Karê ku tu dikî kesayetîya te ye

 

Tonî Morrîsona ku di tebaxa 2019an de çûye rehmetê duwanzdeh novel li dû xwe hêlane. Her weha di sala 1993an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirtiye.

||Toni Morrison

Tiştê min bikira ji bo ku min du dolaran bistenda, paqijkirina mala Wê bû bi çend saetan piştî dibistanê. Xanîyekî xweş bû jî, dîwanên bi plastîk nixumandî û kursîyên curbicur, xalîyên dirêj ên şîn û spî, ocaxa emaye yeka spî, cilşok û ziwaker –tiştên ku li mala her cîraneke Wê hebûn, lê di hişê min de razber bûn.- Di dema şer de ew xwedîyê rûnê nivîşk, şekir, bîwtek û goreyên paşîya wan dirûtî bû.


Min paqijkirina cihên bin çongên xwe û şûştina cil û bergan di kuweta çînko de dizanî. Lê belê min paqijkereke makîneya elektrîkî Hoover û ûtîyeke bêagir germbûyî qet nedîtibû.


Yek ji wan tiştên ku ez bi xebata li ba Wê, pê serbilind bûm: qezenckirina pereyan û xerckirina wan a belawela bû; bi fîlman, şekirlokan, paddleballan, krîkoyan û kornetan. Lê para mezin di serbilindîya min de xwe dispart rastîya ku ez nîvê meaşê xwe didim dêya xwe. Ev jî dihat wateya ku min liqek pereyê xwe dida tiştên rasteqîn –heqê sîgorteyê, diravdanên poliçeyê yan jî deynê şîrfiroş an qeşafiroşî. Wê kêfa ku ez ji bo malbata xwe girîng im, ne îşê xweş bû ma. Ez ne wekî wan zarokên di çîrokên gelêrî de bûm: qirikeke ku lazim e were têrkirin, teşqeleyên ku divê bên sererastkirin an jî pirsgirêkên wer giran ku divê mirov wan li daristanê biterîkîne. Statûyeke min hebû li malê, yeka ku bi kirina karên rûtîn bi dest nediket. Û vêya ez dikenandim bi henûnî, mezinan bi serhejandinê silav di min didan bi xêra wê. Wek zarokekê na, wan êdî wekî gihîştîyekê ez qebûl dikirim.


Di wan rojan de, salên çilan, zarok ne tenê ji bo hezkirin an kêfxweşîyê hebûn, lê pêwîstî bi wan hebû. Dikaribûn pere qezenc bikirana, zarokên ji xwe piçûktir xweyî bikirana, li çewlikan bixebitîna, bi naxiran re serî derxistina, karên dest û pêyan bikirana, û hê gelek tiştên din hebûn ku dikaribûn bikirana. Ez dibêm qey pêwîstîya bi zarokan a wan rojan, ne bi awayê di roja me ya îro de ye. Tên hezkirin, parastin û ji wan re dibin alîkar. Baş bû, lê bele, dîsa jî…

Îlûstrasyon: Christoph Niemann

Hêdî hêdî, ez di paqijîya xanîyê Wê de baştir dibûm - bi têra xwe baş ku gelek karên din didan min, bêtir û hê bêtir. Carekê fermanek li min hat kirin ez refa pirtûkan bibim qata jorê û carekê jî fermana pîyanoyekê ku ji odeya wê derbasî odeyeke din bikim. Dema min refa pirtûkan derbas dikir li erdê ketim, dûv re lingên min û milên min pir êşîyan gava min piyano tehm dida. Min dixwest red bikim an jî bi kêmanî gazincan bikim, serî rakim. Lê belê ez ditirsîyam berî min bide û wê azadîya ku dolaran dida min ji dest bidim, rewşa ez li mala xwe tê de me wenda bikim -tevî ku li her du hêlan jî rewş hêdî hêdî têk diçû-. Dest pê kir, cilên xwe, bi pereyan, pêşkêşî min kirin. Ji bo keçeke piçûk ku hew du cilên wê hebûn ji bo li dibistanê li xwe bike, ev cilên wê xweş xuya dikirin. Min çend heban kirîn. Heta ku dêya min ji min pirsî gelo bi rastî dixwazim ji bo kevnik mevnikên weha bixebitim an na. Bi vî hawî ez fêr bûm bibêjim “Naxwazim, spas” ji wan suweteran re ku di berdêla çaryekê miaşê min ê hefteyî pêşkêşî min dibûn.


Dîsa jî ji bo hildana cesareta xwe diketim tengavîyê li hemberî daxwazên wê yên her ku diçû zêde dibûn. Min dizanî, ez ji dêya xwe re bibêjim çi qas bedbext dibim, wê dê bigota dev ji kar berde. Paşê, rojekê ez û bavê xwe li mitbexê bi tenê bûn. Min di dilê xwe de gazin kir derheqê kar de û bi nermî anî ziman, ez pê re axivîm. Min mînak gotin, mînakên ku ez pê re aciz dibûm, bi hişyarî û baldarî gohdarîya min dikir. Lê belê min di çavên wî de qet sempatî nedît. Na, “Tişta piçûk û belengaz, qîza min.” Belkî ne revandin bû tiştê min dixwest, çareserkirin bû, ewî wiha fêm kir. Qehweya xwe danî quncikekê û got: “Gohdar bike! Tu li wir najî, li vir dijî, tevî malbata xwe, here karê xwe, pereyê xwe hilde û were mala xwe.”


Weha bûn tiştên digotin. Min weha seh kir.

1. Çi kar dibe bila bibe, karê xwe qenc bike, -ne ji bo patron, ji bo xwe-

2. Tu karî dikî, ne ku ew te.

3. Jiyana te ya rasteqîn her bi me re, bi malbata te re ye.

4. Tu kî bî her dîsa ew kes î; ne ew karê ku dikî.


Ji wê rojê de ye ji bo her texlît mirovî dixebitim, ji bo jîr û kêmhişan, bernac û bêxîretan, dilpak û nezanan… Di gelek karên curbicur de xebitîm. Lê belê piştî wê axaftina me, min hîç qedirê xwe bi asta karî nepîva, û min qet carekê ewlehîya karê xwe danenî ser ewlehîya malika xwe.


|| Wergera ji îngilîzî: Yusufhan Aydin

____________________________________

|| Ev nivîs ji kovara The New Yorkerê (Versîyona çapkirî ya Hezîran 5 & 12, 2017) hatiye wergertin. 

____________________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

____________________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.