Berazîyên Kovara Hawarê

Ji Bozan Şahîn Beg ta bi Mistefa Şehîn Begê Berazî (Hirço Beg) û dengbêjên mala mîran Mişo Bekebûr Berazî û Xidoyê Hindawî... Kî ne ev mêrxasên berîya Berazan ên nav û deng di Kovara Hawarê de dane? Podcastek li ser Berazîyên Kovara Hawarê.



Berazîyên Kovara Hawarê

Hawar e kurê min hawar e,

               Tu xwe meke.

Gerek e ku sindûf û merbend

               Te zemt meke.

Gulîyên keçên kurdan

Di destên roman da,

               Hawar dike

Tu xwe meke lawê min ha were,

               Tu xwe meke.

Hawar” di sala 1932an de bi pêşengîya Celadet Alî Bedir-Xan li Şamê bi herfên latînî û elîfbêtikeke nûjen dest bi weşana xwe dike. Di nav rûpelên xwe de tev bi hez û heyecan, gelek kesayetên nas û nenas ên ji çîn û tebeqeyên cihê ji çar hêlên welatî li xwe dicivîne. Di rex gelek eşîr û komên cuda re, ji Botîyan ta bi mala Haco û Cemîlpaşazadeyan, bi vê helbesta bi navê “Hawar e” a Bozan Şehîn Beg cara pêşîn di hejmara 6an a Kovara Hawarê de nav û dengê Berazîyan jî xwe tev li wî karwanê kurmancîya nivîskî dike.

Kî ye Bozan Şehîn Begê Berazîyê ku bi qelema xwe dike hawar û qîr? Birayê Mîrê Berazan, Mustafa Şehîn Beg, bi navê xwe yê berbelav Hirço Beg. Derçûyekî mekteba eşîrîyê ya Hemîdîyê. Qutabîyekî felsefe û matematîkê li Fransayê. Mebûsê meclîsa avaker a Tirkiyeyê. Derbxwarîyekî Lozanê, firarîyekî dewleta Rom û axirî danerekî Xoybûnê û li binê xetê "Hawar"îyek ji Hawarîyan digel dengbêjê xwe Mişo Bekebûr Berazî

Em biçûk bûn, pir nezan bûn

Ku mezin bûn, cangiran bûn

Li pêş çavên me dûman bûn

Ev sûcên bav û kalan bûn

Em ne dane ber xwendinê

Da bibînin rengê dinê

Irû jî hat rûja mirinê.

Di hejmara 7an a Hawarê de, di pê Begên xwe re, vê carê du dengbêj peyvên di tûrikên xwe de li rûpelên Hawarê radixin. Du dengbêjên deşta Sirûcê: Mişo Bekebûr Berazî û Xidoyê Hindawî li dîwana Kovara Hawarê, dibin mêvanê Celadet Alî Bedirxan û jê re dastana Mem û Zînê dibêjin, şihrên xwe dixwînin. Mişoyê xwedanê risteyên şiira bîstek berê hatî xwendin di dema serhildana Şêx Seîd de şoreşgerek e, û li bine xetê dengbêjê mala Mîrê Berazan e û her weha yek ji çavkanîyên serekî yê Rojhilatnasê fransî Roger Lescott e jî. Herçî Xidoyê Hindawî ye, ew jî bavê Baqî Xudoyê dengbêjê namîdar ê Rojavayê Kurdistanê ye. Berî ku ji dîwana Mîr xatir bixwazin, Mişo “Hawar”ê di destê xwe de digerîne, ji Mîr re çarînekê li hev tîne, “Va îşa va ye vanî / Dêrgul bi mêrg û kanî / Sê mêran qelem anî / Her sê jî Bedir-Xanîû pişta xwe dide felekê, berê xwe bi oxirê.

Pismam weqta va benda te ko li Hawarê nivîsandî bavê min ko dixwend, eşîra mey Berazan li dora bavê min pir rûniştibûn, bavê min jî bi dengekî zîz dixwend, min bala xwe dayê hem bavê min hem jî civata wî hêstir ketine çavê gişkan e.

Pismam ez jî weke te kurdekî kiçik im weke te ez jî pir li Hawarê hiz dikim. Hin caran di ciyê xwe da dixwînim. Xew min dixerbulinî sibe da hişyar dibim ko hîn Hawar di destê min da ye. Tê bala min ko êvarê min xwendiye. Ez di xew va çûme dîsa dest bi xwendinê dikim.             

Di hejmara 10an a Hawarê de vê carê jî biçûkekî Berazan, Lawê Mîrê Berazan, Fewzî Mustafa Şahînê neh – deh salî hezkirin û şabûna xwe ya bi Hawarê re ji "Sitûna Nûgihîştiyan" re pirsinan dinivîse. Pismamê ku Fewzî Mustafa Şahîn bang lê dike jî her dîsa biçûkek e, ew jî kurdekî sênzdeh salî, biçûktirîn nivîskarê Hawarê: Wecdî Cemîl Paşa ye. Fewzî Mustafa Şahîn kêfxweşî, şabûn û hin acizîyan ji pismamê xwe re dibêjê û paşê jî di ser nameya xwe re ji her du çavên wî maç dike.

Du hejmar piştî Fewzî Mustafa Şahînê biçûkê Berazan vê carê jî Mîrê wan, Mustafa Şahîn Beg, bi nasnav Hirço Beg, û kurê xwe Şahîn Mustafa Şahîn, di hejmara 12an de her yek bi bendekê pirsên xwe pêşkêşî xwendevanên “Hawar”ê dikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku her du birayên Berazî bi madî jî gelek piştevanîya kovarê kirine.

Mustafa Şehîn Beg bi remza Mîrê Berazan bendeke bi navê “Em çiman bi şûn de mane” dinivîse û tê de behsa alayên Hamîdîyê dike. Bi şahidîyên xwe têkilîyên di navbera alayên eşîrên li Sirûcê û zabitên dewleta Osmanî de dike. Di dawî de jî hêvîya xwe dinivîse: “çiqasa kurdmanc hene gerek zaruwê xwe bidin xwendinê.

Şahîn Mistefa Şahînê kurê Mîrê Berazan jî her dîsa di vê hejmarê de çavdêrîyeke xwe ya li Kanîya Ereban, li ser şerê komeke xortên kurd, nivîsîye.

Rûjkê bi çend hevalên xwe va me dabû rê, em diçûn Kanîya - Ereban. Deşta Sirûcê di ber me ra wek çarşeveke zêrîn raxistîbû. Zevîyên ceh û genim cih bi cih zer dikirin. Ji germîyê, ji erdê ber bi ezmanî ve ewrên xumamê radibûn, der bi der leylanokên çeleng dihatin dîtin.

Pêşî ecêbmayî maye bê ka çima deh xort çûne yekî û lê dane, lê piştî ku jê re gotine ew yek yekî tirk bûye, bijî û aferîn li xortan daye û ev wekî nîşaneke yekîtîya kurdan jê re xuya kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku, di hejmara 19an a Hawarê de dîsa navê Şahîn Mistefa Şahîn bi bendeke biçûk a bi navê "Sebat" tê dîtin.

Di ber van navên behskirî re, hin navên din jî hene ku carna bi helbestan silavên Berazîyan gihandine "Hawar"ê, carna jî ji herêma wan jê re nivîsandine. Hebeş Îsmaîl di hejmara 20an de bi helbesta xwe ya bi navê "Berxikê Hawarê" de şabûna Berazîyan a bi "Hawar"ê re nivîsîye û Lawê Findî jî di hejmarên cur be cur de ji Deşta Sirûcê nivîs şandine jê re. Helbet, di nav rûpelên "Hawar"ê de wê hin nav û kesên din ên Berazî jî hebin ji xeynî van gîyan.

Ji xeynî van hemûyan jî nivîskarên din ên Hawarê jî di riste û bendên xwe de behsa Berazîyan kirine. Celadet Alî Bedirxan bi nasnavê Seydayê Gerok di hejmara 32an de bi helbesta xwe ya bi navê “Bilûra Min” ji “bilûr”a xwe xwestiye ku dengê wî bigehîne “berîya mêrxasên Berazan.Osman Sebrî di hejmara 55an de bi helbesta xwe ya bi navê “Daylan” pesn û şabaş li “rimbazên berazan” kirine. Her dîsa di hejmara 29an de Osman Sebrî di bendeke xwe ya bi navê “Tarîxa Kurd û Kurdistanê” de bi kurtî behsa eşîra Berazan û dorhêla Rihayê dike.

Di dawî de hêjayî bibîrxistinê ye ku konfederasyona Berazîyan a ku ji gelek eşîrên cihê pêk hatiye, ji Wêranşerê ta bi Hema, Şam, Xetay û Rihayê hikmê xwe li ser hêremeke berfireh kiriye. Gelek ji kesûkarên eşîrê sirgûnî deverên cihê yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bûne. Ji demên berê ta bi dewra Silehedîn Eyûbî, dewleta Merwanîyan, û tarîxa me ya nêzîk di gelek qirnên cuda yên dîrokê de, Beraziyan hikmê xwe danîye.

Birûsk Aryan bûm ez, min ev podcast ji tora naverokan a Hûrbînîyê bo we amade û pêşkêş kir. Şîyar Şerîf Berazî deng da metn û şiirên Berazîyên Kovara Hawarê. Di proseya çêkirinê de Ömer Faruk Baran şêwirmendîya me re kir û Brahîm Xelîl Baran jî hin agahîyên bikêrhatî pêşkêşî me kirin. Înan Eroglu metn xwend û têbînîyên xwe danîn. Her weha, hûn dikarin ji hûrbînî.com-ê xwe bighînin transkrîpta vê podcastê û çavkanîyan.

*Sûretên di bergê de, ji hêla çepê veHirço Begê Berazî, Mişo Bekebûr Berazî, Bozan Begê Berazî

Çavkanî

*Kovara Hawarê, Cild 1 û 2, 1998, Nûdem.

*KurdistanTV Nordic Branch. (2013, Sibat 1). Mişo Bekebûr Berazî [Video]. YouTube. https://www.youtube.com/watch?v=BQJkTRu78sU&list=PLLwh3EyDPZE9ZdBJ_XYbDcpUqoYgdG67f&index=7

*İ.H.B. (2016, Nîsan 11). Bu madalya bizim değil! Rûdaw. https://www.rudaw.net/turkish/opinion/11042016


📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.