Her wekî ku
em dizanin, metodeke Lars von Trier a cuda heye ku wî ji derhênerên din
vediqetîne. Mesaja ku dide temaşevanên xwe ne tenê li ser kesekî yan bûyerekê
ye. Wê gava di Manderlayê de mesaja xwe ya rastîyekê dide ku qebûlkirina we
gelekî dijwar e, hem li ser têkilîya neteweyên hem jî li ser tekilîya du însanên
ji hev gelek mîzac-cuda wê mesajê dide.
BAVÊ GRACEYÊ, kapîtal, lîberalîzma kevnarî, mihafazekar û bêrehm, li hemberî lîberalîzma ya nû ye. Çimkî lîberalîzma nû serbestîyê qebûl dike lê li gor wan cara ewil yê ku erd (pîyase) dibîne û keşf dike axayê wî erdî ne ew e. Loma di serîyê fîlm de Grace li hemberî bavê xwe derdiket û jê re digot: ''Me ev neteweyên reşik anîn virê lê niha em zilmê li wan dikin û ti heqê me tune ye ku em di zilma xwe de berdewam bin.''
Bavê Graceyê dewletê, qanûnê,
bêrehmîyê û edaleta Mûsa Pêxember temsîl dike. Mûsayê ku sûfîyan îdia dikir ji bela kêmbûna eşq û rehma
wî, Xweda xwe nişanî wî nedida û ew çîyayê dehşetî derdixist hemberî wî, bi rastî
edalet û mewcudîyet û dewlet û şerîeta wî bû.
GRACE ji tuxmê sipîyan a bikurk, bişiir û bigul. Entel û femînîst, lîberalîzma çepî. Hedefa wê ew bû ku azadîyê bide Manderlayê ji bo ku gunehê xerabîyên tuxmê xwe berteref bike. Hedefa wê yan din jî ew bû ku şiiran bide Tîmothy, kefareta gunehên di dilê xwe de bide. Graceya mîna Îsa Pêxember bi rehm bi eşq û bê zilm û bê qanûn û dewlet/şerîat. Sûfî dibêjin ku loma Îsa Pêxember bi eşqê (transfiguration) derdikeve cem Xwedê. Û Xwedê xwe nîşanî wî dide.
Grace derbasîyeke ji her du serîyên tûj bû. Hedefa wê ev bû ku Manderlayê ji emperyalîzmê veguherîne globalîzmê, ji sosyalîzmê, demokrasîyê. Ji çînan, nasnameyê. Ji burjuvazîyê, elîtîzmê.
Graceyê û bavê xwe bi Artêşa kapîtalîst a li pişt wan tên gundê Manderlayê, dibînin ku li vî gundî hîn reşik di bin dest de ne. Grace matmayî dimîne û dipirse ku hêj çawa bindestî li Amerîkayê heye.
''Yabo, qeweta artêşa xwe bide min, ez dê vî gundî rizgar bikim. Ez bawer dikim ku hemî neteweyên li ser dinê azadîyê heq dikin.'' Her çiqas bavê wê dibêje ku ''keça’m dev ji vî karî berde, hemî neteweyên li dinê ne wekî hevdu ne, neteweyin jê nikarin barê azadîyê hildin,'' dîsa jî Grace li hemberî bavê xwe derdikeve û dest bi vî karê pir bi zehmet dike.
Bavê wê jî piştgirîyê dide wê di
dawî de çimkî ji xwe emîn e ku dê keça wî di daweya xwe de têk biçe û wergere
ser soza bavê xwe.
Dema ku ji keça xwe xatir dixwaze
şîreteke biçûk jî lê dike. ''Meyzê, dilê te dê te bixapîne lê ev eşqa derewîn
e. Her keçika li ser rûyê dinê dixwaze ku bikeve bin herema mêrekî ku mîzaca wî
ziddî wê ye, bê fehm û serhişk û qewîn e.''
Graceya ku bi îmaneke qewîn bawerî bi şiir û gulên xwe tîne, li hemberî bavê xwe derdikeve, dibêje jê re: ''Eger ku dêya min sax bûya te dê nikarîbûya qet wiha biaxive.'' Lê, dêya Graceyê kî bû? Ez dibêjim ji wan jinan bû ku Trierî di fîlmê xwe yê berê de qeweteke Xwedayî dida wan. Xwedayî, eşq û evîn û jîyana rastîn. Kî dizane, belkî jî ew arkhé ya ku Heraklitosî di fragmaneke xwe de qala wê dikir: Logos ew arkhéya wan ziddîyan e ku ew jê derdikevin û her du ziddî jî nizanin xwedî heman logosê ne.
Yadêya Graceyê
Dema ku yadê tê, giyan jî pê re tê
Yadê jîyanê vedike
Yadê hewar û rizgarîya me ye.
Yadê şer û sebeba me
Yadê mirin û xerabîyê def dike
Rihên xerab dike nav bedenên pak
Bedenên xerab, li rihên pak dike
sitara me ye, hembêza yadê
me ji dehşetê difilitêne
Dema
ku kapîtalîzm (DYE) bi saya entelên di nav xwe de azadîyê dide neteweyên
bindest (Iraq), bi sîleh û qeweta xwe ji Manderlayê derdikeve, piştî wan
geremol, kaos û îsyan derdikeve her wiha neteweya ku hê nû azadî standî jî di
nav xwe de xwe bi xwe dixwe. Demekê xelayeke dirêj derdikeve di bajêr de û ev neteweyê
ku di serî de rehm û azadî xwestî xwe reben kirî vedigehere cenewaran. Hetta
pîrekek ji wan xwarina para zarokekê didizîya û zarok ji birçîna dimirîya. Di vê navberê de ew teza Trier ew rast derdixistin ku ji demên berê de ji
Aristotelesî bigirin heya Ibn Sînayî, Platonîsî û heya vêga jî neteweyên
pêşveçûyî tim îdîa dikin ku mîzacên hin neteweyan kamil nebûne û tim li paş me
ne û ti car nagihijine me, kêm û kevneperest in. Di vir de her kesî
dikaribû bi rehetî bibêje Trier faşîst e. Çimkî di dema me ya nûjen de hemî însan
hevpar bûn… Madem wilo, kî vam şerên dehşet derdixe? Trier?
Graceyê
erd dida reşikan, pîyaseya serbest, lê dîsa xulametîyeke din derdiket, her wekî
ku Marx jî vê îdîa dikir. Hetta Graceyê berî ku ji Manderlayê derdiket, bi
temsîlî, reşikan îşkenceya qemçîyan li Tîmothyî dikir. Çimkî Tîmothy ne kêrî
azadîyê ne jî kêrî şiiran hatibû.
Belê heya virê Trier faşizmê û întiqama Graceyê diparêze û pê neheqîyeke mezin dike. Lê bi rastî ji mesaja Trierî ku di serî de kapîtalistan dixist binê erd û berî vî fîlmî di fîlmên din de (Dogville) Amerîkayê dinirxand û evîneke bê hed û hudûd (Breaking the Waves) diparast, niha ji çi re vediguherîya? Lê Trierî mesaja xwe ya rast di dawîya fîlm de nîşanî me dida.
Amerîkayê
azadî dabû reşikan û Graceyê jî şiir nivîsîbûn ji Timothyî re... Lê ne tehemila
Amerîkayê ne jî tehemila Graceyê hebû ji wan re. Çimkî her du cih jî ne amade
bûn ji azadîya rast re û ji evîna ebedî re.
Dema ku dibe
bişev û bidawî, teqereqên rojê û rêyên min xelas dibin... Bêtir li rihê min
digire ev hesta ku ez tik û tenê me û bêmaneyeke li dinê… Nizanim ji qurretîya
min e ku ji piçûkayî ve têr û tije me, ti kemasîya min tune ye, loma bê hedef û
armanc im li dinê. (Bavê min, birayên min û artêşa li pişt min a kapîtalîst sax
be.) Ne ji malê dinê lê bawerîya min li eşqê, muhbetê, rastîyê, semîmîyetê
hebû. Lê niha min ji van perrên xwe birîneke mezin xwar. Bawerîya min li ti
tiştî nema niha, loma ti maneya min ku min li dinê bihêle jî. Ax! xîyanet
birîneke kûr e ku te ji xewnên xweş hişyar dike û te dadike nav nihilîzmekê. Ji
dinê direvim lê piştî demeke dirêj ev valahîya ku rihên min disekinîne û hizûr
dide min (ataraksîya) jî ji min re pir dehşet tê. Hamlet jî vê rastîyê nîşanî dikir,
digot: ''Mirin-razan;- Razan! Xewna ku bê ber serê me: ev e asteng.'' Niha dê
çi bikim, biçim kû derê, întiqamê bistînim an bigihijime bavê xwe yan efûyeke
jidil. Nizanim, bi rastî nizanim çi bikim.. Halbûkî di serî de çend rûpel şiirên
min û desteyek gulên min yên sorî hebûn bi tenê.. Belkî derewîn bû lê mabeda
min gelekî bi bextewarî.
LOGOSA (MANTIQ) ARÎSTOTELESÎ
Ji dinê direve û dikeve nav xewnan ku bifilite lê xewn vediguherine kabûsan, ji zilmê direve lê rehm dibe kabûs… Di nav van her du hêlan de, di nav bêaîdîyetekê de, di nav van her du ziddîyan de… Dê çi bike Grace, mîna însanên ku fikirandinê xwe wekî nexweşîyekê li wan girtî. Mirin, çare mirinek e qey ? Lê bo mirinê bixwaze divê pêşî li dinê cihekî bigire însan. Nizanim, nizanim dinê çi ye. Belkî jî dinê, tenê merhaleyek e ku divê em jê bi xisarên herî kêm derbas bibin.
Însan mecbûr bû ku ji vê merhaleyê baş xerab derbas bike. Û heya kelîmeyeke însan jî li dinê hebe, însan mecbûr e bijî. Bi rastî jî Însan mecbûr e bijî. Lê jîyan di navbera van her du serîyên tûj de çilo derbas bibe? Di navbera nihîlîzmeke (nebûn, فقر, genesis) kûr û mewcûdîyeteke (bûn, مال, to on) tije de, însan dê çilo bijî? Trier her du ziddîyan û hemî paradoks û kêmasîyên me nîşanî me dida lê çareyek… Dewleteke hem bi qanûn û edalet hem bi rehm û tehemil..
Dinê yan însan, ti kes nehatîye vê merhaleyê ez dibêm lê dîsa jî her feylezos li gor xwe bersivê dide vê pirsê.
Arîstotelesî di kitêba xwe ya Etîka Nikamakhosê de (The Ethics of Aristotle) însan û dewletê dişibîne heman tiştî. Dewlet jî wekî însanan organîk/holîstîk e. Di tarîxê de herî pêşî Arîstoteles vê îdia dike. Çimkî însan ''Zoon politikon e" li gor wî. Fârabî di Peyde di El-Medînetu'l-Fazilayê de, Ibn Xaldûn di Muqeddîmeya xwe de her wiha vê îdîa dikirin.
Pirsa herî girîng ev bû di heman demê
de. Hem bo dewletan hem bo însanan a baş çi ye?
Li gor Arîstotelesî însan û dewletên nexweş di navbera van her du alîyên ji hev du zid dimînin. Û çend mînakan dide me. Tenê însanekî nexweş (bêehlaq û bêfezîlet) di navbera jîyaneke sihetî de û parêzeke dijwar de diçe û tê.
Însanê nexweş bo jîyaneke sihetî xwe ji xwarinê dûr dike û parêza dijwar digire. Li xwe îşkenceyê dike (Grace). Û dîsa însanê nexweş zêde xwarinê dixwe û xwe ji parêzê dûr dihêle (Bavê Graceyê). fikirandina bi vî awayî paralojîzmeke mezin e. Lê Arîstoteles dibêje, qet ev fikir nayê hişê însan ku di nav her du ziddîyê de halekî din ê sêyemîn ê mimkin heye (included in middle, sentez). Ji her kesî we ye ku Logosa (ziman, aqil) Arîstotelesî bi awayekî jihevkirinî ye lê bi rastî ne wisa ye. Bi awayekî danehevkirinî ye. Dema ku însan bi vî awayî bifikire dê bextewar bibe.
Elbet hedefa însan bextewarî ye lê bextewarî ji hev gelekî cuda ye.
Maneya Logosê jî ji koka peyva legeinê te. Yanî neqandin, di jîyanê de ji gelek tiştên cuda yeko yeko ya baş bineqînin û van bikine desteyeke kulîlk (antnthemon, logos, antolojî), dibêje Arîsto.
Bextewarî ev nispeta ku di
navbera her du serîyê kevaneyê de. Her du serîyên ku ziddî hev du ne lê arkhéya
wan ji heman çavkanîyê tê. Bextewarî û jîyana mimkin ev e ku însan tê de bikare
di dengeyekê de bimîne.
MANDERLAYA ME
Qet hewce tune ye ku em li welatên dûr bigerin li gundên, insanên, dewletên, jin û mêrên, rehma têr (Îsa) û edaleta tije (Mûsa) yên Manderlayê. Manderlay li ber me ye, rip û rast. Neteweyên ku xwe di bin dest de dibînin û bo azadîyê ti karî nakin. Hetta ditirsin ku piştî azadîyê dê çi bikin. Çimkî azadî bi xwe re mesûlîyetê jî tîne. Dewleta ku îdia dike bi demokrasî ye lê tehamila wê tune ye bi sê çar tabelayên bi zimanê dayîkê. Çîyayekî mezin ê di hembera entelektuelên di destên wan de şampanya (avasit) û gundîyen bi adet û toreyên xwe (avâm). Jinên me (Grace) yên feminîst ku her çiqas înkar bikin jî bi rastî tehemil nakin ji çarika sipî ya dê. Mêrên me (Timothy) yên her çiqas îddîa bikin ku şiirhez in lê feodalên wekî wan ku aşiqî kevnarîyê, milk û îtibarê û rehetîyê tune ye. Azadxwazên me yên ku bi rastî nizanin çi dixwazin di mêjîyên wan de tije nefambarî (kavram karmaşası).
Van hemû paradoksan dike nav çavên me Lars Van Trier, loma tehemila ti cemaatê lê tune ye. Trier ji me re dibeje, bi xetere û başîyen xwe re xwe binasî. Bizane ku tu çi dixwazî. Însan nizane çi dixwaze. Ez jî nizanim û belkî ji Graceyê jî xerabtir im. Belkî her kes li pey nanê xwe ye lê madem wilo ye, ji kû derê derdikevin ev xerabî û zilma li ser dinê ku ro bi ro me nezî qiyametê dike? Piştî van mesajên Trierî, însan ji xwe dipirse. Ez kî me, însan kî ne, rastîyek (mewcudîyet, arkhé, esasî, ebedî, bêveguherîn, heyînî) heye? Ez jî nizanim, qet nizanim.
MENÎFESTOYA TRIERÎ
Zilamên femînîst
Tolazên ku hezkirina ji dil dixwazin
Vejeteryan û vegan
Elîtîstên ku ilm û xebata bêhikmet
Avasitên ku hikmeta bê zanistî û xebat
Kominîst û çepgirên me
Netewperwerên ku çavên wan tim li rêyekê
Li ser van xeyewanhezan ku
Em nikarin bitirsin gava ku seyek
Derbas dibe di ber me de
Ez bawer nakim bi rastî ji Postmodernîstan
Ku diparêzin hemû cureyan lê paşî di dil de
bo van bêtehemilî û merezî
Ax! ewên ku bi saya van xelkên bindest...
Oldar û mihafezekarên ser û binî bi menfeat
Bes, ne razî me ji nerastîyan
Ne razî
me ji wan kesan
Bi hezar maskeyan
Aciz
dike min, hezkirina ne ji dil
Bes, ne ji we me, hûn jî ne ji xwe re
*Xwendekara lîsansê ya Beşa Îlahîyatê li Zanîngeha Marmarayê.
ÇAVKANÎ
Ömer Aygün, The Middle
İncluded/Logos in Aristotle
Arîstoteles, Nıkamakhos'a Etîka
Abdurrahman Kurt, Din sosyolojisi
Lars Von Trier, Manderlay (2005)
|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye weşandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê (patreon.com/hurbini) bibin yek ji piştgirên me.