Serencama Zivistanê



| Bernd Brunner

 

Mirov di eslê xwe de mexlûqên tropîkal bûn, û vê yekê kir ku em ji germê hez bikin. Bes ne germahiya zêde: lêkolîn nîşan didin ku germahiya herî minasib her tim di navbera 70 û 80 pileya Fahrenhaytê de ye bi rexma ku ev yek li gor her kesekî jî diguhere. Tevî vê tercîha xwe jî, bav û kalên me berriyên Afrîkayê terk kirin ji bo ku malên xwe li deverên hîn sartir lê bikin. Mirovan dikarî hînî qeşayê, sermaya xedar bibin – lê serpêhatiyeke cudatir hewce dikir ji bo ji sariyê hez bikin. 

 

Olaus Magnusê kartograf, yê ku her weha serpîskoposê katolîk yê dawî bû li Uppsalayê, yek ji çîrokên ewil yên jiyana di nav berfê de li dû xwe hişt. Di sedsala şanzdehem de dest pê kir bi demdirêjî li herêmên Norwêc û Swêdê bigere û rapora wî ya van rêwîtiyan, A Description of the Northern Peoples [Wesfê Xelkê Bakurî], li seranserê Ewropayê bala xelkê kişand. Gravûrên xêzkirî yên digel nexşeyeke miezem kirin ku dîmeneke kartêker, û hindek caran jî fantastîk, ya dinyaya hov ya Bakurê û jiyana di nav berf û qeşayê de peyda bibe. Magnus di pasajeke xwe ya nejibîr de qala şerê demsalan yê li ser pişta hespekî sembolîk dike, “di roja ewil ya Gulanê de, dema ku tav dikeve nav Komstêrka Gayî.” Hindek siwaran ji aliyekî ve kurk li xwe dikirin û zivistan nîşan didan, hindek siwarên din jî, diketin qilafetê havînê, belg û çîçekan li xwe dipêçan. Hêza dijber bi riman diket bajêr, şer dikir heta ku havîn dibû biserketiyê rojê. Têkoşana sembolîk ya di navbera demsalan de ji Skandînavyayê heta Alpê li gelek deveran dihat nîşandan, bi awayê stranên cengê, pevçûn û duelloyê. Her çend cih û mijar diguherîn jî, lêbelê netîce her wekî xwe dima: zivistan her tim a soxî bi bin diket.

 

Pêla hewaya germ xirab e û dibe ku kujer be, lê têhna kêm hîn bi talûketir e ji bo jiyanê. Hewce dikir ku mirovan hêza xwe ya çareserkirinê seferber bikira ji bo ku xwe ji vê talûkeyê hemet bikin. Çendîn serdeman, per û baskên qeşayî yên zivistanê rê li ber zehmetiyên ecêb mezin vedikirin. Dema ku dexl û dan tune be, mirov dê çawa zikê xwe têr bikin? Dê çawa xwe biparêzin ji bo ku ji sermana neqerisin? Û dê çawa ji derekê biçin devereke din gava ku berfê her rê û dirbê asê kiribe? Bersivên van pirsên qethî, îşaret bi serkeftinên mihîm yên şaristaniyê dikin. Xwarina zêde û hema hema hemû teknîkên ji bo parastina xwarinan, bo nimûne, ji sêv û hirmiyên hişkkirî heta bi goşt û masiyên dûkêlkirî, tirşiya sebzeyan, alûcên konservekirî û kesidandina pastirmeyên berazan, ji ber sedemekê peyda bûbûn: da ku xelk hînî zivistanê bibin. Sermayê her weha kir ku sîstema germkirin û îzolasyonê jî baştir bibe. Gelek şapatên dirêj, çareya herî berbelav ji bo germkirina hundirê cihekî ew bû ku hema meriv agirekî pêxe. Tifikên ferşî cara ewil di sedsala heştem de peyda bûn. Di salên 1200î de, firneyeke dîwaran ya bikêrhatî ne tenê li keleh û manastiran lê her weha li gelek malên taybet jî bû alaveke dayîmî. Piştî vê bi çend sedsalan firne baştir bûn lê wê teknolojîya bingehîn jî sînorên xwe hebûn. Torindeke sedsala hejdehem, Elisabeth Charlottea Palatinateê, Duşesa Orléansê, bi zelalî behsa firneyeke bêkêr ya koşka biîhtişam ya Versaillesê dike. Di nameya xwe ya 10ê Kanûna Paşîn ya 1709an de ji bo Sophiaya Hanoverî dinivîse, “ma ne îşê sar e, tew qal meke.” “Li ber agirekî gur rûniştî me, ber derî perdekirî ne, kurkê samûrê bi stûyê min ve ye, postekî hirçan li ser pêyê min e, lê ji sermana dilerizim ji ber ku Xwedê ji min stendiye û bi zehmetî bi qelema xwe digirim. Di tu rojeke jiyana xwe de rastî zivistaneke ewqasî hişk nehatibûm; şerab di şûşeyan de diqerise.” 


Bapûk, Francisco Goya, s. 1786. Wikimedia Commons, Muzexaneya Pradoyê  

Lêbelê çare xuya bû: germkirina merkezî. Sîstem di dawiya sedsala hejdehem de hat îcadkirin û serê ewil bi ava germ yan jî buxarê dişixulî. Mirov bi derengî hînî wê bûbûn û demeke dirêj tenê wek îmtiyazeke bo giregiran mabû. Teknolojî ewil di malên ne-torind de peyda bûbû li dor salên 1900î û demeke dirêj qet bi awayê standard nema piştî ku bazara wê çêbûbû. Bi demê re, germkirina merkezî ji dêvla êzing yan jî komirê, bi don yan jî gazê hat dadan. 

 

Sîstema germkirinê bi teknîkeke din dewam kir ji bo ku hişkiya zivistanê nerm bike: derkirina sermayê. Dema ku mirovan cara ewil di xaniyên xwe de pencereyên biçûk lêkirin, ew bi postên heywanan û paçan pêçandin û vê yekê tevî ku dihişt hinekî ronahî bigire her weha germahiya hundirî jî mihafeze dikir. Paşê, derabeyên textik dikarîn pencere asê bikirana gava guregura bageran bû. Çavikên pencereyan tew heta sedsala dozdehem tenê ji bo dêran bûn û mirovan heta demeke dirêj jî bi awayê luksa herî zêde berê xwe didayê. Heger sar bûya, çareya bi hezar salan ew bû ku hema mirov biçe xwe têxe nav nivînê: hemû malbat, tevî qerwaş û mêvanên xwe dikarîn di bin paçekî de xwe germ bikin. 

 

Lê ji bilî sermayê, mirov îcar bi dijminekî din re rûbirû man: berf. Heta berî 150 salan jî însanan zêde nedikarîn li dijî vê karesata spî kar bikin lê ew bi bêran paqij dikirin. Gava ku berfê rê asê dikirin, mirov tenê di ser qeşayê re digeriyan. Guzergehên geryanê yên havîn û zivistanê axilbe ji hev cuda bûn: Dema ku berfê rûber û şiverêyên derdorê dinixumandin, mirovan guzergeha yekser ya di navbera du cihan de dida ber xwe. Taxûkên bi ga û hespan ve, bû wasiteyeke serekî ya çûnûhatinê. Di rojên ewil yên rêwîtiya trênê de, trên piranî di berfê de diçikiyan. Di Kanûna Paşîn ya 1890î de, bo nimûne, trênek di ser Çiyayên Rockyê re diçe aliyê rojavayê, li wir radiweste û heft sed rêwiyên tê de mecbûr dimînin du hefteyan bipên berî ku bikarin bi rêwitiya xwe dewam bikin. Lê gava ku sedsala nozdehem bi dawî dibû, êdî dolabên berf-maliştinê bi ber lokomotîfan ve dikirin, vê dikir ku trên di nav berfa zêde de jî bi rêya xwe de biçe. 

 

Li bajaran hewce bû ku tavilê sikak bên paqijkirin piştî ku berf dibariya. Çareseriya herî ewil ew bû ku berf bi gundorekî giran bê pahnkirin. Piştre eşkere bû ku textikên berfê hîn bikêrhatîtir in lê wan bi xwe re kêşeyeke nû jî anî: li kêlekên sikakan lodên berfê bilind dibûn û xelkê diviya çi bikirina bi wan? Maliştina wê hema wekî gotina wê nerihet bû. Pere û organîzasyon lazim dikir ji bo ku berfê veguhêzin derveyî bajêr yan jî cihekî komkirinê. Û textikê berfê nekarî dawiya metirsiyên zivistanê bîne yan jî nekarî rêxweşker be ji bo çareserkirina kêşeyan. Di 1887an de, mûcîdekî New Yorkê pêşniyaz kir ku buxardank bên bikaranîn ji bo helandina berfê, ji ber ku ev makîne dê qawetê bidaya boriyên germkirî  yên li bin sikak û peyarêkên bajêr. Ev fikir tu carî li New Yorkê neçû serî, lêbelê bajarên din -Reykjvajk û Oslo tê de- niha xwedî sikakên sincirandî ne.


(Çep) Lewhayeke dîrokî ya Lidwinaya Schiedamî, bi awayê qeydkirî mexdûra ewil ya patenê ye di dîrokê de. 1498. Arşîva nivîskar. (Rast) Arezûya zivistanê dibe ku ji nişka ve veguhere arihana zivistanê. The World in Pictures, 1844. Arşîva nivîskar. 

Di Adara 1888an de, bapûkeke mezin li bin guhê New Yorkê xist û bi xwe re bayekî bi leza heştê mîlî di saetê de anî. Bagerê xetên ceryanê anîn xwarê û trafîk û trênên bilindahiyê yekcar sekinîn. Hesp di bin hefsarên xwe de qerisîn mirin, keştî binav bûn, û çend sedek mirov mirin. Piştre heta bi çar rojan, bajar bi qasî sê gavan di binê berfê de ma, û aşîtê kir ku gelek mirov di malê de hesargeh bimînin. Vagonên xwedî nivîn yên di depoyên xeta trênê de bûn hêwirgehên lêqewimiyan. Bagera trawmatîk ya zivistanê kir ku plangêrên bajêr pêşniyaz bikin bila kabloyên telefonan û wesayîtên civakî derbasî bin erdê bibin. Piştî çend salan plan ji bo van projeyên serkeftî hatin gêran û sîstema metroyê ya New Yorkê wisa peyda bû.   

 

Resim nîşan didin ku mirovan çawa di demên berê de bi berf û sermayê re li hev kirine. Bes ev heye: sêwiranên herî ewil yên zivistanê tenê bi heta sedsala panzdehem diçin. Berî wê tu kesî hewl nedaye dîmenên zivistanê xêz bike yan jî boyax bike. Paleta bi kêm rengan nebû îlham ji hunermendan re? An girrê mirovan jê diçû loma nexwestin wê nîşan bidin? Werhasil, tê zanîn ku dîmenê ewil yê zivistanê, îlustrasyona Sibatê ya di destxeta navdar Très Riches Heures du Duc de Berry de ye, teqrîben di 1414an de hatiye çêkirin. Hunermendî tê de sêwirandiye ku darbir li daristaneke pelweşandî ne, pez colî ser hev bûne da ku germ bibin, û teyr di nav berfê de li êma reşandî digerin. Lêbelê berhemên sedsala şanzdehem nîşan didin ku zivistan bi temamî ne bêrî bûye ji kêf û şahiyan. Şerê bi gulokên berfê û patena qeşayê jixwe populer bûn, û hostayên flamî û holandî hin dîmenên rasteqîne xêz kirin ku tê de mirov bi kubarî di ser birk û golên qerisî re dişemitîn. 


Très Riches Heures du duc de Berry: February, birayên Limbourgî, s. 1414. Wikimedia Commons, Muzexaneya Condé.


Ji wê çaxê ve ye mirov hez dikin kalokên berfê lê bikin û wê wek aktîvîteyeke cudatir ya zivistanê dihesibînin. Gava ku berf kêm zêde dirûvekî rasteqîne yê mirovan werdigire, ev yek nîşan dide ku wan serkeftineke biçûk li dijî karesatên xwezayî bi dest xistiye. Pênaseya “kalokê berfê” tam wê çaxê şûnê li xwe xweş dike, gava ku pîrikên berfê jî pê re çêdibin. Ser meselê, di dawiya sedsala nozdehem de, hunermendekî berfê resimekî balkêş yê Şahbanû Victoriayê bi dest xist. Nerîta hunerî ya peykertraşiya berfê qet nebe digihîje heta bi sala 1494an, ew dema ku Piero di Cosimo de’ Medici fîgurên berfê ji bo hêwana xwe ya palazzoyê ji Michelangelo diwesîne. Ew “pir xweşik in” li gor çavdêrekî, lê bi cih nayê zanîn ka çi sêwirandine berî ku bihele. 

 

Zivistanê hin zewqên xwe dibexşandin mirovan û fikra xweşbûna dîmeneke zivistanê bi sedan salan hesteke nayab li dû xwe hişt. Berf, qeşa û cemedê kiribû ku tiştên xirab bên bîra mirovan. Geryana li çiyayan di dema zivistanê de xetere bû û mirovan bi temamî xwe jê dida alî heger karûbarên wan wek yên gerok yan jî bazirganan ev yek neviya. Di dawiya sedsala hejdehem de, meyleke nû li ser xwezaya “hov” û “ezamet” li piranîya cîhana Rojavayî belav bû. Lûtkeyên çiyayan yên bi berfê nixamtî êdî ne ku bi tenê çavê kesî ditirsand – her weha efsûneke pir xurt jî li ser wan dihişt. Johann Wolfgang von Goethe her tim berî dema wê ev guherîna han nîşan da. Wî derheqê Eislusta xwe yan jî arezûya xwe ya qeşayê de nivîsî, ya ku xwe digihand eleqeya wî ya li ser çiyayan û hezkirina wî ya li ser patenê. Tevî geştên zivistanê yên herêmî li derdora Harza Almanyayê, sê caran çû Swîsreyê û li Bihura Gotthardê ya biîhtişam geriya, ji Çiriya Paşîn ya 1779an û pê de. Bereksê axlebê gerokên Gotthardê, ya rastî ne li ser bala Goethe bû ji milekî Alpê derbasî yê din bibe. Ji dêvila vê, bi awayekî efsûnî hîs kir ku vekişiyaye ser “zinarên asê yên qeşayî” yên Cemeda Rhôneê û “kendalên şîn-vitriol” bi qasî kêliyekê. Her weha, edîbê navdar xweşhal bû ku şaristaniyê li zivistanê kiriye. Ew bû heyran û hejmekarê firneyeke kevirî ya swîsreyî: “Heqîqeten, ecêb xweş e meriv li ser rûne û gelekî rehet e meriv vêya bike li vî welatê ku sobeyên wan jî bi keviran hatine çêkirin.”


Lewhayeke dîrokî, dawiya sedsala nozdehem. Arşîva nivîskar.

Nîv-sedsaleke din derbas bû heta ku turîstên ewil zivistanê li çiyayên Alpê man. Johannes Badrutt, karzanê xwediyê otêla Engadiner Kulmê ya li St. Moritzê, wek bavê turîzma zivistanê tê naskirin. Li gor gotegotekê, şeveke bi baran ya Îlonê bûye û li ber argûna otêlê bi mêvanên Londonî re ketiye şitexaliyê. Badrutt îdia kiriye ku nexasim di rojên bitavik yên zivistanê de mimkin e meriv li derdorê bigere bêyî ku qapûtekî li xwe bike, ji ber ku germahiya tavê dê bes be. Wî turîstên îngilîz han dan ku zivistanê werin û bi xwe bibînin û heger ne bi gotina wî be jî, ew bi xwe dê heqrêya gera wan bide. Van turîstan nekarî xwe li ber vê îdiaya ecêb ragirin, di nîveka Kanûna Pêşîn de cardin hatin û heta Adarê li wir man. Di dema van tetîlên zivistanê de, patena qeşayê û taxûk bêhtir bal dikişandin. Kaşe (skiing) paşê populer bû û li Fûara Cîhanî ya Parîsê wekî nûbûneke egzotîk hat nasandin. Meriv dikare behsa norwêciyan bike ku wan ev werzîş belav kiriye, nexasim mêrikê bi navê Odd Kjelsberg, tê gotin ku wî cara ewil cotê kaşûnan aniye Glarusa bajarokê Swîsreyê. 

 

Ji bo gelek zarokan, îro roj, zivistan dirbê rûyekî naskirî digire, bi gulpikên nepixandî û simbêlên spî: Kalokê Sersalê. Lê ji çi çaxê ve ye mirov zivistanê dişibînin kalemêrekî? Li Almanyayê, Mîrza Zivistanek (Herr Winter) di nîveka sedsala nozdehem de her tim bi gelek caran xuya dibe. Ew nimûneyeke qeşa, berf û dijwariyê bû. Moritz von Schwindê hunermendê Awistiryayî di sala 1848an de Mîrza Zivistanî ji bo xêzekovareke Munîhê xêz kiriye. Ji bo ku fikireke wî çêbibe, von Schwindî fîgurên Nicholasê Ezîz yê pîskoposê sedsala çarem li Myrayê bi kar anîn. Mîrza Zivistanê ku dima xedariya çileyê hişk yê salê, nedişibiya kesekî xûypak. Kalokê Sersalê yê em nas dikin, bi kenê xwe yê henûn û ho-ho-hoya xwe ya jidil, ji aliyê alman û amerîkiyan ve hatibû çêkirin. Karîkaturîstekî li New Yorkê, Thomas Nastê ji Almanyayê, xwedî li Mîrza Zivistanî derket û dirûvekî henûn dayê. Kalokê Nastî (Nast’s Santa) sala 1863yan di bergê Harper’s Weeklyê de xuya bû û diyariyan dida leşkerên Amerîkayê. Paşê di nav sî salan de, Nastî şewqeya jirêzê ya Kalokî veguherand kumekî dirêjik, çakêtê wî rengê sor girt, riha wî spîtir bû û rûyê wî ket dirûvê yekî neşwe. Lêbelê Kalokê Sersalê gava xwe ya xurt bi Coca-Colayê re avêt. Di 1931ê de, şirketa mezin ya vexwarinê Haddon Sundblomê îlustrator anî cem xwe da ku versîyoneke lehengê Sersalê ji bo kampanyayeke reklamê çêbike. Sundblom zêdetirî sî salan Kalokê Sersalê yê zivistanê xêz kir. 


Kalokê Sersalê yê Neşwe, Thomas Nast, 1863. Wikimedia Commons.

Her sal berî Noelê, mirovên li çar aliyê dinyayê pêkve heman pirsê dikin: Gelo dê Noeleke spî be? Heç weku berfa di Noelê de hikmekî xweza û qederê be – berra jî wisa ye? Martine Rebeteza lêkolera keşûhewayê di salên 1990î de meyla xwe da ser vê pirsê. Di çavdêriyên xwe de gihişt vê encamê: Mirovan wisa hesibandiye ku sal bi sal Noelên spî kêm peyda dibin lê qeydên statîstîkî bereksê vê çavdêriyê ne. Rebetezê dest pê kir li îlustrasyonên Noelê yên kitêban û qertên pîrozbahiyê yên sedsala nozdehem li Îngilistanê hûr bibe. Keşfa wê ya ecêb: yek resimekî berfê jî heta sala 1850yî tê de tune bû û tenê çend hebek nimûneyên bi dîmenên berfî di navbera salên 1850 û 1860î de xuya dibûn. Paşê, piştî çend salan, warekî balkêş yê berfê bû paşxaneke standard ya dîmenên Noelê. Ji ber ku cara ewil li Îngilistanê bûbû adet ku qertên Noelê berî dema xwe bên çapkirin û ji nas û dostan re bên hinartin, nîvê dinyayê jî hema piştre qertên bi sêhra Noeleke spî ji hev re hinartin.

 

Îro roj guherîna keşûhewayê çi qas bi pêş ve biçe, berf û qeşa jî ew qas bi paş ve diçe. Ev paradoksek e: vêga êdî zivistan ne tehdîdek e -bi xêra sîstemên nû yên germkirinê, îzolasyonê-, berf dihele. Zivistan piranî wek siyeke xwe ya berê xuya dike. Nexwe gava kuliyên berfê kêm caran tên xwarê, çi lê tê? Hesreta me ya ji bo tecribeya zivistaneke “rasteqîne” zêdetir dibe – û ji ber vê jî, gelek rêyên ji bo vê hewesê jî zêde dibin. Hindek mirov berê xwe didin cihên ku hikmê zivistanê hîn jî lê ye. Ser meselê, her sal turîst li Laplanda biberf kom dibin. Ew li wir pîrozbahiya sermayê û her tiştê din yê eleqedarî fikra romantîk ya “Bakur”ê dikin: Qiyametek gilêşên qeşagirtî, şevên bêna yên di nav çirûskên Şewqên Bakurî de tên şûştin, keriyên xezalên cemserî yên ku xelkê samî yê di nav cilûbergên xemilandî yên adetî  de wan berdidin tundrayan.   Mêvanên ku bêhtir dikevin tesîra efsûna zivistanê, piştî rojeke bi meşa lekanan, ya gera bi taxûka kûçikan û şemitîna bi keştiyan li ser golên qerisî, dikarin şeva xwe li “gundekî berfê” bibihurînin di nav avahiyên nişmî yên berfeqeşayî de. Belkî jî hilatina zivistanê nîşan dide ku çima popularîteya aktîvîteyên wekî soberiya qeşayê bilind bûye. 


Kartposta bezeke taxûkê li Augustusburg-Erdmannsdorfê, Çiyayên Ore, Almanya, destpêka sedsala bîstem. Arşîva nivîskar. 

Hin zanyar îdia dikin ku germahiya dayîmî ya li derdora me ne baş e û dibe sebebê nexweşiya dilî û obezîteyê; ji bo bergiriyê jî pêşniyaz dikin ku mirov xwe bi ava sar bişon, bi serxwasî bazdin, têhnê kêm bikin yan jî hemû laşê xwe bidin ber kriyoterapiyê. Tê gotin ku têhnên kêm yên bi qasî -150 pileyên Fahrenhaytê, artrît û romatîzmayan rehet dikin, enfeksiyonan hêdî dikin, performansa atletîk zêde dikin, rê li ber kêmbûna kîloyan vedikin, depresyonê kêm dikin û şerê kalbûnê dikin. Madem nikare me bikuje, zivistan ji siheta mirovan re baş e. 

 

Serma ne îşareteke bes ya zivistanê ye ku keşfên modern hewl didin wê nû bikin. Hinek niha hewl didin ku yek ji dîmena herî biçûk lê belê herî xweşik ya zivistanê kopî bikin: şiklên xwîsiyê. Rojên berê, hema hema her pencereyeke zivistanê tuwalek bû ji bo formên narîn yên krîstalî ku vediguherîn şiklên ecêb mîna riwekan. Arhur Schopenhaur difikirî ku “Qeşaya li ser cama pencereyê, şiklê krîstalan digire li gor qayîdeyên krîstalîzasyona ku esasê hêza xwezaya li vir eşkere dike.” “Lê dar û kulîlkên ku ew li ser camê xêz dike bêçune ne, û ew tenê ji bo me li wir in.”

 

Ji çaxa ku pencereyên ducamî cihê xwe girtine, êdî şiklên xwîsiyê kêm caran li ser pencereyan çêdibin. Ev rewşa han rêyeke nû dide ber gotinên xembar yên Friedrich Holderlinê şairê alman yê sedsala nozdehem: “Ax, ez dê li kû peyda bikim Kulîlkan, dema ku zivistan hat?” Xwedêkirî bikirên roja îro dikarin solusyoneke di şûşeyê de bikirin: spreya krîstala qeşayê, ya ku dikare şiklên xwîsiyê yên rasteqîne li ser rûberekî camî yan jî yê akrîlîk çêbike. Çêkerek dibêje: “We got foneke zivistanî di kelekela havînê de? – Qet ne mişkîle ye!”


Resimek ji Ambrosius Gabler, 1805. Arşîva nivîskar.

Heger hesreta me ya ji bo şikodariya wenda ya zivistanê bê hed hesab bibe, em dikarin timî li pey dilxweşiyekê bin di kitêbxaneyan de, li wan cihên ku kitêb pencereyekê peyda dikin ji bo zivistanên berê. Henry David Thoreau di nivîsara xwe ya bi navê “Meşyaneke Zivistanê” ya 1843yan de, ji me re qala dîmeneke nejibîr ya zivistaneke New Englandê dike. Thoreau teswîr dike ku koremişkek di quleke rehet ya bin mêrgê de razaye, bûmek di qewareke darê de veniştiye, kerguh, sivorî û rûvî hemû di lanên xwe de bi cih bûne. Ew dinivîse ku “Zivistan, qutiyeke ecêbiyan e ku bi laşên hişkbûyî dagirtî ye di nav rewş û pergala xwe ya xwezayî de.”

 

Dibêje “Me jiyaneke bêhtir derûnî heye di zivistanê de,” di têbîniyeke xwe de. “Dilê me germ û neşwe ye her wekî malikên di bin lodên berfê de, yên ku nîviyê derî û pencereyên wan tê de mane lê dûmaneke neşweyî ji kulekên wan hil dibe.” Gava em tûşî sarî û zehmetiya zivistanê dibin, em pê re hay ji germahiya xwe ya derûnî dibin. Belkî jî dê ev haydariya zêde bixwe be tişta ku em dê herî pir bêriya wê bikin, heger bi rastî jî zivistan terka me bike. 

 

 

| Wergera ji îngilîzî: Cemal Hecî Kemal 

 

__________ 

  

|| Eslê vê nivîsê di malpera Lapham’s Quartely de hatiye weşandin û wergera wê bi saya piştgirên me yên Patreonê pêk hatiye. 


|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

__________


| Serrastkirin: Birûsk Aryan

 


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.