Beşek Ji Kitêba Nû ya Bill Gatesî: Çawa Dê Rê Li Ber Felaketeke Avûhewayê Bê Girtin?

BILL GATES KITÊBA XWE YA NÛ "ÇAWA DÊ RÊ LI BER FELAKETEKE AVÛHEWAYÊ BÊ GIRTIN?" (Sibat, 2021) PÊŞKÊŞ DIKE

 ||Bill Gates

Bîst sal berê min dê qet texmîn nekiraya ku wê rojek bê û ez ê li pêş xelkê li ser guherîna avûhewayê şoran bikim, tew nivîsîna pirtûkekê, qet. Zanebûna min li ser bernameyên kompîteran e, ne li ser zanista avûhewayê lê digel xanima xwe, Melindayê, ez van rojan bi domdarî li Weqfa Gatesî bi hûrbûneke super li ser saxlemîya global, pêşketin û perwerdehîya Amerîkayê kar dikim.

Ez bi rêyeke ne rasterast laqayî hûrbûna li ser guherîna avûhewayê hatim - di ser problema kêmanîya enerjîyê re.

Di destpêka salên 2000î de, gava ku weqfa me hêj nû dest pê kiribû, ji bo ku ez di heqê mirina zarokan, HIV, û problemên dîtir ên ku em li ser dixebitîn bêtir fêrî tiştan bibim, min jî dest bi seyahetên xwe kiribû bo welatên kêm-dahat ên li bin-Sahrayên Efrîqayê û Başûrê Asyayê. Lê hişê min tim ne li ser felaketan bû. Di ser bajarên mezin re difirîyam, min ji paceyê dinêrî, û lê difikirîm, Ev der çima hew qasî tarî ye? Ka ew şewq û lampeyên ku min li New York, Parîs an li Beijingê didîtin?

 
Min û Melîndayê gelek caran zarokên wekî Ovulube Chinachiyê neh salî, yê ku di Lagosa Nîjeryayê li ber ronahîya findê dersên xwe dixwendin, dinasîn.

Ez hîn bûm ku li dora milyarekê meriv ji gihana bi elektrîkê mehrûm in û nêvîyê wan li bin-Sahrayên Efrîqayê dijîn. (Rewş a niha hinekî baştir bûye ji wê çaxê de; îro li dora 860 milyonî meriv ji elektrîkê mehrûm in.) Min dest pê kir û ez li ser fikirîm bê ka dinya dikare enerjîyê bo hejaran bike tiştekî bihamaqûl û amin an na. Tu maneya wê tunebû ku weqfa me serê xwe bi vê problema qerase re biêşanda - divîya ku em li ser mîsyona xwe ya esasî baldar bûna - lê min dest pê kir û bi çend hevalên xwe yên kaşif re li dora fikiran da çirvîtikan.

Di dawîya 2006an de min du hevkarên xwe yên kevin ên ji Microsoftê nasîn, xwebexşane dên û bala xwe dabûn ser enerjî û avûhewayê. Bi xwe re jî du zanistên avûhewayê yên ku di şarezayê meseleyê bûn anîbûn, û her çar rabûn agahîyên eleqedarî emîsyona xaza serayê şanî min dan.

Min dizanibû ku xazên serayê germahîyê zêde dikin, lê ji min hebû ku hin guhertoyên din ên felekî hene yan jî hin faktor hene ku bi awayekî xwezayî rê li ber felaketeke rasteqîne ya avûhewayê digirin. Qebûlkirina wê pir zehmet bû, erê, lê heta ku merivan piçikek jî ji xaza serayî berdana hewayê germayî dê her zêde biba.

Gelek caran digel pirsên peyderpey ez bi şûn de vedigerîyam nik vê komê. Axirî, ez bi ser vebûm. Ji bo ku hejar bikarîbûna li ber xwe bidana lazim bû ku dinya bêhtir enerjî pêşkêşî wan bikira lê divîya me ew enerjî bêyî ku em zêdetir xazên serayê berdin pêşkêş bikira.

Vêca problem a niha ji berê gelekî zehmettir dixuya. Gîhandina enerjîyeke pêbawer û erzan ji bo hejaran têrî nedikir. Ew, her weha, divîya ku paqij bûya jî.

Bi salan re, ez di sê tiştan de qaneh bûm:

  1. Ji bo ku rê li ber felaketeke avûhewayê bê girtin divê em emîsyona xaza serayî bînin sifirê.
  2. Hewce ye em amûrên di destê xwe de yên wekî tavê û bayî, zû bi zû û baqilane cî bi cî bikin.
  3. Û divê em teknolojîyên nûjen, ên ku dê me bigehînin rêya mayî, hilberînin û pêşkêş bikin.

Meseleya anîna sifirê, krîtîktirîn bû û krîtîktirîn e. Hedefa kêmkirina emîsyona me - lê ne qedandina wê - dê bi kêrî tiştekî neyê. Tekane hedefa bikêrhatî û hêja ew ku em emîsyonê bînin sifirê.

Ev pirtûk rêyeke berepêş pêşnîyaz dike, rêzegavên ku bi avêtina wan em dikarin baştirîn şansî bi dest ve bînin da rê li ber felaketeke avûhewayê bê girtin. Dabeşî pênc feslan e:

Çima sifir? Di fesla 1emîn de ez dê bêtir bi ta û derzî vekim bê ka çima divê em daxin sifirê, bi tevî tiştên em dizanin (û yên em nizanin) zêdebûna germahîyê li hawîrdorê dinyayê dê tesîreke çawa li jîyana însanan bike.

Xebera nebixêrê: Anîna sifirê wê bi rastî jî zehmet be. Ji ber ku her plana ji bo bidestxistina tiştinan bi nirxandineke realîstane ya zehmetîyên li ser rêya xwe dest pê dike, di fesla duyem de em dê bêhnekê li ser zehmetîyên ku em dê rû bi rûyî wan bibin rawestin.

Em dê çawa civateke agahdarkirî li dor guherîna avûhewayê bigerînin. Ez dê hin daneyên tevlihev, ku mihtemelen we jî bihîstiye, hûr bihûnim û pirsên xwe yên ku di her civata di heqê guherîna avûhewayê de ez dipirsim, dubare bipirsim. Bi saya wan gelek caran ez ji ya şaş dadigerîyam û hêvî dikim ew dê heman tiştî ji bo we jî bikin.

Mizgîna we ya xêrê: Em dikarin pê. Ji beşa 4an heta 9an, ez dê hino hino deverên ku teknolojîya îroyîn dikare alî me bike û deverên ku pêdivîya me bi nûjenîyan heye vebêjim. Ev dê bibe dirêjtirîn fesla kitêbê, ji ber ku gelek mijar tê de hene. Pêdivîya me bi hin çareserîyan heye da ku em wan cî bi cî bikin, û her weha pir û gelek îcad hene ku lazim bên bi pêş ve xistin û di dehsalên pêş de li hawîrdora dinyayê bên belav kirin.

Gavên ku a niha em dikarin biavêjin. Min ev kitêb nivîsî, ne ji ber ku min hew problema guherîna avûhewayê didît; lêbelê ez her weha derfetên bo çareserîya wê jî dibînim. Ev ne geşbînîyeke çardehê adarê ye, na. Ji xwe ji sê tiştên ku divê teşebuseke mezin bi ser bikeve didu me bi dest ve anîne. Serê pêşîn, hîmeta me heye, mala heweskarîya tevgerên global ên ji bal gêncên bi kûrî xema guherîna avûhewayê dixwin ve tên rêvebirin ava be. Didu, biqasî hedefên ji bo çareserkirina problemê li hawîrdora dinê lîderên herêmî û neteweyî hene ku hazir in bo erka ku bi para wan dikeve bînin cî.

Vêca pêdivîya me bi parçeyê sêyem heye: planeke şênber bo bidestxistina van hedefan.

Çawa ku hîmeta me ji bal teqdîra zanista avûhewayê ve tê birêvebirin, her dîsa divê her planeke pratîk a li ser kêmkirina emîsyonê (mêtina xazê) jî ji bal dîsîplînên din ve bê birêvebirin: fîzîk, kîmya, bîyolojî, mihendisî, zanista polîtîkayê, ekonomî, fînans, û hwd... Loma di fesla dawî ya vê kitêbê de ez dê planeke ku min li ser bingehê rêberîya ji pisporên van hemû dîsîplînan avakirî, pêşnîyaz bikim. Di fesla 10 û 11an de ez dê li ser ka gelo hikûmet dikarin polîtîkayên çawa cî bi cî bikin hûr bibim; di fesla 12an de ji bo ku dinya bi tevayî bigihe sifirê, gavên ku her yek ji me ji bera xwe ve dikare biavêje çi ne, ez dê wan bibêjim. Dixwazî bila tu bi serokekî hikûmetê bî, yan miteşebisek bî, yan dengdarekî xwedan jîyaneke qerebalix û wextekî teng (an jî evên berê tev), gelek tişt hene ku tu karibî bikî ji bo ku alîkar bî rê li ber felaketeke avûhewayê bê girtin.

Tevde ev bû. De ka em dest pê bikin.


JI BEŞA 12AN HIN GAVÊN PÊŞNÎYAZKIRÎ*

Wekî Hemwelatîyan

  • Nameyan binivîsin, telefonan bikin, tev li karê beledîyan bibin.

Divê rêvebir têbigihên ku ev mesele bi qasî saxlemî yan jî perwerdehîyê bo we girîng e. Belkî bi we wekî tebîetekî kevnare bê xuyanê lê name û telefon hîn jî tesîra xwe ya berê hene li ser kesên hilbijartî. Lê hema rasterast nebêjine wan "Tiştinan ji bo guherîna avûhewayê bike!" Pirsan ji wan bikin, bi wan bidin fam kirin ku hûn dê rayên xwe li gorî vê meseleyê bidin. Doza fonan bo enerjîyeke paqijtir bikin.

Wekî Bikiran

  • Li malên xwe emîsyona xwe kêm bikin.

Bo nimûne, hûn dikarin bi mesrefên biçûk lampeyên xwe yên kevnare bi yên LED biguherin.

  • Otomobîlên Bielektrîk

Eger hûn bêtir doza otomobîlên bielektrîk bikin dê şîrket bêtir ji wan hilberînin. Ev di destê we de ye.

  • Burgerên bingeh-gîhayî biceribînin.

Belkî tahma wan ne hew qasî xweş be lê dîsa jî biceribînin, ew jî ne wekî berê ne.

*Têbînîya wergêr: Ev beş gelekê dirêjtir bû lê ji ber ku bi piranî pêşnîyazên tê de ji bo civata Amerîkayê bû, min hew yên bi giştî wergerandin.


|| Wergera ji îngilîzî: Birûsk Aryan

____________________________________

|| Ev nivîs ji çend jêgirtinên ji kitêba nû ya Bill Gatesî "Çawa dê rê li ber felaketeke avûhewayê bê girtin" hatiye wergirtin.  Bill Gates bi xwe jî di ser bloga xwe re hin ji wan beşan belav dike.

____________________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

____________________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.