Dengbêjê Deşta Sirûcê: Baqî Xido

Baqî Xidoyê dengbêjê deşta Sirûcê di 1912an de hatiye dinê û 97 sal li vê dinê bihurandine. Wî di dirêjahîya temenê xwe de bi dehan kilam û dastanên kurdî neqlî nifşên di pê xwe re kirine. Bi hev re em guh bidin huner û jîyana wî ya bêhevta...



Dengbêjê deşta Sirûcê û herêma Kobanîyê Baqî Xido di sala 1912an de li gundê Miktelê yê bi ser Kobanîyê ve hatiye dinê. Dayika wî Emşa Misto û bavê wî Xidoyê Hindawî bûye. Pêşîyên Baqî Xido ji derûdora Herana Rihayê koçên xwe bar kirine û ber bi deşta Sirûcê, bajarê Kobanîyê ve çûne.

Baqî Xido li vê dinyayê 97 sal bihurandine. Wî di dirêjahîya temenê xwe de bi dehan kilam û dastanên kurdî neqlî nifşên di pê xwe re kirine.

Di ber hinek destan û stranên berbelav ên wekî Derwêşê Evdî, Xecê û Sîyabend, Bêmal û Delalî Egîdan re wî bi xwe jî hin stran çêkirine. Li gorî lêkolînan stranên wekî Dilo Menal, Delalî Edûlê, Ewnî û Hisên Beg, Salih û Kejê stranên Baqî Xido ne ku wî bi xwe ew çêkirine û gotine. Hêjayî gotinê ye ku Baqî Xido dastana Derwêşê Evdî di sala 1987an de di bantan de tomar dike û ji Şahînê Bekirê Soreklî re dişîne, ew jî destanê wekî çîrok belav dike ku hîn jî li ser înternetê peyda dibe.

Deşta Sirûcê, Miktel, Çiyayê Şingalê… çend bergehên welatî ne ku Baqî Xido bi dengê xwe yî zirav î xweş me li wan deran digerîne. Gelek çîrokên dîrokî, çîrokên mêrxasîyê ber bi guhê meriv dikeve di vê gera bi Baqî Xido re. Bi serpêhatîyan, ta dereceyekê ji serpêhatîyan jî bêtir deng û teknîka bêhevta ya Baqî Xido ye ya ku dike ew bibe dengbêjekî werga mezin. Her dîsa ji ber taybetmendîya teknîka xwe li gorî gelek dengbêj û stranbêjên roja me Baqî Xido bi tena serê xwe nûnerê yekta û dawîn ê dengbêjîya deşta Sirûcê ye.

Hêjayî behskirinê ye ku di gelek kilamên Baqî Xido de dengê keman û sazê jî xwe tev li sewta dengê wî kiriye. Ji kemanîstan Hemed Dûman û ji tembûrvanan jî Hemed Hadî û Hemed Gulî li ber dilê Baqî Xido gelekî şêrîn bûne. Çi çaxa ku xwestiye kilamên xwe bibêje, doza kemanîstê xwe Hemedê Dûman jî kiriye. Axlebe li sûkên kevn ên Helebê band û pîlaqên xwe dane secilandin. Di civatan de bi şev û rojan kariye bistrê, li gorî riwayetan heta bi 108 saetan jî straye... Baqî Xido demekê melatî jî kiriye û ew bi zimanên wekî frensî, erebî, farisî, ermenî û tirkî zanibûye. Li welatên wekî Tirkî, Sûrî, Iraq û Libnanê geriyaye, li Libnanê stran gotine. Yekî bi xwe têra dilpak, xweşsuhbet, û ji hûr û giran hezkirî bûye.

Bi qasî nav û dengê Baqî Xido, yê bavê wî Xidoyê Hindawî jî sewta xwe rind berdaye dinê. Her dîsa di dengbêjîyê de jî yek ji hosteyên wî yên pêşî bavê wî Xidoyê Hindawî bûye. Hosteyê din ê ku tesîra xwe li ser vegotin û terza wî çêkiriye jî Mişoyê Bekebûr e. Ev her du dengbêjên gir ên Deşta Sirûcê jî digel Berazîyên din ji deşta Sirûcê berê xwe dane Binê Xetê, bajarê Kobanîyê û bi salan li wir mane. Li mal û dîwanên mîr û paşayan her gav bûne gulên civatan.

Ji du zewacên xwe tevde 12 kur û 8 keç li pê xwe hiştine Baqî Xido. Di destpêka temenê xwe de pênc salên xwe dane xwendinê û piştî wê bi midetekê li dora 14 salîya xwe destpê kiriye û li gorî adet û toreyên her du dengbêjên mezin ên Deşta Sirûcê, Mişo Bekebûr û Xidoyê Hindawî, kilam û dastan vegotine.

Di roja me ya îroyîn de jî tevî ku kesî nekarîye tam wek wî bistrê, ji zar û zêçên wî tofek stranbêj rabûne û dane pê şopa wî. Kurê wî Cemal, bi nasnavê Bavê Xelîl, gelek nêzîkî lê kiriye. Her dîsa, her du kurên wî yên din Enwer û Emer, û nevîyê wî Şêx Nebî jî bi karê folklor û stranan mijûl bûne û di nav xelkê de bi navê bav û kalê xwe Baqî Xido hatine nasîn.

Baqî Xido di 7ê sibata 2009an de diçe ber rehma Xwedê, û bi merasîmeke qerebalix li bajarê Kobanîyê bi hezkirin û hurmet tê definkirin. Lê ew bi kilam, dastan û serpêhatîyên xwe hîn jî li nava ax û wetenê Kurdan zindî ye û her tê guhdarkirin.

Leyla Sirûcî bûm ez, min ev podcast ji tora naverokan a Hûrbînîyê bo we amade û pêşkêş kir. Di proseya çêkirinê ji belgefîlm, vîdeo û nîşeyên cur bi cur sûd hatiye wergirt. Hemû çavkanî dê digel transkrîpta vê podcastê li ser hurbini.com-ê berdest bin.

Çavkanî

Belgefilima Baqî Xido_ دۆکیۆمینتاری باقی خدۆ. (2021, June 27). [Video]. YouTube. https://www.youtube.com/watch?v=SXtrFJYbMRE


Baqi xido kiye? (2017, December 23). [Video]. YouTube. https://www.youtube.com/watch?v=kw7HReu87us


Wikipedia contributors. (2021, June 5). Baqî Xido. Wîkîpediya. https://ku.wikipedia.org/wiki/Baq%C3%AE_Xido


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.