Axaftina Nobelê ya Louise Glückê û "Stran" û "Nostos"a wê

 


Gava ez zarokeke biçûk bûm, dibêjim qey, li dora pênc an şeş salan, min di hişê xwe de pêşbazîyek li dar dixist, pêşbirkek, da ku mezintirîn helbesta cîhanê belî bikim. Diman didu di dawî de: "Kurikê Biçûk î Reşik" a Blake û "Çemê Swaneeê" ya Stephen Fostersî. Ez li mala kalûpîrên xwe ya li Cedarhurstê, li peravên başûrê Long Islandê, hildikişîyam qatê duyê û dadiketim carê, û di hişê xwe de, ne ku bi deng, - bi dilê xwe, min ew helbesta bêna ya Blakeî dimilmiland, û di ber re jî di hişê xwe de ew helbesta tenya û wêran a Fostersî distra. Ez çawa bi ser Blakeî ve bûbûm, hew zanim. Li mala dêûbavê min kêm kitêbên antolojîyên helbestan hebûn di ber zirecêbek kitêbên li ser sîyasetê, dîrokê û çendek jî romanan. Bes min Blake û mala pîrika xwe gîhandibûn hev û du. Pîrika min ne yeka ehlê kitêban bû. Rexmî wê jî Blake li wê bû, Stranên Masûmîyetê û Tecribeyê, û kitêbokeke stranan a ji lîstikên Shakespeareî, ku bi piranî min ew ji ber kiribûn. Xisûsî jî min ji wê strana Cymbelineê hez dikir, tevî ku min herfek jî jê fêm nedikir, lê min ew miqam dibihîst, ew rîtima han, ew fermanên dikirin zingînî, bo wî zarokê sawgirtî yê bi heyecan û bêhed bizdokî. "Û herkes bila rêzê li qebra wî bigire." Min jî wer digot.

Pêşbazîyên bi vî rengî, yên ji bo rûmetê, xelatên giranbiha, bi min adetî dixuyan; ew mîtên ku min bi wan dest bi xwendinê kiribû, tijî bûn bi hawên weha. Hîn çaxa ez pirî ciwan bûm jî helbesteke hêja di nezera min de rûmeta herî mezin bû. Û her weha ez û xwişka min, em bi vî awayî hatin rakirin, da ku Fransayê rizgar bikin (Joan of Arc), da ku radîyûmê vebibînin (Marie Curie). Paşê ez li talûke û sînordarîya fikirîna bi vî awayî ya hîyerarşîk hayil bûm, lê di zaroktîya min de eşqa min giş ew bû ku xelatekê wergirim, hêjayî wê bim. Yek dê li serê çîyayekî be, ji her derê ve xuya be, û tekane tişta balkêş be li wê lûtkeyê. Yeka jê hinekî nizmtir, tune û ne xuyayî bû.

Yan jî em li ser helbestê bibêjin. Min bi êminî hîs dikir ku hayê Blake bi taybetî ji vê meseleyê heye, xwe dida bendê. Ez li ber diketim, yekî mirî bû, lê min digot hîn jî dijî, lewre min ew dibihîst, dilq guhertî, lê dîsa jî dengê wî. Heçku hew û xisûsî bi min ra diaxifî. Wekî yeka delalî, neqane bim, ez bi min dida hîskirin, her weha Blake bû ewê ku min dixwast bi heft dilan pê re bikelimim, tevî Shakespareê ku ji xwe me dabû navê.

Blake xalibê pêşbazîyê bû. Lê paşê lê warqilîm ku ev du helbest çiqas cêwî ne; min wê çaxê jî eynî wekî îro berê xwe dida wî dengê însên ê berxwedêr, ku ji şîn û bêrîyê zîl dida. Her ku ez bi nava salan çûm jî ew helbestkarên ku min berê xwe dida wan, ewên ku ez wekî guhdarekê hilbijartibûm di berhemên xwe de, roleke krîtîk ji xwe re peyda dikirin. Ji dil, bi sir, axlebe jî nefî yan veşartî. Ne ew helbestkarên stadyûman. Ne ew helbestkarên ku ji xwe re xeber didin.

Min ji vî qewlî hez kiribû, hest dikir ku tiştên helbestkar li serê xeber didan, tiştine resen û her weha taybet bin, peyama wê kahîn an jî hûrbîn têdigihên.

Ew seromonîya xelatdayînê ya li odeka mala pîrika min, ji ber ku bi xefî bû, pahnbûneke têkilîya tîr a helbestê afirandibû; pahnbûnek, ne binpêkirinek.

Blake bi rêya wî kurikê biçûk î reşik bi min re diaxifî; ew koka veşartî ya wî dengî bû. Nedikarî bê dîtin, çawa ku kurikê biçûk î reşik nedikarî bihata dîtin, an jî ji hêla kurikê sipî yê kibrî ve bi awayekî şaş dihat dîtin. Lê min dizanî her çi gotibû rast û dirust bû. Laşê wî yê fanî, rihekî ron î zelal di xwe de hildigirt. Min dizanî herçî tiştên wî kurikê reşik digot, hest û hizirên wî, di xwe de sûcdarkirinê, daxwaza hildana tolê nahewînin. Bi tenê ew bawerîya ku ew dê piştî mirinê li dinyayeka mikemel bûbûya mêvan, çawa bûya weha bihata naskirin, û di nava wê kêfa têr de wî kurikê sipî yê jê naziktir, ji wê gewîtîya ronahîyê ya ji nişka ve rizgar bike, dihewand. Ev ne hêvîyeke weha rasteqîne ye, heqîqetê piştguh dike, dike ku helbest bibe tiştekî dilsoj û her weha bi têra xwe polîtîk. Ew kovanî û kerba biheq, ku kurikê biçûk î reşik naşê hest pê bike, dîya wî hewl dide wî jê dûr bigire, ji bal xwendevan û guhdarî ve tê hîskirin, bihîstin. Eyn xwendevan zarok be jî.

Lê rûmeta di cimaetê de meseleyeke din e.

Di jîyê xwe de, ta niha jî ew helbestên bi heyran û hijmekarî min bal xwe ve dikişînin, çawa ku min destnîşan kir, ew  an ên hilbijartinên hindurîn an ên micadeleyê ne. Helbestên ku xwendevan an guhdar, bi awayekî ji awayan daxilî wê dibin, wekî pêgirê bawerîyekê yan hewarekê, carna tew wekî şirîkekî. Dickinson dibêje, "Ez ne tu kes im." " Ne tu kes î, tu jî? / Hingê, em bûn cotikek – dengê xwe meke!" An jî Eliot: "Wê hingê em herin, tu û ez / Gava ku êvar dena xwe dide esmên, / Wekî nexweşekî li ser maseyekê xewirî;"* Eliot bang li koma şopgêran nake. Tiştinan ji xwendevanî dipirse. Bereksî wê, Shakespeare, "Çi bikim, çi? Te bidim ber rojeke havînê"**: Shakespeare, min û rojeke havînê nade ber hev û du. Ez dikarim guhê xwe bi ser wê hostatîya biekl de bel bikim, lê hewcedarîya helbestê bi hebûna min bi xwe ve nîn e.

Di hunera bi vî rengî de ya ku min ber bi xwe ve dikêşe, deng an jî hikimê cimaetê talûke ye. Talûkeya milmilîna ji navê û bi dengê xwendevanî yê ku halanan tê dide jî lê zêde dibe û bihêztir dike vê talûkeyê.

Vêca çi bi serê helbestkarekî bi vî terhî tê di şûna ku civat wî biricimîne û piştguh bike, halanan tê bide û jê re bilîlîne? Ez ji we re bibêjim, ev cure helbestkar, dê xwe tehdîtkirî hîs bike, heçku ketî xefikê.

Ev behsa Dickinsonê ye. Ne timî, lê piranî.

Herî zêde çaxa ku ez yeka xama bûm, min bi eşq û hewes Dickinson dixwend. Axlebe, şev nîvê şevê, piştî çaxê xewê, li ser dîwana hêwanê

Ez ne tu kes im! Tu kî yî?

Ne tu kes î, tu jî?

Û, di wê versîyona wê de ya paşê min xwend, û bêtir kêfa min jê re tê:

Hingê, em bûn cotikek – dengê xwe meke!

Ew dê me biqelihînin, zanî...

Dickinsonê ez hilbijartibûm, an jî li min hayil bûbû, çaxa li ser dîwanê rûniştîbûm. Em ji kesên bijarte bûn, di reştarîyan de destebirakên yek û du bûn, me bi tenê bi vê rastîyê dizanî. Li dinê, em ne tu kes bûn.

Lê ma sirgûnîya di bin qurmekî de dê ji bo wan mirovên wekî me, tiştekî çawa be? Sirgûnî, dê livandina wî qurmî be.

Ez li vir di heqê tesîra erjeng a Emily Dickinsonê de ya li ser keçên xama xeber nadim. Ez qala haweyekî dikim ku şik û şibheyan li ser jîyana giştî peyda dike, yan jî wê wekî qadeke wisa dibîne ku giştîkirin heqîqetê ji holê radike, û heqîqeta parçeyî şûna semîmîyet û derbirîna eşkere digire.

Ka bala xwe bidinê hela: hesêbî dengê komplogêr, dengê Dickinsonê, di şûna dengê dadgehê de ye. "Em ne tu kes in! Hûn kî ne?" Ev peyam dê ji nişkê ve têkeve dilqekî dilxerabîyê.

Sibeha 8ê Çirîyê min hest bi panîkeke bi vî rengî, ya ku min vegot, kir. Ronahî dibiriqî. Mêzîn, bê ser û ber bû.

Ehlê ku kitêban dinivîse hesêbî dixwaze bigihe gelek kesan. Lê hin helbestkar vê arezûya gihana bi gelek kesan wekî meqamekî ruhanî nabînin, çawa ku stadyûmek tijî be heta devî. Ew hez dikin car carna, bi dorê, bi demê re, ber bi siberojê, bes bi awayekî mintezam ve xwe bigehînin wan xwendevanên ku timî tenya û yeko yeko tên ber bi wan de.

Bi qinyata min, bi xelatdayîna min, Akademîya Swêdê, dil kiriye ku payeyekê bide wî dengê xwerû, ji dil û şexsî, ku derbirîna wî carna dike ku zîyade yan belavtir bibe, lê tu carî şûna wî nagire.

*"Kilama Dilan a J. Alfred Prufrock", Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê, T.S. Eliot, Wer. Kawa Nemir, Bajar, 2004, Stembol, r. 19

**Sone 18, Hemû Soneyên William Shakespeare, Wer.&Amd. Kawa Nemir, Lîs, 2010, Diyarbekir, r.89

© THE NOBEL FOUNDATION 2020


STRAN

-Louise Glück


Leo Cruz tasikên spî yên herî xweşik çêdike;

Lazim çendekan bînim ji we re

lê di vî zemanî de

ka çawa


Ewî fêrî min kir

Navên gîhayên çolê;

Kitêbeke min heye

Ma ez ê ji ku gîhayan bibînim yana na


Leo dibêje tiştên însan çêdikin

Xweştir in

Ji ewên ku siruşt wan dide


û ez jî dibêjim na lo.

Û Leoyê min û we dibêje

ka bise û binere.


Me go

Em bi hev re di şiverêyan re bimeşin.

Gava min pirsî, Kengî?,

kengî? Nebî nebî bipirsî dîsa:

Ev peyv e ya ku em hefza xwe jê bikin


Min fêrî wê dike

Ku bijîm di xîyalkirinê de:


bayekî sar

diweze çaxa di çolê re dibihurim

Malika wî ji dûranê dibînim

dû ji kulekê dihere


Ev e firne, Qey;

Li çolê hew Leo ferfûran çêdike


Naxêr, dibêje min, tu xewnan dibînî dîsa


Û paşê ez dibêjim ma jê xweştir

agir hîn dişixule


Ji hejmara 19ê Cotmeha 2020an a New Yorkerê.


Wergera axaftina Nobelê û "Stran"a helbesta wê  ji îngilîzî: Birûsk Aryan


NOSTOS*

-Louise Glück

 

Dareke sêvan hebû di hewşê de –

yeqîn ev çil sal berî niha

bû – ji wê derê û pê de jî,

heta ku çavan dibirrî, mêrg û çîman bûn.

Sivesiva pîvokan li nava gîhayê şilek.

Ez disekinîm li ber wê pencereyê:

dawîya Nîsanê bû. Kulîlkên

biharê di hewşa dercîranê de.

Gelo çend caran, berra berra, gelo çend

caran wê darê kulîlk vedan di rojbûna

min de, xût wê rojê, ne berîya wê,

ne jî paşê, gelo çend caran? Guhestina

şûna ya neguhêr

bi ya şûnguhêr, bi ya ku diperise.

Guhestina hêmayê

bi cîhana qeterehm. Tiştê ku

ez pê dizanim der heqa vê derê de,

bonzaîyek ev bi dehan salan e

rola darê digêrre, deng

tesele dibin ji kortên tenîsê de –

‘Erdê zevîyan. Bêhna gîhayê rabûyî, nû çinîne.

Çawa ku mirov hêvîyê dikin ji şa’ireke lîrîk.

Hew carekê em li cîhanê dinihêrin, di çaxa zarokatîyê de.

Heçî mayî tev de bîrhatî ye.

 

Ji Îngilîzî: Kawa Nemir       

* Nostos: Veger bo malê yan jî welêt.



Helbestên berbehs ên di axaftina Louise Glückê de


KURIKÊ BIÇÛK Î REŞIK*

-William Blake 


Dêya min ez li welatê başûr ê hov anîme,

Ez reşik im, lê dêran bim! gîyanê min spî ye;

Zarokê Îngilîz spî ye wek melekekî, jê ne kêm e,

Lê ez reşik im, dibêqey ronahî bi para min neketiye.

 

Dêya min li ber kelekela tavê rûnişt ji xwe re

Li binê darekê, wê ez perwerde kirim, hêvot,

Ez girtim kirime hembêza xwe û maç kirim pê re,

Tilîya wê ber bi rojhilat ve, dest pê kir got:

 

“Binihêre li roja ku hiltê, – wargehê Xwedê ye ew der,

Ronahîya xwe dide, tîna xwe dike pêşkêş;

Gul û gulban, dar û ber û teyr û teba wer

Sibehê li aramîya wê, nîvro li xweşîya wê dibin mêş.

 

“Em girtine danîne cîhanê, li dereke tengîtol,

Wekî em hîn bibin xwe ragirin li tîrêjên hezkirinê;

Ev gewdeyên reşik, ev rûçikê ji tavê qemitî, zol bi zol,

‘Ewrek e, mîna rêleke sîdar e bi tenê.

 

“Çi ku dema gîyanên me hîn bûn xwe li tavê ragirin,

Dê ‘ewr betave bibe; em ê dengê wî bibihîzin,

Dê bibêje: “Derên ji rêlê, werine hezkirin û stara min,

Li dora konê min ê zêrîn mîna berxan bigewzin.””

 

Dêya min hilda wisa got û ez ramûsam xweş;

Ez jî wiha dibêjime kurikê Îngilîz ê çûçkanok.

Dema ku ew ji ‘ewrê spî filitî, ez jî ji yê reş,

Û me li dora konê Xwedê wek berxan lîst bi hokehok,

 

Li ber tavê, dê jê re bibim sîber, ku bişê xwe ragire,

Bi dilgeşî serî dayne ser jûnîyên Bavê me hemûyan;

Paşê ez ê rahêlim miz dim porê wî yê zîv ji xwe re,

Û bişibim wî, wê hingê ew ê ji min hez bike heman.

 

Ji Îngilîzî: Kawa Nemir

* Ji guldesteya şi’rên William Blake ya ku di sala 2013an de li jêr navê Piling çap bûye. rn. 42-43  



EZ NE TI KES IM! TU ÇI KES Î?*

-Emily Dickinson


Ez Ne Ti Kes im! Tu çi kes î?

Gelo tu – jî – Ne Ti Kes î?

Nexwe bi min û te pêk hat cotek!

Dereve meke! wê ‘elam bikin – zanî!

 

Çend hezîn e – yek – Keseke Ji Kesan be!

Çend ‘amî û ‘eyan – wek Beqekê, teyî –

Yek vegêrre navê kesekê – Xezîranê pê ve –

Bo Avzêmeke hişmiraz mayî!

 

Ji Îngilîzî: Kawa Nemir

 

* Ev şi’r, wek gelekên mayîn, tevî guldesteya wergera şi’rên Emily Dickinsonê nebûye ku di sala 2011an de bi wergera Kawa Nemir li jêr navê Ev nameya min e ji Cîhanê re çap bûye.

       


__________


Serrastkirin: Înan Eroglu

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.