Kerba Xezalî Anku Melancholîaya Trîerî

 

Qiyametên hevbeş ên takesesan: 
Ji kerba Xezalî ta bi "Melankolî"ya Trîerî...


|| Aynûr Çîle


Bêguman, em nizanin metafizik (dîn, derehişî) çi ye, çilo ye. Her wekî Kant jî îdîa dike, teorî û aqil vî ‘ilmî nadin me. Wan hemû ramanên li ser dînî (derehişî), ku teselîya me ne, hin texmîn in helbet. Lê ev nayê maneya ku em wê hîs nakin, dibêje Kant. Li ser her şaneyeke me tesîra wê sed qat ji fîzîkê (hiş, aqil, felsefe, zanist) mezintir e û em bi pratîkê (tecribe) digihijin vê rastîyê.

Kerba Xezalî

Emrê min bi ser pêncîyî ketiye lê hêj di nav vê çolê de li heqîqetê digerim. Ji ciwanîya xwe û vir ve ye ez bi pêlên vê behra kûr re micadele dikim. Bi vê cesareta xwe ya ku ji zaroktîyê ta bi niha bi min re ye heta ku ji min tê xwe diavêjim nava kûrahîyan. Û ji nav hemû dijwarîyan jî sax derdikevim. Xwe di ser hemû xendekan re diavêjim nav vê rêyê û tim li hemû ‘ilman vedikolim bê ka kîjan rast e kîjan çewt e. ‘Ilmên zahîrî û batînî, felsefe, kelam û mantiq… Hemû îdîa dikin ku heqîqetê nîşanî însanan didin. Min hemû ‘ilm bi hûrbînî xitim kirin. [Bêguman sebeba vê ji meraqa min a li ser tebîeta min bi xwe dihat, qet ne di destê min de bû.] Lê yek ji wan jî nebû dilopek teselî ku vê kerba şik û şibheyan a di hişê min de bitefîne, min rihet bike. Dawîya dawî, piştî ku min çi kir û çi nekir delîleke ku min tatmîn bike peyda nekir, ez ji ‘ilmê xwe yê herî esasî jî bi şik bûm. Bêguman, agahîyên me yên sehekî me dixapînin ku aqilê me wan kontrol neke. Lê aqilê me? Kî dizane ma, çilo dema ku em di xew de ne xewnan dibînin û ji wan bawer dikin bi şûn de jî îja hişyar dibin û xewnên xwe înkar dikin, belkî aqilê me jî wilo be? Lê ku aqilê me jî xewna ‘alemeke (hal) din be? Loma divê em ji aqilê (felsefe, zanist, hiş) xwe jî bi şik bin. Ev şik û weswese bû kerbeke mezin û bi laşê min girt, heta ku Xwedê qelbê min bi nûrekê [dîn, derehişî, melankolî, rîtûelên sûfîyan, weşînên orfîkan, eşq, dînbûn, tecenûn] tijî kir. 

Jê û pê de jî berdewam dike Xezalî di kitêba xwe ya el-Münkiz mine'd-dalâl (المنقذ من الضلال) de. Piştî van tengezarîyan teselîya (sitergah, consolation) Xezalî bêguman ev nûr anku bawerî anku ev sê çar depikên ku di dawîya filîm de derdikevin peşîya me ne. Loma jî Xezalî kitêbên herî girîng ên li ser psîkolojîyê dinivîse.



Dema ku seyareya Melankolîyayê li dinê bikeve, Justînê jî ji bo ku ji tirsa bidawîbûnê bifilitê sê çar depikên textik (bawerî) dike stargeh. Belê bê quwet û bê fêde ye lê ev ji ber wê rastîya dehşetî ye ku em dê bimirin lê dîsa jî derehişî/bawerîyên me dê me biparêze.

Ji her kesî we ye ku tenê xweza têsîrê li me dike lê em, em têsîrê li xwe nakin qey? Mesela dema ku bawerîyên me dibin derman û li ser xwezaya (derehişî) kesên din re dibin rih, kêf û rihetî… Qey bawerîyên me jî ne quweteke efsûnî ne?


Melankolîyaya Trîerî

Di vê dema zanistên modern û makînayan de melankolîya Trier çi ye ku zanebûna biquwet û teqez diavêje goşeyekê û li ber heqîqeteke tip û tazî û rast radibe û wê tev li hunera xwe dike? Ew jî mîna Xezalî ji teqlîda dema xwe bi dûr dikeve. ‘Ilmên mezin, aqil, hiş, fîzîk, û qanûn wî tatmîn nakin helbet. Bêguman di dema ku hîn şik û şibhe di mêjîyê wî de hene senaryoya fîlmê Melankolîyê dinivîse û Lars Von Trier bi saya Justînê bersîva van pirsan, heqîqeta ku dibîne, nîşanî me dide. Di sahneyeke fîlmî de Justîn di mala Johnî de tabloyên ku hişî û zanistê temsîl dikin bi lez û bez diavêje û ji pêdela wan tabloyên ku derehişî, dîn, melancholîyayê temsil dikin dadiliqîne.

Li alîyekî tabloyên Malavîçî yên bi navê "Çargoşeya Reş" û "Sipî Li Ser Sipî" futurîzmê, çaxa makîneyan (derbasî sedsala 20an da), û zanistê temsîl dikin. [Suprematîzm ewil di van tabloyan de tê dîtin.] Bi hunera kevnerî ve hemû tekilîyên dema modern bi van tabloyan vediqete. Sî, tarî, ronayî, hêma, derehişî di vir de tên avêtin. Yanî ev tablo mîna zanistê ye ku ti maneyan nişanî meriv nade. 

Kazîmîr Malavîç-1915/ Black Square (Çargoşeya Reş)

Kazîmîr Malevîç- 1918/ White on white- (sipîya li ser sipî)

Li alîyekî din tabloyên ku Justîn diderêne yên Millaisî û yên Brueghelî ne… Hêma, sî, ronahî, tarî, dîn, çaxa kevnarî, derehişî, bi wateyên xwe tam melankolîyê temsîl dikin.

Pieter Brueghel - 1565 / Jagers in de Sneeuw (Nêçîrvanên li nav berfê)

John Everett Millais - 1852 / Ophelîa


Tarîxa Şik Û Şibheyê

Berî ku têkilîya di navbera Trierî û Xezalî bibêjim hin pirs hene ku dipispisin. Qey wê felsefeya ku Xezalî îtîraz dikirê û zanista ku Trierî îtîraz dikê yek tişt in? A niha felsefe û zanist ji hev ne cuda ne? Belê helbet ji hev cuda ne lê piştî Xezalî yanî piştî Ronesansê ji hev cuda bûne. Berî wê demê, ango berî Ronesansê ji bilî dîn (derehişî) hemû ‘ilm di bin felsefeyê de bûne. 

Ji bilî dîn... Dema ku Sokrates felsefeyê bi midafeya mirina xwe tarîf dike, hed û hidûdekî weha didiyê: "Felsefe, heta ku ji destên meriv bê, pêzanîna heqîqeta alavan e. " Wate ji alavan jî: dibêje ku ez îtîrazî Xwedayên we nakim, ez îtîrazî ‘ilmên we dikim.

Ji Sokratesî heta sedsala 14 û 15an zanist û felsefe wekî ku heman tişt in. [Felsefe: matematîk, geometrî, astronomî, ‘ilmên tibî, mentiq, îlahîyat…] Piştî vê demê êdî ji hev cuda dibin û bi saya Kopernîkî însan ji navenda dinê derdikeve û ji pêdela însanî Roj êdî dikeve navenda dinê. Êdî însan û derehişîyen wî ne mexlûqatên herî bi şeref in. Pişt re bi psîkanalîzma Freudî însan ê dîsa bibe navend…

Di sedsala 17an de bi saya Bacconî êdî zanist û felsefe bi temamî ji hev cuda dibin. Ji xwe pişt re jî dewr dibe ya modernîzmê; endustrî û mekîneyan.

Niha jî bi Teorîya Relatîvîteyê (Theory of Relativity – Einsten) û Prensîba Nedîyarîyê (Uncertainty Princible – Planck) dem, demeke îzafî û nedîyar e. Temamê ‘alemê niha bi van teorîyan tê vegotin.

Lê şîrovekirin? Dinya dê bi çi bê şîrove kirin û em dê çilo maneyan peyda bikin anku felaketên ku tên serê me fêm bikin? 

Di dema îroyîn de çawa ku Lars Von Trier li hember zanistê derdikeve, Xezalî jî di dema xwe de li hemberî felsefeyê derketibû. 

Dema ku Sokrates dibêje derehişên we min eleqedar nakin dîsa jî em dizanin ku hemî rastîyên wî jî Daimon (bi tarîfa Platonî: mewcûdîyetên ku însanan berhêlî dikin anku ûjdan) îtîraf dikin. 

Her tim tê gotin ku deha (bilîmet, kesên pir jîr û jêhatî) kesên dîn in. Çima gelo? Herhal ji ber ku melankolîya wan zêde ye. Hin ji wan radibin û vê dikin huner (Lars Von Trier), felsefe (Sokrates), tesewif (Xezalî  [çimkî sewdaya ku tê gotin di misilmantîyê de eşqa sûfîyan e], şiîr (Goethe)… Û belkî bi we ecêb be lê tew hin ji wan vê dikin zanist jî. Newtonê ku li hemberî derehişîyan jî radibe û îtîrafekê dike: "Ez li piştan wan hefrîtan mezin bûm.” 


Fîlmê Melankolîyê

Film li daweta Justînê derbas dibe. Di dema dawetê de seyareyeke bi navê Melankolîyayê ji nişka ve ji zivirgeha xwe derdikeve û bi sur'eteke weha tê ku dike li bin guhê dinê bikeve. Edî qiyameta hemî dawetkirîyan destpê dike. Hemî karakterên di fîlmî de bi metodên xwe li benda qiyametê dimînin. Di dawîyê de seyareya Melankolîyayê li dinê diqelibe û qiyameta herî mezin diqewime. Bêguman, peyama herî berbiçav a fîlmî diyar dibe êdî. Belê, zanist ji me re her tiştî vedibêje lê şirove nake û li hember felaketan jî qet ji me re nabe teselîyek. 


Lars Von Trierî hêj di destpêka fîlmî de bi lîmuzîna (teknolojî, zanist, hiş) ku li hember xwezayê (derehişî, dîn) bêçare dimîne peyama xwe eşkere dike esas. Ez dibêjim qey her çiqasî berovajî wê îdîa bibe jî yek ji wan zanistên bêçare jî psîkanalîzm e. Çimkî psîkanalîzm çendî şoreşeke ku însan ne li navenda dinê bin pêk anîbe jî ji ber ku ew melankolîyayê wekî nevrûzekê ango nexweşîyekê dibîne, wê besît dike.

Çar karakterên girîng û aşîkar hene di fîlmî de. 


John, zilam, bav, zanist, teleskob, hiş, ûs, conscius, aqil, qethîbûna ilmî. Zanist her tim hemî bûyerên xwezayê ji însanan re vedibêje. Sebebên bûyeran, îhtîmalan, qewraman nîşanî me dike. Lê ti car maneyan û teselîyan nadê, li hemberî felaket û teselîyan. Belê John dizane seyareya Melancholiayê çi ye, çilo ye dê kengî li dinê keve lê nizane li hember vê rastîya dijwar çi bike. Loma bê qewet e, ti teselî û stûnên wî tune ne. Di dawî de hew dikare li hember hatina qiyametê îdare bike û xwe dikuje. Heta bi soza ku dabû jina xwe nake û hemî îlacên întiharê bi ser xwe de dadike.

Claire, dê (preconscious, ego) ye. Zanist, di navbera şerê super-ego (unconscious, derehişî) û conscious (hiş) de bi rev û tirsê micadele dike da ku masûmîyeta xwe (leo, zarok) bifilitîne. Di vî şerî de her çi qas bixwaze bigihije derehişî (dîn) û ji qiyametê bifilite jî lê dîsa nikare ji hiş (aqil) dûr bibe. Bi zanistê îdraq dike ku dê seyareya Melancholîyayê li dinê bikeve, zanist vê rastîyê û hemû rastîyan ji merivî re rave dike lê ti car nikare van manîdar bike.

Justîn, pêşbînî, kehanet, dîn, mîstîsîzm, alîyên me yên herî kûr temsîl dike. Her çi qasî di riya zewacê de be jî, bela ku xwe teslîmî vê rastîyê kiriye ti car nagihije derehişê. Ji masûmîyetê (Leo, zarok) hez dike. Pê re tim lihevhatî ye. Qebûl dike wê rastîyê û ti derdê wê tune ye ku wê bifilitîne.

Leo, zarok, masûmîyet, berî îdraqkirina merivî ya ego û superegoyê.

Di vir de dixwazim têbînîyeke din jî daînim. Di çaxên klasîk de jin tim melankolîyayê, anormalbûnê; mêr jî sihetê, normalbûnê temsîl kirine. Ji ber ku di tiba klasîk de bênimêjî miqabilî safrana reş anku li gor Îbn-i Sîna "sewda"yê ye. Di teorîya ahlatê (hilt, xûy) ya Hîpokratî de menîya mêran jî miqabilî xwîna sihet e, yanî zidê jinan e û mêr ne mecnûn ne dîn ne jî melankolîk e. Bela ku safrana reş bi pîreka re zêdetir e, û di dema antîk de jin loma wekî ne însan têne qebûl kirin. Trier, di rola melancholîyayê de jinan dide lîstin. Ev nexweşîyeke xwedayî ye û bi rastî li ber çavên Trierî pir bi qîmet e. Mêr jî sihetê, hiş û aqil û mejîyî temsîl dike.

Xweza anku derehişî anku dîn. Loma Justîn li ber xişma xwezayê [felaket, bidawîbûn, seyareya Melancholîyayê] teslîm dibe. Heta ji vê rewşê kêfeke mezin digire. Loma di fîlmî de bi şev derdikeve û bi hemû rastîyên xwe bi şekilekî tip û tazî [çimkî xwe nas dike, xwe îtîraf dike] orgazm dibe. Derehişîya me jî wekî xwezayê ji vê teslîmîyetê zewqeke mezin digire. Loma şi’îrên herî xweş ji kesên melancholic dertê. Sin’et, huner... Ji ber ku xweza alîyê me yê herî kûr e, hişderîya me ye, berî ku însan xwezayê bizanibe pêşî dest bi zanîna xwe dike. Ev zanebûn jî dibe alîyê me yê entelektielîyê.


Xweza çilo bi felaketan me ji jîyana me ya basît (zewac, malbat, zaro, mal û mûl, ritbe) vediqetîne... Bi pêşbînîyên xwe, yên ku rastîya qiyametê nîşanî me didin, me ji dinê jî vediqetîne.

Dawîya rihê min bû ku bawerîyên min ên tekane veguherîne rastîyan. Êdî kîjan bawerî dê xwe li rihê min bipêçe û min derîne ji vê qiyametê.

“Melancholia”ya her kesî rastîyeke dijwar e di dilan de. Qebûlkirina wê bi xwe jî dijwar e helbet. Dawîya wê bo me felaket e. Lê em qabûl bikin nekin dîsa em dê xwe bixapînin. Çi hewceyî vî şerî ye, ev rastî dereng an zû dê helbet rojekê bê.

Dema ku Justîn êdî xirabîya li dinê îdraq dike, dizane eşq derew e, ti car bi heman şeklî rind û zelal venagere... Hingî teslîmî wê rastîya dijwar dibe, xwe bêtir diavêje nav behra melankolîyê mîna Ophelîayê.

Hin însan di dawîya xewnên xwe yên şêrîn de melankolîyê digirin. Lê ev însanên ku wekî me bi kerba xwe ve hetine dinê? Rast e, car caran çavên me jî xilmaş dibin, li wê xewnê... Lê neyên xapandin, bizanibin, ev qedera me ye û dev ji me bernade.

Hin kes dibêjin em dê ji bidawîbûnê bi lîstikên dinê, bi mal û milk, zewacê û hwd bifilitin. Justîn jî demekê dikeve nav xewnên eşqê û dibêje qey ew dê wê eşqa semîmî ku tim lê digere bibîne û bizewice. Lê Justîn pir hestîyar e û dawîya dawî pê dihese... Xwe ji vê xewna şêrîn zûka xelas dike.

Dema ku Justîn vê rastîyê û melankolîya xwe îdraq dike êdî bi dinê re li hev tê. Alîyên wê yên herî bêhêz - li gorî zanistê (nûjen) bê hêz- dibin hêz jê re.

Dema ku seyareya Melankolîyê li bin guhê dinê dikeve ew jî ji tirsa bidawîbûnê sê çar depikên textikî (bawerî) dikin sitargeh. Ji ber wê rastîya dehşetî ya mirinê her dîsa  derehişî/bawerî me diparêzin.


Qiyameta Min 

Helbet di fîlman de anku di rastîya jîyana me de qiyametên me yên herî mezin ji hev û du cuda ne. Qiyameta her kesî li gor wî/wê ye. Lê ya min, qiyameta min çi bû? Ez dibêjim bidawîbûna wê eşqa min bû ku min hemî bawerî û rastîya xwe li ser ava kiribû. Dema ku ez jî ji vê bawerîya xwe ji nişka ve ketim şikê mala min xera bû û wê melankolîya min a ku ji hatina wê wekî qiyametê ditirsîyam gihişte min. Bi pistepistekê ji min re got: Dema ku rastîyên te û îlmê te bûn derewîn, netirse. Ez dê alîkarîya te bikim ku tu wekî teselîyekê teslîmî min bibî.

Jibîrkirin
Bidawîbûneke çilo ye, jibîrkirin
Rehma te, ji nîvê şevê
nagihije min
Çilo bijîm, nizanim, nizanim
Jibîrkirin
Qey tu dikarî bi carekê de ji bîr bikî
Wê roya ku tu yê bêyî ser
cesedê min
Ma dê zahf bixeyide qey
Jibîrkirin
Li ber derîyan, ew rihên ku tên ji bîr kirin
Bihêle bijîm, nikarim wekî din
şi'rên min
Hêj li benda sê çar sozên te ne
Jibîrkirin
Te dilê min hişt wê şevê bê xatir, jibîrkirin
Li ser çala kenên te tê danîn
ramûsandina min
Ma dikarim çende din berî ku bê
Jibîrkirin
Dide hesidandin kenên zarokan, jibîrkirin
Dîn û mecnûn im û dişewitîm di nav
cahnima xwe de
Ma çêdibe wilo te nenihêrt, çi zû çi zû
Jibîrkirin


Çavkanî
İslam Felsefesine Konusal Giriş, Ömer Türker
Yorum Yorar, Dücane Cundioğlu
Dia İslam Ansklopedisi
El-Münkiz Mine'd-Dalâl, İmam Gazzâlî
Felsefeye Giriş, Abdülkadir Çüçen
Melancholia, Lars Von Trier

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.