Ciwan Haco Behr Bê Pêl Nabe - Omer Faruk Baran

 

Kerem bikin Bihuşta Cegerxwîn: Omer Faruk Baran li ber strana "Behr Bê Pêl Nabe" ya Ciwan Haco nivîsî, Evdî Hesqera xwend.




Ciwan Haco Behr Bê Pêl Nabe - Omer Faruk Baran
(https://perxudres.blogspot.com/2020/1...​)

I.

te ji vê stranê pir hez dikir 
û ku te çi wext vedikir stran 
bêmane, pê re sor dibûn sûrên Diyarbekir 
em li berbanga berbanê, hilakî 
siberoja me hinekî poşman, stûxwar
li mêvandarî û mazubaniya li mala hevalan 
fedîkar, me li xwe dipêça şeva tarî, şeva har 

te cixare nedikişand tema
û te nedihîşt ku ez jî bikişînim
serê te li ser milê min ê rastê 
şerê me, çep dilên me çep, kutekut û kuxtekux 
min bi ê xwe dikir ha, dikişand cixare, bi mêranî! 

bi azana sibê re, bi ser me de dihatin ol û dîn 
min digo metirse em ê herin bihuşta Cegerxwîn
em diçûn û li wir sankî li kezeba me diket ev stran 
xeyalên me dûr û giran giran 
rexneyên me li civaka cahil, civaka nezan
bihevşabûn bû, bi heft qat cil bû, ev para wan 
da ku nepijiqe ezûtuyekî xwînî ji nav nivînan 
ewê ku xwe tenê sipartibû
çend ramûsan û çend gezan 

II. 

te ji vê stranê pir hez dikir 
loma min digo dîsa lêxe hele 
pencere perde, cîran nabînin me
heval bi xwe nehisiyane, me nabihîsin 
serê sibê em ketine bextê saet heftan 
zû ke de, em nesekinin herin ji van deran 

li ber stranê taşte hazir dikir te, kebanî 
ez dibûm malxwe min diçû nan dianî 
li ser sifrê sermestiya mîrat awirê min î feodal 
te dida serê xwe desmal, çavên te henûn 
çay, penîr û çend heb zeytûn 

III.

bêbixatirêwe em derdiketin ji qesra mîr û periyan 
kîjan eşqê xwe
neqelibandibû li malên xwendekaran 
feraqên neşûştî, odeyên biçûk û
gemarî, bêhna genî 
bila qe, ez mîr bûm li wir tu jî perî 
mîna ku hukmê min li bajêr bibe 
û mîna ku li ba min nebîne kes te 
tirsa destên ne destgirtî 
gavên bi lez de lez, stranî 

kesî em nedidîn, me herkes didît çi bigir 
herkes nas, herkes dost, herkes dijminê eşqê 
li ku bibînin me, dikin biavêjin feqê 
tu hema siwar dibûyî li wê dolmişê,
diçûyî bê veger 
lêdiket ev strana jî, li dû te
di guhên di ber devî rê de 
mişt tenêbûn, mişt tinebûn, mişt keser 
çend peyv jê, jibîrbûyî 

te ji vê stranê pir hez dikir 
ez nizam tu hîn jê hez dikî yan na 
ez zanim ez hîn jê hez dikim, ji te 
min ji vê stranê pir hez dikir 
tu nizanî ez hîn jê hez dikim an na 
ez zanim ez hîn jê hez dikim, ji te 
me ji vê stranê pir hez dikir 
em nizanin em hîn jê hez dikin an na 
ez zanim ez hîn jê hez dikim, ji te 

Dîyarbekir - Stenbol, 2013

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.