Rojnivîskên Festîvala Fîlmên Kurdî-1: Êş û Elem

 | Înan E.

Festîvala Londonê ya Fîlmên Kurdî (LKFF) îsal karekî mezin da ber xwe û Festîfava Global a Fîlmên Kurdî da destpêkirin. Malperek ji bo vê festîvalê çêkir bi navê globalkurdishfilmfestival.com/ û 25 jê nû, zêdetirî 100 fîlmên kurdî lê zêde kirin ku bi hêsanî meriv dikare xwe lê qeyd bike, bêpere heta 27ê Nîsanê li wan temaşe bike. Sîstema malperê wek a Netflix, Mubi, Amazon Primeê hwd e û heger piştî 27ê Nîsanê jî sîstema xwe ya abonetiyê çêkin ez dixwazim bibim abone (helbet heger ji heqê Netflixê ne zêdetir be ). Malpereke wiha hewce ye û heger derfeta wan hebe, zengîn bibin, piştre ji bilî yên kurdî yên bi zimanên din jî lê zêde bikin, em ê ji xwe re kêf bikin. 

 

Axir difikirim heta 27ê Nîsanê ji xwe re rojnivîskan qeyd bikim derheqê fîlmên vê festîvalê de. Hin têbîniyên ku di dema temaşekirinê de diniqutin hişê min bêyî ku zêde lê bifikirim (ji ber ku wext kêm e) loma pisporên sînemayê bila biborin, dibe ku zêde sivik bên rojnivîskên min ji bo wan. Herî dawî jî di xwe re bibînim, dikim encameke giştî binivîsim. Em navê malperê jî bikin Sivikbînî gelo? Û berra, spoiler heye. Û berra, di hin cihan de bi zimanê qehwê dinivîsim, kêfa we jê re bê baş e, dîsa jî hûn zanin.

 

A Letter to My Dad (2020)



 

Fîlmê pêşî bala min kêşayî û min berê xwe dayî wî “Nameyek ji bo bavê min” e. Gava mesele dibe name û bav, nizanim, ecêb tesîr li min dike. Ma gelo kurek çi heye ji bavê xwe re bêje?

 

Îbrahîm Selmanê derhênerê vî belgefîlmî piştî çil salên xerîbiyê gava vedigere Kurdistanê bi pey şopa gora bavê xwe dikeve ku çîroka wan dest pê kirî hîn berî 20 salekê din, ji çîroka bavê xwe dadigere û jê re behsa qewam û karesetên bi serê kurdan de hatî dike ji piştî mirina wî heta roja îro. Bavê ku ji kur re dibêje “biçe bixwîne û dîroka kurdan binivîse” lê di 1974an de dilê wî ji kur dimîne ji ber ku pê re tev li şoreşê nebûye, nebûye pêşmerge, tê kuştin di heman salê de û di gorekê de bê ser û şûn diçe. 

 

Îbrahîm dipirse “Ez nizanim ka xerîbiya mirovî bo cihî ye yan bo demî ye?” gava piştî ewqas salan li warê xwe vedigere. Bes ji bîr dike, xerîbiya bavê wî di ser herduyan re ye jî, bavê ku hem şûnwarek e ji bo wî êdî û hem maweyek e. Şûnwarek e ji ber ku êdî bavê wî bingor e û maweyek e ji ber ku bîrhatinên wî tê de veşartî ne. 

 

Sal 1961, ji ber şer direvin Mûsilê û ji wir berê xwe didin Bexdayê. Brahîmê biçûk cara ewil li Mûsilê dondirmeyê dixwe û diçe sînemayê. Belkî jî vê yekê kir ku ew berê xwe bide sînema û şanoyê piştî ku di 1981ê de berê xwe da Amsterdamê. Gotina bavê xwe ji bîr nake, li wir gelek kitêban jî dinivîse. Lê gava li Kurdistanê ji mêrikê bavê wî spartî axê hîn dibe ew bi cih nizane bavê wî li kû veşartiye ji ber ku wî gelek kes veşartine, welat jê re dibe goristaneke bêserûber. Bêhêvî ye û dibêje, “Kurdistan dê ti carî rizgar nebe û nebe dewlet.”

 

“Nameyek ji bo bavê min” di ser çîroka kur û bavekî re serpêhatiya 60 salên li Kurdistanê raber dike. Vegêrana kurî ya di seranserê fîlmî de wek risteyên helbestekê hatin ber guhê min, ev ji ber bav e dibêjim qey, bavê ku kerb û kîn jî li ber wî nerm dibin. Lîrîzmeke henûn, jiyannameyeke temaşevanên xwe li qunc û qoziyên cih, dem û dilî digerîne. Mirovî cihekî xwe heye bo xwespartinê, demeke xwe heye bo bibîranînê, dilekî xwe ye bo hezkirinê. 


 

Hewno Bêreng (2018)



Travmayê her çiqas tesîreke xwe ya xurt jî hebe, ew qutqutî, xumam, nîvco, parçewerçe, “bêreng” di bîra mirovî tê. Mirovê ku wê êş û birînê bi xwe re digerîne li her derê lê naxwaze rûbirûyî wê bibe, bi sembolan, bîrxistkan, parçe-dîmenan wan bûyeran di hişê xwe de diwezinîne. Her tiştî raber nake lê wan parçeyan bi hev girê dide.

 

“Hewno Bêreng”a Mehmet Ali Konar jî fîlmekî wisa ye. Çîroka salên notî, kuştinên fail-meçhûl, ciwanên ku diçin çiyê. Fîlm van hemû bûyeran di sê deqeyên dawî de ji xewna zarokekî 12 salî dide û paşê bi hûrgilî çîrokê berfireh dike. Lê ne berfirehkirineke ku her tiştî bi ta û derzî dike, na. Di mijarên wisa hesas ên berhemên xwe de, bi travmayan dagirtî, bi êş û eleman tijî, em carinan dixwazin her tiştî bibêjin û nîşan bidin ku filan tişt hatiye serê me, bêvan tişt li me qewimiye û yê hemberî me, me fam bike. Belkî jî lazim e em pêşî hîn bibin ku ne hewce ye em her tiştî bêjin û em ji bo kê dibêjin? Ev jî pirseke din. 

 

Çîrok herçiqas a salên notî be jî ya rast carna min ji bîr dikir di wan salan de derbas dibe. Tenê berbanekên reş û telefona malan ew dem dianî ber çavê min, paşê kuştina Mîr Ahmedê ji aliyê kesên nenas û bimaske ve. 

 

Di fîlm de hem kirmanckî (zazakî) hem kurmancî heye û wek du zaravayî ez pê aciz bûm. Nizanim ka derhêner ti lîstikvanên kirmanckîaxêv nedîtin loma lîstikvanên kurmancîaxêv wergirtin yan ev tercîha wî ye û xwest pirzaravayîbûna kurdan nîşan bide. Karakterên ku hemû baş ji hev fam dikin lê her yek bi zaravayê xwe dipeyive lê kes bi zaravayê yê din hewl nade bipeyive yan jî çend gotinan bibêje. Ji bo kesekî biyanî belkî ne xem be ev lê bi min ji dil nehat. Kurmanciya Mîr Ahmed jî zêde “kitabî” bû û gava gotinên wek “lêgerînên bêbersiv” (cevapsız arama) dikirin, min wisa hîs kir ku gotinên wî ji tirkî hatine wergerandin. Helbet mimkin e ku ji tirkî jî hatibin wergerandin, gotineke min ji vê re tune ye lê min fam kir ku hin şêwirmendên zimanî bi derhêneran re bixebitin, fîlm dibe ku baştir bibin. Qesta min li vir ne tenê zimanê rastaxaftinê ye, zimanê karakteran bi xwe ye, zimanê fikirîn û derbirîna karakteran e.

 

Fîlmê Hewno Bêreng hêviyeke mezin bi min re çêkir, ji aliyê pevxistin û dîmenên xwe ve serkeftî bû ji bo min û bi meraq li bendê me li fîlmê wî yê “Govenda Alî û Zînê” temaşe bikim. Starê vî fîlmî Mîrza bû, nizanim ka di jiyana rojane de jî wisa sakin û zenûn û bi fikar e yan na, lê di fîlm de eynî wisa bû û li hev hatibûn. Sebebê vê jî ew bi xwe dibêje (bi kirmanckî): “Ji çaxa ku dêya min miriye, nikarim ji kesî hez bikim.”


 

Blodless Massacres (2019)



 

Belgefîlmeke kurt li ser komkujiya Helebceyê. Ti gotineke min li ser vê karesata bi serê kurdan hatî tune ye lê pêşkêşkirina derhênerî (Bilind Elî) pir bi qisûr e. Qîma xwe tenê bi şahidiyan û dîmenên arşîvê neaniye di ser de lîstikvanan gotinên şahidan nîşan dane, bi ser de seranser muzikên xemgîniyê lê bar kirine, komek zarokên biçûk dane dora şahidî û şahid ji wan re qala wê karesatê dike. Çima bi taybetî zarok? Ma qey bê zarokan dijwariya karesatê nayê famkirin? Bê zarokan, bê nimayîş û muzîkên xembar meriv fam nake çi bi serê kurdan hatiye? Derhêner herhal xwestiye em gunehê xwe bi vê rewşê bînin, li ber bigirîn. Heyf e, derhêner bêyî van tiştan, tenê şahidî neqil bikirina belkî belgefîlmekî pir baştir jê peyda bûbûya. 


 

Bellow/Vaveyla (2020)



 

Kurtefîlmekî ku di deqeyên ewil de min fam kir dê dawiya wî çi be, çimkî ji “Yol”a Yilmaz Guney vir ve her heman çîrokên wisa tên neqilkirin. Zarokeke nexweş, gundekî di bin berfê de mayî, malên kerpîç, rêyên girtî, helikoptera ku nayê zarok nabe nexweşxaneyê, bavê ku hildide zaroka xwe lê zaroka di rê de dimire, encam: Dema ku dimire helikopter tê. Çîrok xilas. Ez ne li dij im ku heman çîrok/çîrokên nêzî hev gelek caran bên neqilkirin lê gava heman çîrok bi heman awayan û bêyî tiştekî lê zêde bike, bi terzekî din bibêje, xîtabî hestên mirovan bike ji bo ku dilê xwe pê bişewitînin (çimkî êdî ne vegêran lê ajîtasyon dikeve dewrê) nizanim çima lê êdî ji wan dikerixim, bêhna min ecêb teng dibe. Fîlmek çawa tenê li ser vê tê çêkirin nizanim, ma qey tenê mirina me ya di bin berfê de hêjayî fîlm e, ma qey li gundekî di binê berfê de jiyan tenê mirina di bin berfê de ye? Ez dibêjim gelek tiştên din hene lê bi qasî vê mijarê balê nakêşe herhal. Û heger mesele tenê êş be wele êşên jiyana bajaran hîn xirabtir in , dîsa jî hûn zanin. 

 

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.