Ian Leslie: Berî Bibersivînî, Hay ji Îhtîmala Dijber jî Hebe

Ev portre li gorî temaya vê nivîsarê hatiye kompoze kirin. Wêne: Jambiya Dagger, 1880

|| Ian Leslie* 

Di sala 1906an de îstatîstîkzan û zanayê pirhêl ê Brîtanî Francis Galton tev li pêşangeheke welatî bûye. Beşdarên vê pêşangehê ji bo texmînkirina giranîya gayekî  hatine vexwendin. Galton ji ber meraqa xwe, kartên texmîn lê nivîsandî bi xwe birine malê û li ser reqeman xebitîye. Dîtina ku dîtiye, 787 texmîn hema hema bi teqrîbî li giranîya heywên derketiye. Ji texmînên qesab û cotkarên ku çavên wan tiştên wilo baştir dibirin jî rasttir derketiye ev encam.

Galtonî keşfên xwe di Nature de weşandine û bi vî awayî xebata jîrîya kolektîf (collective intelligence) danîye: prensîba ku komeke mirovan dikare ji mirovê herî biaqil, herî pispor ê komê jî biaqiltir be. Ji wê çaxê de ye lêkolînên di qadên curbicur de nîşan didin ku komkirina hikumên cihêreng gelek caran û tew carna bêhawe rastbûnê zêde dikin. Piştî beşdariya Galton li pêşangehê bi qasî 100 salan, kitêbeke xwedanrewac fikra wî bi awayê "aqilmendîya koman" populer kir. Hikumên komjêderî (crowdsourced judgments) ji bo pêşxistina teşhîsên tibî, lêkolînên zanistî û pêşbînîyên ekonomîk hatine bikaranîn.

Helbet, kom ji nexelitînê gelekî dûr in. Aqilmendî mihtemelen ne ew peyv e ku em rabin pê veberînerên (investor, yatırımcı) amator ên vê dawîyê kirî ku bihayê hîseyên GameStopê bilind bibe pênase bikin. Nepoxên bazara borsayê bi şertekî pir erjeng ê koma aqilmend re li hev nake: li wir hikumên cihêreng divê hebin. Gava ku komek berê xwe dide bersivekê tenê, êdî ew bi karîgerî dibe wekî takekesekî ku zehf dixelite li şûna ku tevahîya texmînên bi serbixweyî hatine kirin. Aqilmendtirîn kom ew e ku ji takekesên lihevnekirî pêk tê.

Bi awayekî pir ecêb, tê dîtin ku mentiqa aqilmendîya koman ji bo takekesan jî meqbûl e. Piştî çaryek-sedsal di ser weşandina meqaleya Galtonî re, îcar John Ridley Stroopê psîkologê azmûnger lêkolîneke din bi rê ve dibe. Ji beşdaran dixwaze ku hin tiştên wekhev dixuyin li gorî giranîya wan derece bikin. Paşê ji wan xwestiye ku bi şûn de vegerin û dîsa heman tiştî bikin. Hin ji wan bi qasî 50 carî bi şûn de vegerîyane. (Belkî jî êdî ev wekî termînekê dîtin ji xwe re.)

Ji ber ku tişt wekhev dixuyan, her beşdarê bi şûn de vegerîyayî dereceyên carên berê ji bîr dikirin, loma her texmînek ji ya berî xwe bêrî/serbixwe bû. Stroopî dît ku rêjeya navendî (average, ortalama) ya komê ji ya şexsan gelekî rasttir e, her wekî ku Galton pêşbînî kiribû, lê wî tiştinên nû jî kişif kiribûn: Texmîna her şexsekî ya teqrîbî/navendî ji texmîna wî ya şexsî jî baştir e. Ji wê çaxê de, qîyametek lêkolînan teqez kir ku takekes dikarin bi rêya danserheva texmînên xwe yên cihê rasteqînîya hikumên xwe xurttir bikin. Her yek ji me komeke xwe ya hindurîn heye û pê re jî aqilmendîya wê bi xwe.

Vê bi xwe re pirsek peyda kir, aqilmendîya hindurîn a komî çawa dikare bê çandin? Psîkolog metodên curbicur ceribandin. Yek ji wan, peyrewekî Stroopî, hêza jibîrkirinê bi kar anî. Dît ku ewên meyla wan a jibîrkirinê heyî, koma wan a hindurîn aqilmendtir e; texmînên wan ji yekûdu serbixwetir in, lewma pêşbînîyên wan hîn cihêrengtir in û rêjeya wan a navendî/teqrîbî rasttir û dirusttir e. Dîsa heman tesîr xuya bûye gava ku ev texmîn bi demê re jî hatine kirin.

Metodên hîn sofîstîke şîyana mejî, ya ku karibe bibe xwedanê perspektîfên cuda û ji çend hêlan ve li problemekê binihêre, tê de bi cih dikin. Gava ku ji merivan tê xwestin wekî alternatîf texmîninên din bikin, ew bo cara duyem an sêyem texmînên cihêrengtir dikin; yek ji teknîkên karîger ew e ku berî bersivdana merivan pirsa "hay ji îhtimala dijber jî hebe" bi besîtî li wan bê kirin. Di vê çarçoweyê de yek ji wan xebatên giranbiha yên vê dawîyê, hêza nelihevkirinê bi xwe dixebitîne. Du psîkologên Holendî, Philippe Van de Calseyde û Emir Efendić, rêzepirsên hejmarî li merivan dikin, bo nimûne, çend ji sedê balafirxaneyên dinyayê li Amerîkayê ne û hwd. Paşê ji beşdaran dixwazin ku hin kesên bi giştî bi wan re lihevnekirî bînin bîra xwe - apanên xwe yên ku di heqê sîyasetê de tim pev diçinin - û xeyalan bikin bê ka gelo ew bûna, wan dê texmîneke çawa bikira.

Beşdar vê care texmînên xwe yên duyem kirine, ev texmîn ji yên ewil bi awayekî ecêb cihêtir bûne û li gorî yên ewil komeke rasttir a hindurîn pêk anîne. Lê gava ji wan hatiye xwestin hinên bêtir bi wan re lihevkirî bînin bîra xwe û texmînên xwe bikin, encam wek a berê derneketiye. Ev jî razekê bi me dide kişifkirin: lihevbanîna nerînên mirovên wekî me nafikirin/nanêrin. Qet ne girîng bû ku beşdaran ev pirs digel apanên xwe yên cirnexweş minaqeşe kiriye yan na. Bi tenê lêfikirîna kesinên dijber jî bes bû da ku ew derkevin derveyî pêşhikumên xwe yên adetî.

Derveyî van encamên hejmarî, hikum û texmînên komî li gelek sehayan bi awayên serkeftî tên bikaranîn. Ji texmînên keşûhewayê bigirin heta bi texmînkirina encamên misabeqeyên sporê, malperên nêçîra şopa me dikin û hwd. Ev in tiştinên bingehîn ên bi me didin xuyakirin: Em dîyaloga xwe ya hindurîn çiqasî cihêreng û pirdeng bikin, hizirîna me ewçend dê baştir be. Rêka ber bi aqilmendîyê ve ji hindurîkirin û entegrasyona gelek awirên cihêreng û dijber pêk tê. Lêkolîneke li Zanîngeha Pennsylvaniayê ji hêla psîkolog Philip Tetlockî ve li ser şîyanên texmînkirinê ye, û hin kes tê de wekî "super-texmînker" hatine senifandin: ewên ku texmînên wan her gav di heqê bûyerên li dinê ji xelqê û heta pisporên têkildar jî baştir in. Li gorî Tetlockî û Dan Gardnerê nivîskarê din ê lêkolînê, tu hêzeke nepen a "super-texmînker"an tune ye di rastîya xwe de, lê xudresteyên xalekê ne, "her li wan awiran digerin ku bikarin bi yên xwe re sentez bikin." Tetlock vê sentezê bi awayê dîtina çavên me re dide ber hev, her wekî ku mejîyê me ji bo pêkanîna sûretekî kamil ê dinê, dîmenên cuda yên ji her du çavan tîne ba hev.

Biryardarên jîr ev prensîb bi feraseta xwe têdigihên. Ev yek ji wan sebeban e ku kiriye Abraham Lincoln di kabîneya (civata wezîran) xwe de komeke xwe ya "reqîb"an çêbike. Doris Kearns Goodwinê dîroknas dibêje, Lincoln ew peymana "divê tu ehlên xwe erkdar bikî" bi tiştekî  nehesibandiye. Wî sîyasetmedarên xwedî fraksîyon û paşxaneyên cuda bijartine da ku "xwe bi gelek çeşîdên bîrûbawerîyan bigehîne, bîrûbawerîyên ku ramanên wî bi xwe xurt kirine."

Lê hemû rêber ne wekî Lincolnî xwedanê wê xwe-dîsîplîna entelektuelî ne, tew ewên ku divê xema peydakirina awirên ji hev cuda bixwin jî tê de. Di piranîya şîrketan de, xebatkar hefza xwe dikin ji bo ku bi patronan re pev neçinin. Reed Hastingsê avakarê Netflixê gotiye ku mezintirîn xeletîya wî ya di karî de xwe-pênegihandina awir û dîtinên dijber bûye. Lê piştî kurtedemekê dibihîse ku bîzê gelek xebatkarên wî ji fikirên wî yên biriqokî çûye.

Kultura xebatê ya modern hingî zêde girîngîyê bi lîstikvanîya baş a tîmekê dide, parçeyekî gelekî girîng ê tîmên baş piştguh dike: nakokî/dijberîyên vekirî. "Rexmî wan axaftinên me yên li ser rastgoyîyê jî, kultura Netflixê peyameke nexweş di heqê tehemula hemberî cihêrengîyên fikrî de dida merivên me," nivîsîye Hastings. "A niha em dibêjin, bi tu awayî ne karîger û maqûl e dema ku tu li dijî fikrekê bî û wê dijberîya xwe bi lêv nekî, nebêjî." Berî ku biryarên mezin bên girtin, êdî li rêvebirên Netflixê ferz e ku li wan awir û dîtinên dijber ên navxweyî baş bipirsin, bikolin. Hewce nake bi ya hinekan bikin - hema bihîstina wan bes e. Ev xizmetê ji hizirîna biryardaran re dike, wê bi pêş ve dixe.

Dixwazî bila em kaptanên endustrîyekê bin an jî keştîya xwe bi xwe bin, gava ku em di nava xwe de xwedîyê komeke cihêrengtir bin, em dibin kesinên biaqiltir. Helbet ev jî bi rêya lihevanîna komeke cihêreng a derveyîn mimkun e. Lê ji bo vê jî lazim e ku em têkilîyê bi wan merivên dijî xwe re daynin, û ya rast jî piranîya merivan hez nakin vê bikin. Çawa ku di minaqeşeyên bêdawî û toksîk ên medyaya sosyal de tê dîtin, tiştekî bistres e ev ji bo me. Axir, em hez dikin ku minaqeşeyên xwe bi wan kesên hemfikir re sînordar bikin, û bi cehnema kesên ne wekî xwe bikin. Bes ev metirsîdar e, delîl destnîşan dikin ku ev ê bi tenê bi kêrî kokirina hizirîna me bê - wekî takekes, wekî tîm, û wekî civat helbet. A ji we re endîşeya min: Lê eger rojekê Van de Calseyde û Efendić ji merivan bixwazin ku li hin kesên dijberî xwe bifikirin û bersiveke kesî tune be?

*Nivîskar. Nivîskarê kitêbên "Meraq" û "Nakokî"yê, pêşkêşkar/nivîskarê R4a BBCyê.


|| Wergera ji îngilîzî: Birûsk Aryan

____________________________________

|| Ev nivîs ji kovara The Atlanticê hatiye wergertin. 

____________________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

____________________________________

|| Xwendin û Serrastkirin: Înan E.


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.