojhilatê, Berhemên Reş, Zenon, Agir, Xewn û Qeder, Dem Verojek Mezin e, Mischima, Xatîrên Olî, Arşîvên Bakur û Bîranînên Hadrien çap dike.

Ew Romaya ku bi ahenga latînî fireh bûbû di destê Yourcenarê de him Roma ye him Romana Romayê ye.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.