Zanist di heqê bextewarîyê de çi dibêje?

 

Dr Laurie Sanros li Zanîngeha Yale-ê qursên li ser bextewarîyê dide.

||Dr Laurie Santos

Em rabin û bibêjin 2020 ne sala herî çê bû, ev dê ne kêmanîyek be. Ji bo me gelekan, li me wer hat, wekî ku agirekî mezin ê sergoyan em dabin ber xwe. Qet ne ecêb e jî stresa jîyîna bi pandemîyekê re, tesîreke xerab li siheta me ya zêhnî dike, radeya fikare û xemgîrîya me zêdetir dike. Gelekên me tê derxistine ku hema wilo zû bi zû em dê nikaribin xatirê xwe ji sala çûyî bixwazin.

Û ev jî tê maneya wê ku em bi bendewarîyên bilind derbasî sala 2021ê dibin. Soza derzîyekê û wê hêvîya ku em ê li normalbûnê vegerin, serê vê salê tiştekî ku demeke dirêj e me bêrîya wê kirî da me: hêvî. Piştî vê salê îcar em dikin bê bask bifirin. Ev merheleyeke nû ye di jîyana me de, yeka weha ku tibabek guherînên qenc dikarin lê biqewimin.

Lêkolîn destnîşan dikin ku ev geşbînîya me ya kolektîf fersendeke baş pêşkêşî me dike da ku hal û hereketên me çêtir biguherin. Katy Milkmana psîkologa li Zanîngeha Pennsylvaniayê û hevalên  destnîşan kirin ku însan di bêhnvedanên demkî yên mişterek de bêtir li hedefên nû sor dibin di şûna wan demên çawalêhato yên salê; ew vê wekî "tesîra destpêkeke teze" jî bi nav dike. Dixwazî bila ev rojbûnek be, roja pêşîn a mektebê, yan jî sibeheke duşemê be; kêlîyên destpêkên jinûve motîwasyona me gur dikin, dêhn û bala me didin risimê mezin û tişta ku bera jî em doza wê dikin li vê jînê. Ev, wî barê li ser me yê ji ber xeletîyên me yên berê sivik dike; heçku kaxezeke vala dabin me. Lê heger em bi aqilane nêzîkî van hedefên xwe nebin, tê heye ku ev çareserî û biryardarîya me ji qencîyê bêtir xisarê bide me.

Heger hûn li Brîtanîyan hatibin, mihtemelen hûn vê mehê hin hazirîyan ji bo xwe-pêşdebirinê dikin. Serên salê ji bo gelekan  demên bi keys in ji bo revîzekirina laşî, rewşa aborîyê, rûtîn û têkilîyên bi însanan re. Em dêhn û bala xwe gişî didin wan şert û merc, hal û hereketên xwe yên xerab û em dibêjin qey ev revîzyona jîyanî dê bi darê zorê biçe serî. Em hemû fermanberên xwe yên navxweyî bi rêk dixin. Em hewl didin xwe bidin tehbên qenctir. Em ji xwe re dibêjin ku çawa qelew in, tiral, bê hêz û felişî ne; piştguhkirina me çawa me bi şûn de dihêle - û ev tev de xeletîya me ye! Ev axaftina negatîv a xwebixwe tu xêrekê li me nake, lê em dibêjin qey divê em xwe bidin şermê da ku em bi awayekî serkeftî tiştinan di xwe de biguherin.

Lê ev nêzîkbûna han bêkêr e, bi taybetî heger hedef bextewerîya zêdetir be. Berî her tiştî, hişê me dê xwedî têgînên [intuition] xirab be derheqê wan tiştan de ku em dikarin bikin, da ku haletê xwe baştir bikin. Lêkolîn destnîşan dikin ku em di meseleya bextewerîyê de tim dixelitin: em ji hedê wê zêdetir digazincin, ji me heye ku em xwe rihet dikin, lê em di berdêla lêhaybûna qîyametek tiştên qenc de vê dikin. Em xwe dûrî civatan dikin, bi serê xwe bi saetan diponijin û dibên qey ev dê şîn û acizîya me derman dike lê lêkolîn pir bi eşkereyî nîşan didin ku gava em civatekê digerînin, em bextewertir dibin. Û ji me heye bextewerîya me bi şert û mercên me ve ye: xwe zeîfkirin, dermalekirin, qezenca zêdetir a pereyan... Lê wekî yeka ku ilmê bextewerîyê fêr dike, wekî navê xwe pê dizanim, û lêkolîn jî destnîşan dikin ku gelek ji van hedefên serê salê bi qasî ku em hêvîyê ji wan dikin fêdeyekê li bextewerîya me nakin.

Ji loma ez her pêşnîyazî xwendekarên xwe dikim ku çareserîyên bingeh-delîl ji xwe re hilbijêrin, sûdê ji wan xebatên zanistî bigirin yên ku dipirsin ka çi me bextewar dike. Bo nimûne, di şûna ku hûn ê vê mehê berê xwe bidin guherandina şikl û şemalê xwe, bêtir bala xwe bidinê bê ka hûn çawa dikarin zîhnîyeta xwe biguherin. Berî ku hûn di xew re biçin nimetên ji bo xwe bi bîr bînin. Belkî bi we beredayî bixuye lê her şev nivîsîna sê çar tiştên ku hûn şikirîya wan dikin, dikare bi qasî du hefteyan halê we yê başîyê bi awayekî berbiçav li hev biedilîne. Guherîneke din a pozîtîv jî di meseleya zîhnîyetê de, jîyîna di gavê/kêlîyê de ye. Lêkolîna psîkologê Harvardê, Dan Gilbert, û hevkarên wî nîşan dide ku gava em baş bala xwe didin tişta em dikin - ev her çi dibe bila bibe - em bi giştî bextewartir dibin. Ka çima hûn vê hêla xwe ya bûyîna di gavê de bi çend deqîqeyên rojane yên medîtasyonê bi pêş ve naxin? Axir, hinekî jî ji zîhnîyeta bexîl, ya her dibêje ez û ez û ez, ber bi yeka ku bêtir xema kesên din jî dixwe, biçin. Komek xebat nîşan dane ku gava mirov alî kesên hewcedar dikin, bextewer in.

Îcar pirsa ku ka em ê çawa bi çareserîyan bigehin peyda dibe; li gorî pêşnîyaza ilm û zanistê darê zorê ne rêya herî bikêr e. Li gorî lêkolîna Zanîngeha Texasê, Kristen Neffa psîkolog nîşan dide ku heger em lê hay bibin êş û azar û qelsî jî parçeyekî bûyîna me ya însanî ne, û berovajî darê zorê, heger em bi xweşî nêzîkî xwe bibin, em ê rihettir karibin ji bo ya qenctir xwe biguherin. Gava hat û vî fermandarî dor li we teng kir, berê xwe bidin monologeke cuda ya hundirîn. Bi xwe re wekî dêûbavekî ku hez dike, mamosteyekî ku di şûna erzşikandinê de li ber dilî dide, bidin û bistînin. Bi bîra xwe bixin ku însanî tim teqabulî mikemelbûnê nake, û destê xwe bi şefqet li serê xwe bigerînin: Neff jî vê pêşnîyaz dike, eyn çawa hûn bi şefqet destê hevalekî mist didin, weha yê xwe jî mist bidin. Ev her çiqasî wekî rêyeke xweşkirina ji-xwe-re xuya bike jî, zanist nîşan dide ku ev rêyeke bikêr a bidestxistina hedefan e. Neffê û yên din dîtine ku ew însanên xwe-rehm [bi xwe re bi rehm] çêtir dixwin û vedixwin, bêtir termînan dikin, û gelekî ji laşê xwe xweşhal in. Her weha, ev kes kêmtir tiştan taloq dikin û piştî têkçûnên xwe, qewîntir li xwe vedigerin.

Bi vî hawî, bi ferqkirina wan rêyên ku hişê me dike me bixapîne, em dikarin dilnîya bin ku ew tesîra bihêz a destpêkeke teze dê li ber avê neçe. Ji bo hûn vê bikin jî, divê hûn heq ji wê xezeba kulturî ya li pê guherînên tam û temam derkevin û her weha hinekî din li hemberî xwe bi rehm bin. Ji loma îsal ez bi çareserîyeke din re me: di şûna ku xwe li kitêbên dîyetê yan salonên sporê biqelibînim, min soza wê da xwe ku bi xwe re zêdetir bi rehm û şefqet bim. Ez heman tiştî pêşnîyazî we jî dikim.   


|| Wergera ji îngilîzî: Birûsk Aryan


_______________________________________

|| Esilê vê nivîsê 8ê Kanûna Paşîn a 2021ê di malpera The Guardianê de hatiye weşandin. 

_______________________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

_______________________________________

|| Serrastkirin: Înan Eroglu

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.